Li Sûriyeyê komkujî û bêcezatiya li dijî Elewiyan didome
SOHR’ê ragihand ku li seranserê Sûriyeyê êrîşên mezhebî û înfazên bêdadgeh ên li dijî Elewiyan berdewam dikin. SOHR’ê, da zanîn ku ji destpêka sala 2026’an û vir ve 144 kesan hatine kuştin û destnîşan kir ku kiryar bêceza tên hiştin.
Navenda Nûçeyan – Li Sûriyeyê, di dema hikûmeta demkî ya bi serokatiya Ehmed Şera de, êrîş û cînayetên li dijî Elewî berdewam dikin. Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di rapora xwe ya têkildarî cînayetên bi motîvasyonên mezhebî û hêrsbûna tolhildanê hatine kirin de, tekez kir ku "Elewî li seranserê Sûriyeyê hatin kuştin, kiryar hêj nehatine tesbît kirin û bêceza tên hiştin.”
Li parêzgeha Humsê 70 kes hatin kuştin
Li gorî rapora SOHR’ê, piştî komkujiyên li bajarên li peravên Deryaya Spî ya di Adara 2025’an de, ji ber ku ji kiryaran hesab nehat pirsin, di sala 2026’an de jî cînayet berdewam kirin. Di raporê de bîlançoya êrîşên mezhebî wiha hatin rêzkirin:
"Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ji destpêka sala 2026’an û vir ve mirina 144 kesan wekî encama tolhildan û pevçûnên mezhebî û cînayetên bê daraz belge kir; ji wan 130 kes mêr, 9 jin û 5 zarok bûn. Hejmara mirinan a herî zêde bi 70 kesan re li parêzgeha Humsê pêkhat. Her wiha li Hamayê 31 kes û li Lazkiye jî 14 kes hatin kuştin. Li parêzgehên din mirin kêmtir hatin tomar kirin."
Gulebarandin û revandin
Di raporê de qala rêbazên pêkanîna êrîşan jî hate kirin. Di raporê de hate diyarkirin ku kiryar bi gelemperî bi gulebarankirina ji nêz ve an jî revandinê mirovan kuştim û piştre reviyan.
Hate destnîşankirin ku piştî cînayetan tu encamên lêpirsînê ji raya giştî re nehatie eşkerekirin û hate tekez kirin gotinên nefreta mezhebî ya li ser medyaya dîjîtal tirsê kûrtir dike:
"Her wiha, gotinên nefretê û teşwîqkirin jî di nav de bangên ji bo tundî an jî tolhildanê li ser bingehên mezhebî, li ser medyaya dîjîtal berdewam dikin, tirsa raya giştî kûrtir dikin û xeteriya tundiya bêhtir zêde dikin.”
Qada rayaye ya Komîsyona Edaletê sînordar e
Di raporê de hate destnîşankirin ku Komîsyona Edaletê ya Veguhêz a Neteweyî ku di Gulana 2025’an de hatiye damezrandin, bi taybetî der barê binpêkirinên berê yên rejîma Esed de xwedî desthilateke sînordar e û sûcên nû yên ku di sala 2026’an de hatine belgekirin nagire nav xwe. Di raporê de hate diyar kirin ku ev çarçoveya sînordar, xeteriya veguherandina pêvajoyê ya ji mekanîzmayeke edaletê ya ber bi amûreke siyasî ve hildigre.
SOHR’ê bang li rayedarên hikûmeta demkî kir ku hemû sivîlan bêyî cudakarî biparêzin, hemû cînayetên ku guman tê kirin ji ber tolhildanê an jî pevçûna mezhebî hatine kirin bi zelalî lêkolîn bikin û kesên berpirsiyar bidarîzinin.