Li Mahabadê Pêşangeha Payîzê: Standên rengîn, berîkên vala

Pêşangeha Payîzê ya Mahabadê bi muzîk û dîmenên rengîn dest pê kir. Lê belê, siya bihayên zêde û zehmetiyên aborî, coşa kirînê ya salên berê, di bin siya xwe de hişt.

SORGUL FEXRÎ

Mahabad – Muzîka xweş di hewayê de deng vedide. Li pêşangeha peyîzê ku li vê koşeyê bajêr ê naskirî ku berê cihek ku mirov gav biavêje tunebû de, niha tenê çend firoşkar û serdanvan tên dîtin.

Pêşangeh;  ji cil, çente, pêlav û kirtasiyeyan bigre heta nebat, xwarin û xwarinên kevneşop re malovaniyê dike. Her wiha standên berhemên destan û bîranînên navçeyên cûr be cûr ên Îranê tên pêşandan. Bi atmosfer û rengên bêhempa yên ku li qadê zêde dikin, bala rêwiyan dikşîne.

Gelek berhem tên pêşandan

Her çend di salên dawî de bazar û pêşangehên demsalî ji ber kêmbûna hêza kirînê her ku diçe vala dibin jî, berhemên rengîn û cihêreng hîn jî li vir têne pêşandan. Lê îsal, pirbûna standan û mesrefa zêde ya kirêyan ji bo xwediyên karsaziyan dibin sedema fikaran.

Beşek girîng ji van firoşkaran jin in; ew kesên ku tenê wek karmendên firotanê dixebitin, xuya ye ku rewşa wan a darayî ji ya ku karsaziyên xwe bi xwe rêve dibin hinekî çêtir e. Di standên jinan de piranî ji derveyî berhemên dest ên wek cil, zêr, find, peyker û xwarinên xwemalî yên wek hinartirş, zeytûn û rîçalên fêkiyan cih digrin.

Bihayê standan gelek zêde ye

Delnia K. ku li yek ji van standan tiştan difroşe, rewşê wiha tîne ziman: “Standên herî biçûk bi 20 milyon Tuman hatin kirêkirin û ji bilî standên xwarinê, piraniya standan bi zorê mesrefa kirê derdixin. Mirov bi gelemperî tenê li dora xwe dinhêrin, bihayan dipirsin û diçin. Jin pir caran standan parve dikin, an jî tenê beşek biçûk ji standên mezin kirê digrin.”

‘Em bi berhemên dest beşdar bûne’

Li aliyê din, komek jin ku bi hev re standeke biçûk kirê kirine, hîn jî pêşangehê wek çirûskek hêviyê dibînin. Yek ji wan dibêje: “Em hunerên destan çêdikin, lê ji ber cihek me yê sabît tune ye, hejmara bikirên me nas dikin sînordar e. Ev pêşangeh her sal dibe alîkar ku em bikirên nû bibînin û siparîşan bigrin.”

Têkildarî rewşa qada hunerên destan kirîger wiha got: “Berê ji bo mirovan kirîna find, bazinek, an çenteyek yê bi dest hatî çêkirin hêsantir bû. Lê niha, kirîna tiştek biçûk jî ji bo wan bûye pêvajoyek zehmet.”

Bêtir eleqe ji xwarinên kevneşop re hene

Dema di aliyê serdanvanan de lê bê nihêrtin, ev pêşangeh balkêşiya xwe diparêzin. Her çend standên cil, pêlav û kelûpelên kirtasiye li gorî yên din kêmtir qerebalix xuya bikin jî, berhemên dest û xwarinên kevneşopî mêvanan teşwîq dikin ku hinekî din li wir bisekinin û demekê derbas bikin.

Ji serdanvanan Halimeh J. wiha dibêje: “Her sal em li vir berhemên nû û orîjînal ku li bajarê me kêm têne dîtin dibînin. Biha zêde ne û adetên kirînê ne mîna berê ne. Lê, tamkirina van tamên nû kêfxweşiyek mezin e.”

Pêşangeh heta 2’ê Cotmehê didome

Ev pêşangeha payîzê ku dîmen û bêhnên xwarinên kevneşopî, hunerên destan û berhemên rengîn nîşan dide, rewşa bazarê ya heyî jî nîşan dide.

Standên tije berheman û li beramberî vê girseya ku piranî berê xwe didin van berheman.

Tevî zehmetiyan, ji bo hin beşdaran, bi taybetî jinan ev bûyer ji bazarek demsalî zêdetir îfade dike. Derfetekê ji bo dîtina bikirên nû pêşkêş dike ku karê xwe bidomînin. Ev stand, beşek ji Pêşangeha Gul û Muzîkê ne ku li Parka Mellat (li Qada Madar) li Mahabadê tê lidarxistin e û dê heta 2’ê Cotmehê vekirî bimînin.