UNICEF: Di 48 saetan de li Lubnanê 7 zarok hatin qetilkirin

UNICEF’ê ragihand ku di nava 48 saetan de di 3 êrişên hewayî yên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê de 7 zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Şaxa Herêma Efrîkaya Başûr û Rojhilata Navîn a Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) li ser medyaya dijîtal der barê êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gorî raporê; di 3 êrişên hewayî yên Îsraîlê di nava 48 saetan de li dijî Lubnanê pêk anî de 7 zarok hatin qetilkirin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser neçariya parastina zarokan û banga ‘agirbesta demildest’ li Îsraîlê û aliyên din ên li Lubnanê kir.