UNHCR: Ji 13’ê Tîrmehê ve 176 hezar kes ji Suweydayê koçber bûne

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), ragihand ku ji 13’ê Tîrmehê ve ji ber êrişan 176 hezar kes ji Suweydayê ber bi Deraa û gundewarên Şamê ve koçber bûne.

Navenda Nûçeyan – Nêzî hefteyek berê bajara Suweydayê di rewşa xwecihî û herêmî de şahidî ji rêze bûyerên ewlehiyê yên bixwîn kir ku îşaret guhertinek xeternak dike. Ev bûyeran bû sedema mirina zêdetirê hezar kes û li bajarên din jî bû sedema pêlekî mezin a penaberiyê.

Nûnerê Sûriyeyê yê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji 13’ê Tîrmehê ve nêzî 176 hezar kes ji Suweydayê ber bi Dera û gundewarê Şamê ve koçber bûne. Ev rewş, ji ber tundiya dinavbera çeteyên girêdayî HTŞ’ê ya cîhadîst  û civaka Durzî tê jiyîn.

Nûnerê, destnîşan kir ku li gorî nixandinên kuKomîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) bi hevkariya ajansên din ên NY’ê kiriye, rewşa mirovî ya li Dera û gundewarê Şamê karasetî ye. Her wiha destnîşan kir ku gelek kes neçar man bixwas bimeşin û xwe bighînin herêmên ewle. Ev kes niha jî xwe dispêrin alîkariyên mirovî.

Nûnerê, diyar kir ku Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) bi hevkarên xwe re xebatên xwe yên belavkirina pêdiviyên awarte, xizmetên parastin, desteka derûnî û lênerîna taybet a zarokan zêdetir kiriye.

Her wiha ragihand ku komîseriyê bi rêya navendên xwe li herêmên zerardîtî pêşkêşkirina xizmetên bingehîn, desteka dirûnî ya awarte û çalakiyên parastina zarokan didomînin, di dirêjahiya rewşa awarte de jî li Suweydayê ye û bang kir ku divê alîkariyên mirovî ji bo herêmê werin şandin.