Hevkêşeya aloz a Sûriyeyê bêaramî û pêvajoyên rawestayî
Sûriye di nava mudaxeleyên derveyî û qeyranên navxweyî de, bi tengasiyên ku gef li ewlehî û aramiya wê dixwe re rûbirû ye. Binpêkirinên li dijî koçberên Kurd ên vedigerin ser axên xwe, têkildarî çawaniya parastina hevkariya neteweyî dibe sedema pirsan.
HÊVÎDAR XALİD
Navenda Nûçeyan – Di demên dawî de, vegerandina serweriya Sûriyeyê, parastina yekparçeyiya axa wê û avakirina dewletekê ku hemû komên etnîkî û olî dihewîne, tê nîqaşkirin.
Lê belê ji nû ve vegerandina serweriya Sûriyeyê hêsan xuya nake. Ji ber ku welat ji bo pêşbaziyên herêmî û navneteweyî veguheriya qadeke vekirî. Li Sûriyeyê berjewendiyên gelek hêzan heye. Li bilî Îsraîlê ku heta derdora Şamê pêşve çûye, Tirkiye, Dewletên Yekbûyî yên Emrîkayê, Rûsya û Îrana ku hewl dide piştî hilweşîna rejîma berê bandora xwe ya mayî biparêze, hebûna xwe xurt bike û destkeftiyên nû bi dest bixe, heye. Îran ji şert û mercên bêaram ên li herêmê û li ser asta cîhanê sûdê werdigre. Di encamê de Sûriye xwe di nav hevkêşeyeke aloz de dibîne. Gelo di hawîrdorekê ku mudaxeleyên derve bi qeyranên navxweyî yên çaresernebûyî re dibe yek de, welat çawa dikare serxwebûna biryardana xwe ya neteweyî ji nû ve bi dest bixe?
Nîşanên bêaramiyê tenê bi sînorên neteweyî re sînordar nîne, ew dikeve kûrahiya nava rewşa navxweyî jî. Zehmetiyên di qadên ewlehî, siyaset û civakê de zêde dibin û di heman demê de valahiya di navbera hêviyên gelê Sûriyeyê û rastiya ku ew tê de dijîn de her ku diçe mezintir dibe. Belavbûna bêkontrol a çekan di rêza pêşîn a van zehmetiyan de ye û gefeke rasterast li ser jiyana sivîlan çêdike. Di hawîrdoreke ku mekanîzmayên çavdêriyê lê tune de, nakokiyeke biçûk a rojane jî dikare bibe sedema pevçûneke bi xwîn.
Bi vê yekê re, mijara perwerdehiyê jî bûye cihê nîqaş û nakokiyan. Bi taybetî jî guhertinên ku ji bo pirtûkên dersê hatine pêşniyarkirin, di nava beşên cuda yên civakê de bûne sedema bertek û hêrsê. Ji ber ku rewşa aborî ya lawaz barê xwe li ser milê welatiyan giran dike, qeyran zêde dibin û li gelek eniyan rewşa kaosê berdewam dike. Hêj çareseriyên rastîn ên ku bikarin dawî li êşên demdirêj ên gelê Sûriyeyê bînin, nehatine pêşkêşkirin. Di nava van pirsgirêkên ku bi hev ve girêdayî ne de, pêdiviyeke lezgîn bi nêzîkatiyeke berfireh heye ku nêzîkatiya hesta ewlehiyê ji civakê re vegerîne û nîşanî welatiyan bide ku aramî ne tenê nebûna şer û pevçûnan e.
Êrîşên li dijî koçberên Kurd
Di navenda van zehmetiyan de, li Sûriyeyê mijara vegera Kurdên koçberbûyî ya ji bo axên xwe derdikeve pêş. Ev mijar wekî ji bo şiyana dewletê ya parastina welatiyên xwe û misogerkirina mafên wan, ceribandineke rasteqîn e. Pêvajoya vegerê, ji ber şert û mercên pir aloz ên li qadê û astengiyên ewlehiyê yên cidî, bi zehmetiyan ve dorpêçkirî ye. Li gorî agahiyan, bûyerên ku hefteya borî li Girê Spî qewimîn, nîşan didin ku kesên vedigerin çiqas bi xetereyên mezin re rûbirû dimînin. Kesên ku vegeriyan rastî êrîş, tundiya fîzîkî, talankirin û şewitandina mal û milkên xwe hatin. Ev bûyerên dilêş, tam li ber çavên rayedarên hikûmeta Sûriyeyê pêk hatin.
Ev kiryarên ku tu kesê xwedî wijdan nikare qebûl bike, wekî bûyerên asayî û rojane nayên dîtin. Ev kiryar binpêkirina rûmeta mirovî û mafê kesan e ku bi awayekî ewle vegerin ser ax û malên xwe.
‘Entegrasyona demokratîk bi dirûşmeyan nayê avakirin’
Tiştê ku van bûyeran hêj girantir dike, ew e ku pirsgirêka hesabpirsîna ji berpirsên van kiryaran hêj nehatiye çareserkirin. Di vê pêvajoyê de Kurdên ku vedigeriyan axên xwe rastî heqaret, gotinên nebaş û dirûşmeyên nijadperest hatin. Ev tevger tenê ruhê demê nîşan nade, di heman demê de li dijî pêdiviyên avakirina baweriyê ya di navbera pêkhateyên cûda yên civaka Sûriyeyê de ye.
Gelo dema ku hinek kesên vedigerin li ser axa xwe bi muameleyek wisa re rûbirû dimînin, mirov çawa dikare behsa entegrasyona demokratîk û xurtkirina hevkariyek neteweyî bike? Entegrasyon tenê bi dirûşmeyan re nayê avakirin û bi veşartina nakokiyan re nayê mîsogerkirin. Ev garantiyên berbiçav ên ku mafan diparêzin, ji bo çareserkirina sedemên bingehîn ên alozî û kaosê îradeyek siyasî ye û pêdivî bi mekanîzmayên ku hesabdayîna kesên berpirsiyarê binpêkirin mîsoger dike, heye.
Bi vê yekê re, berpirsiyariya hikûmetê ne ew e ku ji van pirsgirêkan bireve an jî wan paş bixe, divê bi cidiyeteke mezin dest bigre. Pirsgirêkên ku nayên çareserkirin, bi demê re winda nabin, berovajî vê yekê encamên wan her ku diçe girantir dibin û vediguherin barên zêdetir ku rê li ber îstîqrarê digirin û baweriya bi saziyên dewletê lawaz dikin. Ev mijar, di çarçoveya pêvajoya entegrasyona demokratîk ku piştî bi pêvajoya bi peymana di 29’ê Çileyê de di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta derbasbûnê de hatiye îmzekirin re berdewam dike de, xwedî girîngiyek mezin e.
Gelê Kurd, parçeyekî bingehîn ê civaka Sûriyeyê ye. Mafê wan e ku di welatê xwe de bi awayekî rûmet û ewlehiyê bijîn, nasname û taybetmendiyên xwe biparêzin, di saziyên dewletê û dezgehên fermî de bên temsîlkirin û di avakirina paşeroja neteweyê de rolek bilîzin.
Mafên Kurdan, wekî mijareke ji paşeroja Sûriyeyê cuda an jî tenê wekî daxwazeke ku girêdayî beşeke taybet a civakê nayê dîtin. Binpêkirina mafên her komekê, bêguman bandorê li têkiliya di navbera dewletê û hemû welatiyên wê de dike û bingeha baweriyê ya ku yekîtiya neteweyî li ser ava bûye, dihejîne. Paşguhkirina siyasetên ku rasterast hebûna Kurdan dikin hedef, ne tenê gefê li mafên Kurdan dixwe, di heman demê de gefê li yekîtî û serweriya dewleta Sûriyeyê jî dixwe.
Serweriya rasteqîn, bi dûrxistina hinek koman an jî înkarkirina nasnameyên wan pêk nayê, berovajî vê yekê bi parastina wan, misogerkirina mafên wan û xurtkirina prensîbên hevparî û hemwelatiya wekhev tê bidestxistin. Dewleteke ku nikaribe hemû ewladên xwe di bin sîwana xwe de bigre, herçiqas sînorên wê li ser nexşeyê diyar xuya bike jî, bi xeteriya bêîstîqrariyê re rûbirû ye.
Gelo Sûriye dixwaze dewletek çawa be?
Mijar li vir ji nû ve vedugere bingehîna xwe; Gelo Sûriye dixwaze dewletek çawa be? Gelo dewleteke ku hewl dide bi ferzkirina rastiyekê bi zorê desthilata xwe ji nû ve saz bike an dewleteke ku hêza xwe ji baweriya welatiyên xwe digre an jî kesên ku xwe li welat wekî hevparên wekhev hîs dikin?
Pirsgirêkên ku welat pê re rûbirû ye, rê nadin mudaxeleyên qismî an jî çareseriyên demkî. Berovajî vê yekê mezinahiya hilweşînê qebûl bike, sedemên wê yên rast digre dest û vizyonekî siyasî ya berfireh ku pêşiya şaşitiyên raboriyê digre ferz dike.
Lê belê nebûna vîzyonekî zelal û hevgirtî ya dûrxistina Sûriyeyê ya ji senaryoyên perçebûnê û nakokiyên berdewam ên li ser mijarên neteweyî yên bingehîn, derbarê şiyana rêveberiya heyî de ji bo birêvebirina vê qonaxê û pêşîlêgirtina parçebûnek zêdetir de pirsên cidî derdixe holê.
Zêdebûna pevçûnan a li ser hemû sînorên Sûriyeyê, aloziyên herêmî yên berdewam û bi taybetî jî geşedanên li ser sînorên rojhilat û başûrê rojhilat, giraniya rewşê hêj zêdetir dikin û rîskên ku nayên paşguhkirin derdixin pêş.
‘Yekîtiya axa Sûriyeyê bêyî yekîtiya civaka wê temam nabe’
Lewma Sûriye bi pirsgirêkên ku li pey hev tên û nikarin bên kontrolkirin re rû bi rû ye. Pêdiviya herî girîng a ji bo welat, ji nû ve avakirina têkiliya di navbera dewlet û welatiyan de ya li ser prensîbên edalet, hevkarî û naskirina hev e.
Vegerandina serweriyê, ji parastina mafan nayê veqetandin. Parastina yekîtiya axê bêyî hevgirtina civakî pêk nayê. Her wiha aramî tenê bi bikaranîna hêzê nayê ferzkirin. Aramî dema ku mirov hîs dikin di welatê wan de cihekî wan ê ewle heye û rûmet û mafên wan nabe mijara bazarê, tê avakirin.
Di nava mudaxeleyên derve û lawaziyên navxweyî de, pêşeroja Sûriyeyê hêj girêdayî şiyana derbaskirina qonaxa tenê birêvebirina qeyranan a ber bi çareserkirina sedemên wan ên bingehîn û derbasbûna ji dirûşmên yekîtiyê ya ber bi pratîkên berbiçav a li ser qadê ye.
Gelo desthilatdariya heyî dê bikaribe ku berpirsiyariyan veguherîne projeyeke neteweyî ya berfireh an jî dê welat di navbera mudaxeleyên derve û dabeşbûnên navxweyî de bibe esîrê qeyranên xwe yên çaresernebûyî?