TJK-E ji bo 3’ê Tebaxê bang kir: Li dijî qirkirin û kuştina jinan rabin ser piyan

TJK-E bang li tevahiya jinên cîhanê bi taybetî jinên Kurd û her wiha gel û hêzên civakî yên demokratîk kir ku di 3'yê Tebaxê de li dijî qirkirin û tundiya li ser jinê rabin ser piyan.

Navenda Nûçeyan – Tevgera Jinên Kurd ên li Ewropayê (TJK-E), bi wesîleya 11’emîn salvegera qirkirina 3’yê Tebaxa 2014’an a li dijî gelê Êzidî li Şengalê ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hat kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. TJK-E got, “Em weke Tevgera Jinên Kurd ên li Ewropayê careke din vê sûcê li dijî mirovahiyê bi tundî şermezar dikin û destnîşan dikin ku polîtîkayên komkujî, zilm, destdirêjî, kolekirin û bênasnamekirina li dijî Êzidiyan ku 11 sal berê li ber çavên tevahiya mirovahiyê pêk hatin, îro jî berdewam dikin.”

TJK-E got, “Ev komkujiya ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve li Şengalê li ser axa pîroz a kevnar li dijî gelê Êzidî hat kirin, di heman demê de tê wateya qirkirina jinê” û diyar kir ku di vê êrîşa qirkirinê de bi hezaran jin hatine revandin, rastî destdirêjiyê hatine, weke kole li bazaran hatine firotin û çarenûsa gelek ji wan hîn ne diyar e. 

TJK-E, destnîşan kir ku gelê Êzîdî bi parastin û xwerêveberiyê bersiv dane komkujiya 3’yê Tebaxê û hat gotin ku jinan pêşengiya vê berxwedanê kirin û ji bo gelên din ên li çaraliyê cîhanê bûn mînak. 

TJK-E, da zanîn ku Êzîdiyên li Şengalê hîn jî bê statu ne, xwerêveberiya wan nayê naskirin û hat gotin, “Hê jî berpirsyarên qirkirinê li dadgehê nehatine darizandin û sûcdar nehatine eşkerekirin. Ji ber vê yekê, bi vê wesîleyê em banga xwe ya edalet û statuyê ji bo gelê Êzidî yê li Şengalê dubare dikin. Em tevlî daxwaza avakirina dadgeheke navneteweyî dibin da ku hesab ji berpirsyarên êrîşên qirkirinê û sûcên ku di 3'yê Tebaxa 2014'an de li dijî civaka Êzidî hatine kirin, were pirsîn. Em dibêjin; em têkoşîna xwe ya hevpar ji bo azadî û wekheviyê bi taybetî ji bo Êzidiyan, hemû gel û baweriyên bindest, bilind bikin.”

TJK-E, behsa girîngiya banga Rêber Apo ya 27’ê Sibata 2025’an ji bo aloziya li Rojhilata Navîn kir û bal kişand ser wê yekê ku zîhniyeta DAÎŞê bi awayên cûrbecûr ji nû ve zindî bûye û hate gotin ku rêxistinên mîna çeteyên HTŞ’ê û Talîbanê ji bo jinan gefên mezin çêdikin.

TJK-E, destnîşan kir ku riya çareseriya li hember gefa qirkirinê ya li ser gelê Êzidî Konfederalîzma Demokratîk e û diyar kir ku divê xweseriya demokratîk a Êzidiyan li Şengal were naskirin.

TJK-E, ragihand ku ew ê di 3’yê Tebaxa 2025’an de li gelek bajarên Ewropayê bi dirûşmeya "Qirkirin û kuştina jinan sûcên li dijî mirovahiyê ne" xwepêşandanan li dar bixin û bang li hemû jinan, gelan û hêzên demokratîk kir ku piştgiriyê bidin vê têkoşînê.

Navendên ku wê di 3’yê Tebaxê de çalakî lê werin lidar xistin bi vî rengî ne: 

1. Tebax 2025’an 

Elmanya 

Schwalbach

Bîranîn 

Saet: 15.00 

Cih: Rudolf-Diesel Str. 7 

Achim 

Bîranîn

Saet: 17.00 

Cih: Am Marktplatz 1, Am Glockenspiel 

2.ê Tebaxa 2025’an 

Elmanya

Kassel 

Stand û Bîranîn

Saet: 15:00 

Cih: Friedrich Platz 

Hildesheim 

Mîtîng 

Saet: 16:00 

Cih: HBF 

Fransa  

Evry û Melun 

Sinevizion 

Saet: 14:00 

Cih: DTM 

Skandînavya  

Stockholm 

Bîranîn 

Saet: 13:00 

Cih: Komel Stockholm 

3’yê Tebaxa 2025’an

Elmanya 

Hannover 

Mîtîng

Saet: 4:00 PM

Cih: Kropcke 

Frankfurt

Mîtîng

Saet: 2:00 PM 

Cih: Frankfurter Romer

Emmerich-Wesel 

Panel 

Saet: 13:00 

Cih: Mala Êzidiya Wesel 

Ackerstr. 242/Wesel 

Darmstadt

 Bîranîn 

Saet: 14.00 

Cih: Staudingerstr 7 

Mannheim 

Bîranîn 

Saet: 14.00

Cih: Bad Kreuznacher Str. 36

Stuttgart

Mitîng

Saet: 16.00

Cih: Schlossplatz

Hamburg

Mîtîng

Saet: 14:00

Cih: Budapest Str./Stadyuma St. Pauli

Lohne 

Bîranîn 

Saet: 13:00 

Uhlenburger Buchenallee 16 

Brîtanya  

London 

Bîranîn 

Saet: 14:00 

Cih: Navenda Civaka Demokratîk 

Belçîka 

Liege 

Mîtîng 

Saet: 11:00 

Cih: Gare Guillemins

Swîsre 

Basel

 Pêşandana şanoyê 

Saet: 12:00

Cih: Elisabethen Kirche 

Cenevre 

Bîranîn 

Saet: 13:30 

Cih: Komel / Rue du Vieux-Billard 25

Bern 

Bîranîn 

Saet: 13:30 

Cih: Munsterplattform 

Zurîch 

Mitîng 

Saet: 16:00 

Cih: Stauffacher 

Fransa 

Parîs-Villers Le Bel 

Di saet 11:00’an de zengilên dêrê wê bên lêxistin 

Meş

Saet: 14:00 

Cih: Villers Le Bel Gar 

Parîs 

Nîşandana fîlm

Saet: 18:30

Cih: Navenda Çandê ya Ahmet Kaya

 Drancy 

Nîşandana fîlm

Saet: 14:00 

Cih: DTM

Marseille 

Xeleka Mirovan

Saet: 10:30 

Cih: Vieux-Port

Strasbourg

Pêşandana Fîlm 

Saet: 17:00

Cih: DTM

Bordeaux

Mitîng 

Saet: 16:00 

Cih: Place de la Victoire 

Skandînavya  

Helsingborg 

Bîranîn 

Saet: 11:00 

Cih: Sondergatan 11C, 103 Helsingborg

Danîmark 

Bîranîn 

Saet: 13:00

Cih: Marielundvej 46A, Herlev

Hollanda 

Den Haag

Mitîng

Saet: 13:00

Cih: Laan van Reagen en Gorbatsjov, li hember Stasyona Navendî