Ji 620 kesayetiyan ji bo Abdullah Ocalan serlêdana li Konseya Ewropayê
Ji 29 welatên cuda 62 kesayetên wek xwediyên Xelata Nobelê, siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan, ji bo pêkanîna biryarên DMME’yê yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û "mafê hêviyê", nameyek ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şandin.
Navenda Nûçeyan – Beriya civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya di meha Kanûnê de, daxwaza bicîhanîna biryarên DMME’yê yên derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de û naskirina mafê wî yê hêviyê dîsa ketiye rojeva navneteweyî. 620 kesan ji 29 welatan ku di nav wan de xwediyên Xelata Nobelê, siyasetmedar, akademîsyen û parêzvanên mafên mirovan hene, nameyek ji Komîteya Wezîran re şandin û ji Tirkiyeyê xwestin ku erkên xwe yên yasayî bicîh bîne. Di nameyê de hat destnîşankirin ku misogerkirina şert û mercên danûstandin û xebata azad ji bo Abdullah Ocalan ji bo pêşveçûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pir girîng e.
‘Divê Abdullah Ocalan bê berdan’
Name bi vê daxuyaniyê dest pê dike: "Bi navê kampanyaya navneteweyî ya 'Azadî ji bo Abdullah Ocalan, Çareseriya Siyasî ji bo Pirsgirêka Kurd', em bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dikin ku piştrast bike ku Tirkiye mafê hêviyê li gorî biryara Ocalan/Tirkiye (Hejmar 2) û biryarên koma doza Gurban ên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bicîh tîne. Kampanyaya me ya navneteweyî ku di 9’ê Cotmeha 2024’an de bi beşdariya tevgerên civakî, sendîkayan, xwediyên Xelata Nobelê, parêzeran, akademîsyenan, rêxistinên ciwanan û jinan, rêxistinên civaka sivîl, nûnerên hilbijartî û sektorên din dest pê kir, daxwazên xwe yên ji bo azadiya Abdullah Ocalan ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê dubare dike."
Bicîhanîna mafê hêviyê gaveke bingehîn ê yasayî ye
Di nameyê de, hat diyarkirin ku pêkanîna mafê hêviyê ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pir girîng e, rola Abdullah Ocalan a di pêvajoya danûstandinan de hat destnîşankirin û wiha hat domandin:
"Ev kêliyek girîng e ji bo piştgiriya pêkanîna erkên Tirkiyeyê wekî dewletek endam a Konseya Ewropayê û ji bo pêşvebirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin. Bicîhanîna mafê hêviyê gaveke bingehîn ê yasayî ye ku divê bê avêtin da ku rejîma tecrîda dijwar a ku 27 salên dawî li ser Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin bi dawî bibe û ew bikaribe wekî sermuzakerevan bi bandor beşdarî pêvajoya aştiyê bibe."
'Civîna Kanûnê derfeteke girîng e'
Di civîna Komîteya Wezîran a Kanûnê de, ji Konseya Ewropayê hat xwestin ku li gorî prensîbên mafên mirovan û serdestiya hiqûqê gavên berbiçav bavêje û ev nirxandin hat kirin:
"Civîna Komîteya Wezîran a ku ji bo Kanûna 2026’an hatiye plankirin, firsendek girîng pêşkêş dike da ku bi gavên berbiçav pabendbûna xwe ya bi serweriya hiqûqê, demokrasiyê û mafên mirovan re ji nû ve were piştrast kirin. Biryareke xurt a ku piştgiriya pêkanîna mafê hêviyê dike, dê alîkariya Tirkiyeyê bike ku ji rewşa xwe ya li ser van mijarên bingehîn derbas bibe, di heman demê de piştgiriya navneteweyî ji bo çareseriyek aştiyane û demokratîk a pirsa Kurd nîşan bide."
Îmzakeran her wiha bang li Konseya Ewropayê kirin ku mekanîzmayên bibandor çalak bike da ku Tirkiye erkên xwe bicîh bîne.
Piştgiriya civaka navneteweyî hewce ye
Di nameya ku her wiha behsa bandorên Banga Abdullah Ocalan a ji bo Aştî û Civaka Demokratîk ku di 27’ê Sibata 2025’an de hatiye weşandin li Tirkiye û herêmê dike, wiha hatiye vegotin: "Banga Abdullah Ocalan a ji bo Aştî û Civaka Demokratîk ku di 27’ê Sibata 2025’an de hatiye ragihandin, bandorên girîng li Tirkiye û herêmê kiriye. Vê bangê beşdarî kêmkirina tundiyê kiriye û piştî dehsalan pevçûnan hêviyên ji bo jiyana aştiyane bi rêya diyaloga demokratîk vejandiye. Lê belê, ji bo ku ev hêvî pêk werin, ji her demê bêtir guhertinên girîng di nav welêt de û piştgiriya civaka navneteweyî hewce ne."
Tirkiye pêwîstiya demokratîkbûnê pêk nayne
Di nameyê de hat destnîşankirin ku rêziknameyên yasayî yên li Tirkiyê pêwîstiya demokratîkbûnê pêk naynin. Hat diyarkirin ku sînorkirinên li ser mafên bingehîn ên Abdullah Ocalan û têkiliya wî bi cîhana derve re berdewam dikin. Di nameyê de wiha hat gotin: "Tevî pêşketinên yasayî yên dawî, Abdullah Ocalan di bin şert û mercên ku mafên wî yên bingehîn û têkiliya wî bi cîhana derve re bi giranî sînordar dikin de girtî dimîne. Her çend hin reformên yasayî hatine bicîhanîn jî, ev ji bo demokratîkbûna rastîn têr nakin û pêkanîna biryarên DMME’yê misoger nakin. Ya herî girîng jî, ev rêzikname rewşa yasayî û şert û mercên xebatê yên sermuzakerevanê pêvajoya aştiyê çareser nakin. Ev mijar ji bo serkeftina her pêvajoyek aştiyê ya domdar girîng tê hesibandin."
Mafê hêviyê pêwîst e were naskirin û pêk anîn
Di nameyê de daxwaza bicîhanîna tevahî ya biryara DMME ya 2014’an a li ser Abdullah Ocalan dubare hat kirin û wiha hat gotin: "Ji ber vê yekê, em bang li Komîteya Wezîran dikin ku bicîhanîna tevahî ya biryara DMME ya 2014’an a li ser doza Abdullah Ocalan misoger bikin, mafê wî yê hêviyê nas bikin û pêk bînin. Ev gaveke yekem a neçar e ber bi çareserkirina statuya hiqûqî ya Abdullah Ocalan ve û dihêle ku ew beşdariyek watedar ji bo çareseriyek demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd bike."
Şert û mercên azad werin dabînkirin da ku beşdarî pêvajoya aştiyê bibe
Name bi bibîrxistina berpirsyariya Konseya Ewropayê ya di derbarê demokratîkbûn û mafên mirovan de bi dawî dibe û tê xwestin ku di civîna xwe ya Kanûnê de biryarek zelal û bibandor qebûl bike. Name wiha dibêje: "Konseya Ewropayê bi derfetek dîrokî re rû bi rû ye ku piştgiriyê bide yek ji dewletên xwe yên endam di rêya demokratîkbûna rastîn de. Em ji we dixwazin ku hûn bi pejirandina biryarek zelal û bibandor di civîna xwe ya Kanûnê de prensîbên Konseyê veguherînin pratîkê. Her wiha em daxwaza serbestberdana Abdullah %calan û dabînkirina şert û mercên bêkêmasî, azad û bê sînor ji bo beşdariya wî ya watedar di pêvajoya aştiyê ya berdewam de dikin."