Nobedarên Pirsûsê: Serkeftin dê ya gelên Rojava be

Li dijî êrişên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, jinên ku piştî 10 salan li ser sînorê Kobanê careke ddin nobet girtin gotin: “Daxwaza me çareserî û aştî ye. Divê her kes berê xwe bide vê derê. Bi piştgiriyê dê careke din serkeftin a gelên Rojava be.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Riha – Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), DEM Partî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de li dijî êrişên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, li Pirsûsa Rihayê ku li pêşberî Kobanê ye; çalakiya nobetê ya hatiye destpêkirin didome.

Di çalakiya ku bi dirûşmên “Li dijî şer aştî” û “Rojava xeta me ya sor e” tên lidarxistin, jinên beşdarî çalakiyê bûne, daxwazên xwe yên ji bo yekitî û çareseriyê tînin ziman. Jinan diyar kir ku gelê Kurd bi daxwazên aştiya bi rûmet, bi salan e têdikoşe û bang kirin ku ji bo Rojava di her warî de têkoşîn were meşandin û yekitiya neteweyî pêk were.

‘Em bedelên ku hatine dayîn û xwîna rijiyaye ji bîr nakin’

Ferîde Polat a tevli çalakiyê bû, got ku beriya 10 salan, weke di sala 2014’an de careke din ji bo Rojava hatine ba hev û nobetê digrin. Ferîde Polat got ku gelê Rojava xwedî destkeftiyan e, ew ê êrişên li ser nepejirînin û bedelên ku hatine dayîn bi bîr xist, bang li gel kir ku zêdetir xwedî li Rojava derbikevin.

Ferîde Polat wiha got: “Em ji bo Kobanê li vê derê ne. Kobanê xeta me ya sor e. Beriya 10 salan jî em li vê derê bûn, me bi hev re vê axê parast, îro jî ji bo heman têkoşînê em hatine vê derê. Heta ku ev êriş bi dawî nebin, em ê nobeta xwe bidomînin. Ez ji destpêkê ve heta niha li vê derê me. Ji niha û pêve jî ez ê bidomînim. Di sala 2014’an de di şerê Kobanê de tiştek ku nehat serê gel nema. Bi sedan zarokên me li wê derê şehîd bûn, xwîn rijiya, bedelên mezin hatin dayîn. 10 sal berê jî me li vê derê nobetê girt. Îro em careke din li vê derê ne, wê demê serkeftin çêbû dê dîsa jî çêbibe dê rojava cihê gelan be. Em ê her dem li ba gelên Rojava bin divê her kes berê xwe bide vê derê.”

‘Bila her kes were vê derê dengê xwe bigihîjîne Rojava’

Aynur Kiliç jî diyar kir ku 10 sal in polîtîkaya şer a li dijî Rojava bênavber didome û wiha got: “Em ji bo xwîn nerije, bang li her kesê dikin; daxwaz me aştî ye. Werin em bi hev re dengê xwe bilind bikin. Bila dayik, jin û ciwanên li Rojava têdikoşin bizanibin em bi wan re ne. Em ê tu carî wan bi tenê nehêlin. Divê hemû kes piştgiriyê bidin vê daxwazê. Divê werin vê derê piştgiriyê bidin berxwedêran. Heta ku em bigihîjin encamê em ê çalakiya xwe ya nobetê bidomînin.”

‘Em û gelê Rojava yek in’

Hacîre Kaçim jî daxwaza xwe ya serkeftin û azadiyê ji bo gelên Rojava anî ziman û bi gotinên; “Bila êdî şer biqede” got ku sînorên di navbera Kurdan de hatine çêkirin bêwate ne. Hacîre Kaççm wiha domand: “Di navbera me û gelê Rojava de sînor hebe jî, ruhê me yek e, em yek in. Em her dem li pişt wan in. Bila êdî ev şer bi dawî bibe. Em wekhevî û aştiyê dixwzin. Kesên ku gotin ‘Kobanê ket’ deh sal berê bersiva xwe girtin û dê careke din kesên ku êriş dikin vê bersivê bigrin. Serkeftin dê ya gelên Rojava be. Em ê her dem piştgiriyê bidin bila hemû kes ji bo Rojava rabe ser piyan. Bila her çar aliyên Kurdistanê bibin yek, pêşî li êriş û komkujiyan bigrin. Ez ji Pirsûsê bang li gelê Rojava dikim; em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin.”

Meyaser Korkmaz jî diyar kir ku çalakî nobeta ji bo “berxwedanê” ye û wiha got: “Me li vê derê bi hev çend sal berê ji bo Rojava nobetê girt. Niha li dijî komkujiyan em careke din li vê derê ne. Bila tu kes bi plan û lîstikan nêzî vî gelî nebe. Ji bo têkbirina êrişan, divê em li vê derê dengê xwe bilind bikin.”