UNICEF’ê di warê zêdebûna mirina zarok û pitikan de hişarî kir

UNICEF’ê ragihand ku li Xezayê ji ber sir û seqema zêde, tunebûna pêdiviyên bingehîn û xwarinê, 7 pitikan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) diyar kir ku ji 23’yê Kanûnê ve heta niha li Xezayê ji ber sir û seqemê, tunebûna xwarinê 7 pitikan jiyana xwe ji dest dane. UNICEF’ê her wiha hişyar kir ku ji ber sir û seqemê û tunebûna xwarinê û pêdiviyên sereke dibe ku gelek zarok û pitik jiyana xwe ji dest bidin.

Rêveberê Ragihandina UNICEF’ê Rîcardo Pîres, di daxuyaniya nivîskî de bal kişand ku bi tedbîran dê pêşî li mirina mirovan li Xezayê were girtin û wiha got: “Mercên ku 14 meh in malbat bi zarokên xwe re tê de dijîn bi xwe re an trajediyan tînin. Bi zêdebûna sermayê re pitik û zarokên ku şert û mercên parastina wan ji sermayê tune ye jiyana xwe ji dest didin.”

‘Divê pêdiviyên zarokan werin bicihanîn’

Rîcardo Pîres, bal kişand ku 7 pitikên jiyana xwe ji dest dane, ji ber bêwarî, tunebûna dermankirinê û xwarinê bûye. Her wiha diyar kir ku ji bo pitikên nû diwelidin û zarokan, xeter zêdetir in û da zanîn ku komên UNICEF’ê li herêmê hewl didin alîkariyê bikin.  Rîcardo Pîres, diyar kir ku rêxistinên mafên mirovan, bi sînor dikarin alîkariyê bikin û bi vê bangê bi dawî kir: “Ev trajedî, nîşan didin ku divê civaka navneteweyî bikeve tevgerê. Divê riyên alîkariyê bi lezgînî zêdetir bibin û xwe bigihîjînin zarokên ku pêdiviyên wan hene.”