UNICEF: Li Lubnanê her roj 7 zarok dimirin an jî birîndar dibin
UNICEF’ê bi rapora xwe ya nû rewşa xirab a zarokên li Lubnanê eşkere kir. Li gorî raporê, ji bilî mirin û birîndarbûna bi sedan zarokan, ji sedî 80’ê malbatan di nava qeyraneke giran de ne û bi xetereya birçîbûn û bêparbûna ji perwerdeyê re rûbirû ne.
Navenda Nûçeyan – Krîza aborî û mirovî ya li Lubnanê ku kûrtir dibe, li gel kêmbûna gihîştina xizmetên bingehîn, şert û mercên jiyana zarokan xirabtir dibe. Rapora UNICEF’ê a bi sernavê ‘Kabûsa Berdewam’ bandora van krîzan li ser zarok û ciwanan radixe ber çavan.
Li gorî raporê, ji sedî 80’ê malbatan li Lubnanê, di pêkanîna mesrefên pêdîviyên bingehîn de zoriyan dikşînin. Di raporê de hate diyarkirin ku zêdebûna pevçûnan, bandorên krîza aborî ya bi salan dirêj dike, bêtir zarok bi xetereya birçîbûnê, dev ji dibistanê berdanê û xebatê re rûbirû dihêle.
Zarok birçî radizin
Ji sedî 22’ê malbatên beşdarî anketê bûne, ragihandin ku zarokên wan birçî di razin, tenê ji sedî 10’ê malbatên ku zarokên wan di bin 5 salî dene, dikarin xwarina têr û cûrbecûr ji bo zarokên xwe peyda bikin.
Ji sedî 31’ê malbatan diyar kirin ku ew ji ber sedemên aborî nikarin bigihîjin xizmetên tenduristiyê yên ku pêwîstiya zarokên wan pê hene, ji sedî 14’an jî ragihandin ku herî kêm yek ji zarokên wan dixebite. Hate destnîşan kirin ku ev rêje ji rêjeya ku di Çileya 2025’an de hatiye tomar kirin du qat zêdetir e.
Nûnerê UNICEF’ê ya Lubnanê diyar kir ku zarok û ciwan bi barekî ku divê tu zarok hilnegirin re rûbirû ne û got ku malbat ber bi sînorê berxwedanê ve tên kişandin. Nûner da zanîn ku zarok ji xizmetên tenduristî û perwerdeyê bêpar in, berê xwe dane karkirinê û zehmetiyên giran ên derûnî dijîn.
Di 6 mehan de herî kêm 261 zarok hatine kuştin
Li gorî UNICEF’ê, şer û pevçûnan encamên wêranker li ser zarokan çêkirine. Ji 2’ê Adara 2026’an vir ve, herî kêm 261 zarok hatine kuştin û 1056 jî birîndar bûne. Ev tê wê wateyê ku, di vê heyama şeş mehan de, her roj 7 zarok hatine kuştin an jî birîndar bûne. Tê texmînkirin ku bi qasî ji sedî 12’ê zarokên birîndar seqetîyên daîmî dijîn.
Perwerdeya zarokan jî ji ber krîzê bi giranî bandor bûye. Nêzîkî 436 dibistan zirar dîtine an jî wêran bûne, ev yek jî nêzîkî 100 hezar zarokan dixe xetereya negihîştina dibistanê. Di şer de zêdetirî 86 mamoste hatine kuştin an jî birîndar bûne.
Ji sedî 46’ê malbatan ragihandin ku neçar mane mesrefa perwerdeyê kêm bikin, ji sedî 17’ê malbatan diyar kirin ku zarokên wan neçar mane dev ji dibistanê berdin. Her wiha hat ragihandin ku ji sedî 29’ê zarokên di asta tê xwestin de fêr nabin, bi piranî çavkaniya xwe ji zehmetiya konsantrasyonê û tengasiya psîkolojîk, digre.
770 hezar zarok di bandorên derûnî dijîn
Tê gotin ku krîz ji derveyî wêrankirina fîzîkî, li ser tenduristiya derûnî ya zarokan jî bandorên kûr hêlaye. UNICEF texmîn dike ku di şeş mehên dawî de nêzîkî 770 hezar zarok bandorên derûnî dijîn.
Zêdetirî nîvê malbatan ragihandin ku rewşa derûnî ya zarokên wan xirab bûye, di heman demê de ji sedî 63’ê malbatan diyar kirin ku zarokên wan di nav fikar an stresê de dijîn.
Derfetên perwerde û kar ji bo ciwanan jî kêm bûne
Bandorên krîzê ne tenê bi zarokan ve sînordar in; ciwanên li Lubnanê jî bi derfetên kêmkirî di perwerde û kar de rûbirû ne. Li gorî nirxandinek berê ya UNICEF’ê ya îsal, tenê ji sedî 22’ê ciwanên di navbera 18-25 salî de diçin dibistan an zanîngehê. Astengiyên aborî wek sedemek sereke ya vê devjêberdanê têne destnîşan kirin û lêkolînê destnîşan kir ku ji sedî 67’ê ciwanan wê demê bêkar bûn.
UNICEF piştgiriya xwe ya ji bo Lubnanê di warê xurtkirina xizmetên bingehîn û pergalên neteweyî ji bo zarok û malbatan de di demek ku pêdiviyên mirovî yên zêde dibin de, didomîne. Ji Çileyê vir ve, rêxistinê hewlên xwe yên mirovî di warên wek dermankirina zarokên birîndar, dabînkirina pêdiviyên bingehîn ji bo stargeh û navendên tenduristiyê û piştgiriya malbatên bêwar de zêde kiriye.
Nûnerê UNICEF’ê li Lubnanê hişyarî da ku ger gavên lezgîn û domdar neyên avêtin, dê encamên krîzê ji bo nifşekî bidome. Nûner diyar kir ku başbûna Lubnanê bi parastina zarokan, misogerkirina gihîştina wan bi xizmetên tenduristî û perwerdeyê û dabînkirina derfetên ji bo avakirina paşeroja wan hewce ne, ve girêdayî ye.