UNHCR: Xelkê Îranê ber bi gundan ve koç dikin

Li gorî rapora UNHCR’ê ji destpêka şerê Îsraîl-DYE li dijî Îranê, heta niha 3 milyon 2 hezar kes ji cihên xwe koçber bûne.

Navenda Nûçeyan – Di encama êrîş û şerê Îsraîl-DYE li dijî Îranê didome de li Îranê, koçkirina navxweyî zêde bû. Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) têkildarî  koçberiya di nava Îranê de raporek weşand.

Di raporê de bandora şer a li ser sivîlan hate nirxandin û hate diyarkirin ku gelek kes ji bajarên mezin ber bi deverên gundî û herêmên nêzîkî sînorê ve koç dibin. Tê gotin ku bi taybetî ji bajarên mezin ên wekî Tehran, Esfahan, Şîraz û Tebrîzê ber bi navçeyên biçûk û gundan ve koçek mezin pêk tê.

Hejmara koçberiyê zêde dibe

Di van bajarên de, herî zêde koç ji Tehranê hatiye tomarkirin. Li gorî agahiyan, ji ber ku êrîş bi taybetî li ser vî bajarî zêde bûne, sed hezaran kes ji bajêr derketine û ber bi deverên ewlehtir ve çûne.

Her wiha di raporê de hate bi bîr xistin ku ji bilî hejmara hatiye tespît kirin, asta koçê bi tevahî nîşan nade. Li gorî çavkaniyên herêmî jî koça ji bajaran ber bi gundan ve ji ya ku di daneyên fermî de hatiye ragihandin, gelek zêdetir e.

Pêşketinên dawî nîşan didin ku şer ne tenê li qada leşkerî, li ser jiyana rojane bandorek mezin û di demografiya Îranê de jî guherînên girîng çêdike.