Tulay Hatîmogullari: Em ê rê nedin feraseta qeyûm

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, di hevdîtina bi gel de diyar kir ku ew ê ferasetek şaredarîvaniya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaz ava bikin û got: “Em ê serkeftina xwe di bin dara DEM’ê de bi çayeke bi dem pîroz bikin.”

Mûş- Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Kopê ya Mûşê tevli hevdîtina bi gel re bû.

Tulay Hatîmogullari, li bajaroka Lîzê ji hêla partiyiyan ve hat pêşwazîkirin, bi konvoyeke wesayîdan ket navçeyê û tevli hevdîtina bi gel re li pêşiya buroya hilbijartinê bû. Piştî pêşwazîkirina bi coş, ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Piştre jî namzedên hevşaredariyê yên navçeyê Aryan Dogan û Arafat Karadagi gel silav kirin.

‘Em ê dîsa bi ser bikevin’

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li vir bangî gel kir, bal kişand ser coşa gel û got: “Ev coşa serkeftina 31’ê Adarê ye” û wiha domand: “Em gelek caran li Kopê bi ser ketin. Em ê dîsa bi ser bikevin. Di hizûra we de ez careke din zîhniyeta ku qeyûman tayîn dike şermezar dikim. Em li her devera Kurdistanê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Heta kesên dengê xwe dan AKP’ê jî ji feraseta ku qeyûm tayîn dike aciz in. Êdî ew jî qeyûman naxwazin. Em ê rê nedin feraseta qeyûm.”

‘Gel dê di 31’ê adarê de li ser sindoqan bibe bersiv’

Tulay Hatîmogullari di berdewamiya axaftina xwe de got ku qeyûm her derê dişêlînin û wiha pê de çû: “Yek ji şaredariyên ku şêlandiye jî ya Kopê ye. Neguhêzbarên şaredariyê û her tişt firotin. Saziyên jinan, ên ciwanan ku partiya me bi feraseta 30 salan a şaredarîvaniyê ava kiribûn an girtin an jî firotin. Hemû erseyan dewrî wezaratan kirin ji ber ku ew jî dizanin diçin. Gelê me yê hêja, em ê nehêlin zîhniyeta qeyûmperest bikeve vê xakê û dê di 31’ê Adarê de li ser sindoqan bersivê bidin. Bila soza me be ku dema me şaredarî bi dest xist em ê bi awayekî zelal û demokratîk birêve bibin.”

Banga xwedîderketina li sindoqan

Tulay Hatîmogullari, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê bi taybetî jî ciwan li dijî dizên sindoqan hişyar bin û xwedî li wan derkevin. Êdî demeke kin maye û ricaya me ew e ku hûn bi hemû hêza xwe xwedî li sindoqan derkevin. Di dema hejmartina dengan de li wir bin û nobetê bigrin. Em bi hev re pêşiya lijneyên hilbijartinê yên bajaran tije bikin. Em rê nedin dizan. Weke ku hûn jî dizanin, ev diz dizanin ku nikarin qeyûm tayîn bikin lewma li bajarên me yên krîtîk bi hezaran leşker û polîs veguhestin. Ji we ricaya min ew e ku hûn xizmên xwe yên derveyî bajar qaneh bikin da ku bên dengê xwe bidin.”

‘Em mohra xwe li bin dara DEM’ê bidin’

Tulay Hatîmogullari, axaftina xwe wiha qedand: “Gelê me li ser riya felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ ye. Dê ev gel aştî û xwişk-biratiyê bîne vî welatî. Dê jin û ciwanên Kurd bînin. Ev tevlibûn û çepik têkoşîneke xurt a li dijî tecrîda li Îmraliyê ye. Îradeya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi riyên demokratîk e. Heta ku ev coş û kelecana we hebe, tu kes dê nikaribe bi gelê me serî bide tewandin. Bila qesr jî vê baş bizanibe ku em ê bajarên xwe bi feraseta şaredarîvaniya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan birêve bibin. Em mohra xwe li bin dara DEM’ê bidin û serkeftina xwe bi çayeke bi DEM pîroz bikin. Riya me vekirî be.”

Tulay Hatîmogullari, ji bo bernameya din ber bi navenda Mûşê ve ket rê.