Ji rojnamegeran li dijî gotinên nefretê kampanyaya îmzeyan

Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad Evîn Îbrahîm redkirina xwe ya bikaranîna platformên medyayê weke rêbazek ji bo handan an belavkirina nefretê anî ziman û got: "Li dijî gotinên nefret û dabeşbûna civakê kampanyaya îmzeyan destpê kir."

ŞÊRÎN MIHEMED

Qamişlo – Di 22'ê Tîrmehê de, Yekîtiya Ragihandina Azad li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin ku armanc dike pabendbûna xebatkarên medyayê, xurt bike. Ev kampanya ji berpirsiyariya medyayê ya belavkirina rastiyê û pêşxistina çanda diyalogê û jiyana hevbeş tê, di demeke ku gotinên nefretê û tundiyê li Sûriyeyê zêde dibin.

Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad, Evîn Îbrahîm da zanîn ku ragihandina azad stûneke bingehîn e di parastin û pêşvebirina civakê de û wiha dest bi gotinên xwe kir: "Ew deng û wijdanê gel temsîl dike û bi ragihandina rastiyê û pratîzekirina rexneyên avaker beşdarî rêberî û birêvebirina civakê dibe. Medya dikare hem civakan ava bike, hem jî hilweşîne, ji ber vê yekê girîng e ku mirov bizanibe çawa medyayê bikar bîne."

'Çapemeniya Azad di ragihandina rastiyê de roleke girîng dilîze'

Evîn Îbrahîm di nava gotinên xwe de der barê tiştên ku di medyayê de li ser êrîş û pevçûnên li peravên Sûriyeyê û li Suweydayê qewimîn de hatine belavkirin de, wiha axivî: "Ragihandina azad roleke girîng di veguhestina bûyerên meydanî de dilîze. Ew girêdanek di navbera rastiyê û dengê civakê de ye. Di pêşketinên dawî yên li Suweydayê e ragihandina azad bênavber xebata xwe domand û bi pêşketinan re gavên pêş avêt, ji bo ku dengê gelê wê deverê û rastiya wê ji raya giştî re raghînin. Lê saziyên medyayê yên ne girêdayî ragihandina azad gotinên nefretê û dabeşbûnê di nava pêkhateyên Sûriyeyê de bi kar anîn. Ev yek jî bikaranîna medyayê ji bo ajandayên siyasî eşkere kir ku bi rola wê ya rastîn weke dengê gel û rêbazeke ji bo avakirina têgihîştin û hevgirtinê re ne lihevhatî ne."

Li dijî gotinên nefret û dabeşbûna civakê kampanyaya îmzeyan

Evîn Îbrahîm bal kişand ser kampanyaya ku li dijî gotinên nefretê dane destpêkirin û armanca wê anî ziman û got: "Ji ber kampanyayên şaş ên ku rastiyan vedişêrin û belavbûna medyaya sexte, şerekî navxweyî dest pê kir û gef û binpêkirin li dijî gelê Suweydayê zêde bûn. Bi zêdebûna nûçeyên sexte yên ku nakokî û nefretê çêdikin, me pêwist dît ku em li seranserê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampanyayek ji bo berhevkirina îmzeyan bidin destpêkirin. Ji hejmarek mezin ji pisporên medyayê, çalakvanên mafên mirovan, rewşenbîr û kesayetên serbixwe ji seranserê Rojhilata Navîn û cîhanê, tevî Kurdistanê, îmze hatin berhevkirin. Kampanyayê di 22'ê Tîrmehê de dest pê kir û dê 15 rojan bidome, armanc dike ku planên ji hêla dijminên edalet û demokrasiyê ve hatine çêkirin, têk bibe. Encama kampanyayê dê piştre were ragihandin. Divê hemû xebatkarên çapemeniyê di vê hemleyê de cih bigrin da ku bibin dengê rastî û edaletê."

'Divê medyaya azad bibe rêbazek ji bo belavkirina aştî û demokrasiyê'

Evîn Îbrahîm tekez kir ku divê medya rola xwe ya bingehîn di veguhestina dengê rastiyê de ji civakan re biparêze û got: "Em ê berdewam bikin ku rastiyê biparêzin û xebata xwe ji bo bidestxistina wê bidomînin. Medyaya azad ji destpêka Şoreşa Rojava ve roleke girîng lîstiye û di veguhestina dengê gelê Suweydayê de ku rastî hewldanên qirkirinê hatine, beşdariyeke girîng kiriye. Medyaya azad di yekgirtina gelan de roleke girîng lîstiye. Divê medyaya azad bibe rêbazek ji bo belavkirina aştî û demokrasiyê da ku em bikaribin Sûriyeyê bigihîjînin ewlehî û demokrasiya ku tê xwestin. Ji ber ku gelê Sûriyeyê di salên şoreşê de gelek êş kişandiye û heq dike ji azadî û edaletê sûdê bigre."