Tulay Hatimogullari: Deriyekî nû ji bo çareseriyê tê vekirin
Tulay Hatimogullari, diyar kir ku pêşnûme qanûna ku pêşkêşî Meclîsê hatiye kirin, nikare bi têna serê xwe pirsgirêka Kurd çareser bike û got: “Lê ji bo vekirina deriyekî nû dîrokî ye. Ji bo me jî tê wateya vekirina deriyekî ji bo çareseriyê.”
Navenda Nûçeyan – Pêşnûme qanûna ku bi armanca avakirina zemîna qanûnî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hat rojevê, ji aliyê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, endamên Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar, Rêveberiya Koma DEM Partiyê, Berdevka Partiyê Ayşegul Dogan, Berdevka Meclîsa Jinan Halîde Turkoglu û endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk û Biratî û Demokrasiyê ve hat îmzekirin.
‘Helbet ev qanûn nikare pirsgirêka sed salî çareser bike’
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari ya piştî îmzekirina pêşnûmeyê axivî, diyar kir ku qanûna çarçoveyî ku dê îro pêşkeşî Meclisê bê kirin dîrokî ye û ev yek anîn ziman: "Di raporê de madeyên 6 û 7’an a derbarê çareserkirina pirsgirêka Kurd de pir girîng bûn. Yek jî merhaleyên dîrokî çûyîna Komîsyonê li Girava Îmraliyê û bi Birêz Ocalan re hevdîtin kir. Pêşkêşkirina qanûna çarçoveyî ji bo Serokatiya Meclisê jî dîrokî û girîng e. Helbet ev qanûn nikare pirsgirêka sed salî çareser bike. Lê ji bo vekirina deriyekî nû dîrokî ye. Ji bo me jî tê wateya vekirina deriyekî ji bo çareseriyê.”
‘Divê ev qanûn bibe qanûneke binyadî’
Tulay Hatîmogullari, axaftina xwe wiha domand: “Ji niha şûn ve jî ji bo ev qanûn bibe pratîk û desteyên bên avakirin pir girîng in. Divê ev qanûn bibe qanûneke binyadî. Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêka terorê ye. Em jî vê merhaleyê girîng dibînin. Em hêvî dikin hemû partî jî piştgiriya vê qanûnê bikin. Em bi bawer in ku ev qanûn deriyekî demokrasiyê vebike.”
Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Part û Cîgira Serokê Meclîsê Pervîn Buldan jî, der barê “Pêşnûme qanûnê ya bi navê Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” de li ser hesabê xwe ya medyaya dîjîtal parvekirinek kir. Pervîn Buldan, diyar kir ku wan pêşnûme îmze kiriye û got: "Ez hêvî dikim ku bi xêr be. Bila aştiya me mayînde be. Bila îmzeya min wekî du îmzeyan were hesibandin. Ya din jî bi navê birêz Sirri Sureyya Onder.”