Li Îranê di navbera Îslam û modernîteyê de jin – ANALÎZ

Çareserkirina pirsgirêka jinê riya tinekirina kapîtalîzmê ye û jinên azad û serbixwe divê nakevin xefika lîstika bûrjûwaziyê.

FOROZAN EHMEDÎ

Hevberdana Îslam û modernîteyê ji bo jinan perspektîfeke tevlihev a ku ji aliyê faktorên dîrokî, çandî, civakî û siyasî ve pêk tê, pêşkêş dike. Di dîrokê de rola jinê di civakên îslamî de pir cuda bûye. Metnên kevneperestên îslamî mafên taybet û parastinê ji jinan re peyda dikin, lê şirove û bicihanîn li herêm û serdeman cuda ne.

Femînîstên Îslamî edaleta zayendî û pratîkên baviksalarî ji olî zêdetir çandî dibinin

Di serdemên hevdem de, jin li welatên ku piraniya wan misilman in, bi dijwarî û derfetan re rû bi rû ne. Pirsgirêkên wekî perwerde, kar, beşdariya siyasî hem ji şîroveyên olî û hem jî ji şert û mercên civakî-aborî yên modern bandor dibin. Tecrûbeyên jinên Misilman li gorî herêmê pir cuda ne. Wek nimûne, jinên li Endonezyayê li gorî jinên Rojhilata Navîn dibe ku xwedî hêviyên çandî û olî cuda bin. Di vî warî de tevgereke balkêş femînîzma îslamî ye ku destê xwe daniye ser lihevanîna Îslamê bi wekheviya zayendî re. Femînîstên îslamî amaje dikin ku hînkirinên ku edaleta zayendî û pratîkên baviksalarî ji olî zêdetir çandî ne. Gelek jinên Misilman bi awayekî aktîf hewl didin ku biguherînin, ji reformên di qanûnên malbatê de, ji gihandina zêdetir ji perwerdehiyê bigire heya rolên girîngtir di jiyana giştî de, lê pirê caran ew bi berxwedana civakê re rû bi rû dimînin.

Di civakên Îslamî de qanûnên şerîetê hukum derdixin. Di qanûnên şerîetê de dîrektîfên ku bandorê li jinan dikin hene. Wek qaîdeyên cilûbergan, mafên mîrasê, zewac û hevberdanê, ku tê de mafê daxwazkirina telaq ji jinan re tê dayîn, lê ew li gorî mêran tevlihevtir e. Veqetandina zayendî ya ku li hin welatên ku piraniya wan misilman in qanûnên veqetandina zayendî di nav gelemperî, perwerde û cîhê kar de bi kar tînin.

Li dijî jinan cihêkarî

Di gelek civakên misilman de, ji bo reformkirina qanûnên cihêkariyê yên li dijî jinan, hewldanên berdewam hene. Femînîst û alimên îslamî ji bo şîroveyên metnên îslamî yên ku wekheviya zayendî û edaletê pêşdixin nîqaş dikin.

Di femînîzma laîk û dînî di mijara jinan de du nêzîkatiyên cuda hene. Femînîzma laîk di wê baweriyê de ye ku divê pirsgirêkên jinan bêyî destwerdana ol û li ser bingeha mafên maqûl û mafên mirovan bên çareserkirin. Ew balê dikişîne ser mafên gerdûnî yên jinan û di wê baweriyê de ye ku divê hemû jin bêyî ferq û cudahiya olî bibin xwedî mafên wekhev. Gelek caran saziyên olî ji ber qedexeyên ku li ser jinan ferz dikin rexne dikin. Lê femînîzma olî hewl dide ku şîroveyên pêşverû û wekhevîxwaz ên metnên olî yên ku bi prensîbên femînîzmê re hemahengî pêşkêş bike. Ev nêzîkatî di wê baweriyê de ye ku jin di çarçoveya baweriyên xwe yên olî de dikarin zêdetir maf û azadiyê bi dest bixin. Hewl didin di saziyên olî de guhertinên ku bi kêrî jinan tên, bikin. Jinên dîndar girîngiyê didin rola malbatê weke saziya sereke ya civakê û di wê baweriyê de ne ku malbat dikare ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkên civakî bibe alîkar. Her wiha tekezî li ser girîngiya nirxên exlaqî dikin û bawer dikin ku pabendbûna bi van nirxan dikare bibe alîkar ku civakê baştir bike.

Li Îranê rewşa jinan a di navbera Îslam û modernîteyê de mayî

Femînîst bawer dikin ku jinên dîndar bi gelemperî rolên kevneşopî û qalibên ku dikarin pêşkeftina jinan di civakê de asteng bikin derdixin pêş. Di nav komên femînîst ên cuda de gelek nîqaş û rexne hene. Lê kîjan ji van koman dikare pirsgirêka jinê çareser bike, ka ew dikare bibe rizgarkerê soza xwe an na, tenê çareseriya pirsgirêka jinê dereng dixe.

Di derbarê Îranê de, em dikarin rewşa jinê ya di nava Îslam û modernîteyê de baştir bikolin û analîz bikin. Ol li Îranê xwedî dîrokeke aloz e. Piştî sedsala 7’an Îslam hêdî hêdî li seranserê Îranê belav bû. Di sedsala 16’an de Şah Îsmaîl a Sefewî ola Şîa wek ola fermî ya Îranê ragihand û bi vê kiryarê Îran bû navenda Şîa’tiyê li cîhanê. Jin di heman demê de bi Îslamiyetê re rastî gelek zehmetiyan hat.

Di şoreşa sala 1957 û avakirina Komara Îslamî de, rola jinê di civakê de hat guhertin. Lê ev guhertina rolê ji ber avabûna kapîtalîzma îslamî bû. Yekemîn yasaya ku li dijî jinan hate çêkirin, qanûna hicabê ya mecbûrî bû û herwiha qedexekirina jinan ji bo beşdarbûna hin pîşe û karan bû. Jinên ku di sala 1957’an de di partî û tevgerên de roleke rengîn lîstin û di şoreşê de serkeftin dixwestin. Di nava demê de bin desthilatdariya kapîtalîzma îslamî de hatin girtin. Her cure protestoya jinan ji aliyê hikûmetê ve hate tepisandin.

Li Îranê diyardeyek nû: Femînîzma olî

Kapîtalîzma îslamî jî wek hemû welatên kapîtalîst hem ji bo xebatê hem jî ji bo beşdariya siyasî û meşrûiyeta desthilatdariya xwe pêdiviya wî bi jinê heye. Di van dehsalên dawî de li Îranê femînîzma olî wek diyardeyeke nû derket holê. Hin jinên dîndar û femînîst bi şîroveyên olî yên wekhevîxwaz hewl dan ku di çarçoveya baweriyên xwe de mafên zêdetir bi dest bixin. Tevî gelek astengiyan jî jinan rêyên hişyarkirinê û tevlîbûna siyaset û jiyana gel dîtin. Hewldanên reformkirina qanûnên cudaxwaz hem bi pêşketin û hem jî bi berxwedanê re rû bi rû man.

‘Cemaeta Zeyneb’

Di şoreşa 1957’an de pergala Komara Îslamî ya Îranê jinên azadîxwaz hemû tevgerên radîkal têk bir û gav bi gav cihê avakirina kapîtalîzma xwe ya olî çêkir. Jin bi bikaranîna olê ji bo mezinkirin û xurtkirina navenda malbat û civakê bi mijarên dînî yên rêveberiyê hatin yekdestdar kirin. Van jinan bi çalakiyên xwe bûn alîkar ku nasnameya olî û çandî ya civakê xurtir bikin û di danasîna nirxên îslamî de rolên girîng lîstin. Di nav jinên olî yên herî bibandor ên Îranê de, em dikarin behsa Merziye Hedîdçî Dabax bikin. Ew yek ji damezrînerên Artêşa Şoreşgeran û yekemîn û tekane fermandara jin a şoreşgeran bû.

Pirsgirêka jinan

Meryem Behrûzî jî yek ji yekemîn jinên çalak ên olî yên Komara Îslamî ya Îranê bû. Damezrênera partiya jinan a bingehîn a bi navê “Cemaeta Zeyneb” bû û 4 dewran nûnera Meclîsa Îslamî bû.

Gelek jinên din ên bibandor ên olî hene, ji wan Masûme Ebtekar, Zehra Rehneward, Fatem Haşimî Refsencanî, Şahîn Dext Malavardî û hwd. Lê ev meyla femînîzma olî li Îranê di heman demê de bi lûtkeya lîberalîzmê li cîhanê guherî. Hin jinên dîndar zêdetir meyla reforman û lîberalîzmê bûn ji ber ku reforman azadî, wekhevî û bi awayekî demokrasî bi vegotineke xweştir nîşan da. Cihêkarî li wir bê wate bû, jin û mêr bi hev re cîhan ber bi bazara azad ve teşwîq kirin. Xwediyên sermayeyê zêdetir qezenc dikirin û navê demokrasî û wekheviyê jî hebû. Pirsgirêka jinê jî bi awayê jin veguherandina ‘sembola emperyalîzm û kapîtalîzmê’ çareser bû!

Serkêşiya vê meylê li Îranê bi reforman hat girtin. Ev pêla hanê gihişte wê astê ku di sala 1988 an de piraniya jinan ji bo piştgiriya şalê kesk hatin ser sindoqan û di hilbijartinan de hatin kuştin û birîndar kirin. Şerê di navbera kapîtalîstên hevrik de bi fedakariya mirovên bê guneh.

Di vê navberê de jin di du komên femînîstên olî yên bingehîn û reform xwaz de hatin dabeşkirin. Bi derbasbûna demê re, şaxê reforma Talabanê bi krîza cîhanî ya lîberalîzmê re jî li Îranê ket nav qeyranê û ji Zehrayê, rêberên ku ji bo reforman di hepsa malê de bûn. Mesih Alinejadî, Şîrîn Ebadî û hwd. tenê daxwaza wan hilweşandina kapîtalîzmê bû. Mesih Alinejadî ku di Komara Îslamî ya Îranê de nûçegihanê parlemanî bû, niha bûye dengê Amerîkayê, dengê emperyalîzmê!

Bi salan çapemeniya bûrjûwazî piştgirî da Çarşemên Spî  

Emperyalîzmê ji reforman heta hilweşandinê bi tevahî ji tevgera femînîst a Îranê sûd wergirt. Alinejad ji aliyê Mike Pompeo û Emmanuel Macron ve hat xelatkirin û her carê hat gotin ku "Gelek Îranî dawiya Komara Îslamî dixwazin". Belê, belkî gelek ji Îraniyan dawiya Komara Îslamî dixwestin û niha jî dixwazin. Lê dawiya dawî hatina wiha bi destên emperyalîzmê ji bilî wêraniya civakî, tiştekî din nine û di vê navberê de, tenê xelkên mexdûr bûne. Şemiyên Spî yên Masîh Alînejad alîgirên xwe yên çîna navîn di bin sîwana emperyalîzmê de dîtin. Bi salan çapemeniya bûrjûwazî piştgirî da Çarşemên Spî da ku roja soza wê were û li hespê emperyalîzmê siwar bibe, hilweşandina tevgerê bi pêş ve bibe. Kuştina hikûmetê ya Jina Emînî ji ber hicaba mecbûrî ya ku ew li bendê bûn. Ev pêla ji Şemiyên spî û ketina stadyuma jinan û reformên biçûk di Komara Îslamî de ber bi “hevbendiya hevgirtinê bo azadiya Îranê” veguherî. Koalîsyoneke bi serkêşiya emperyalîzmê û bi amadebûna xizmetkarên wê ji bo gewrkirina mûyên xwe, ciwan û jinên bêguneh û bextê civakê yê belengaz xwîn û canê xwe dabûn, niha jî doza parê dikin.

Dîroka pêşketina jinê ya piştî şoreşa 57'an rêyek ku di nava bûrjûwaziya olî û emperyalîzmê de xwest pirsgirêka jinê çareser bike girt. Çareserkirina pirsgirêka jinê tenê rehîniya tinekirina kapîtalîzmê ye û jinên azad û serbixwe nakevin xefika lîstika bûrjûwaziyê.