TJA: Li hemberî qirkirina li Sûriyeyê bêdeng nemînin

TJA'yê têkildarî komkujiya li Sûriyeyê daxuyaniyek da û bang li sazî û rêxistinên navneteweyî kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û azad divê piştgirî ji şoreşa Rojava û civaka Elewî re bê dayîn."

Navenda Nûçeyan – Tevgera Jinên Azad (TJA) der barê polîtîkaya komkujiyê ya HTŞ’ê yê cîhadîst li Sûriyeyê li dijî nasnameyên cuda bi taybet Elewiyan, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanc bi parvekirina wêne û wêneyên komkujiyê ew e ku rejîmeke tirsê bê afirandin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Em hikûmetên netew-dewlet ên ku di van 15 salên dawî de ji bêdengiya xwe ya li hemberî qetlîamên qirkirinê yên DAIŞ, El Nûsra, SMO ya li dijî nasnameyên cuda û heta ji xwarina xwe ya piralî ya ji van komên çete, bi eşkere çavên xwe ji van polîtîkayên qirkirinê yên li Rojhilata Navîn bi taybetî Sûriyeyê re girtine. Îro li Sûriyeyê çeteyên HTŞ'ê yên bi hizra DAIŞ'ê ku tenê navê xwe guherandine, sûcên li dijî mirovahiyê yên weke revandin û îdamkirina gelê Elewî dikin; Ew dudilî nake ku cihên wan ên îbadetê wêran bike. Jinên Rojava û hemû nasnameyên li wir berxwedan û têkoşîneke dîrokî nîşan didin, rastiya ku gel bi hev re bi awayekî wekhev û azad bijîn, li dijî daxwazên bêtevger ên dewletên netewe yên serdest ên mêr ku ev cesaret daye wan, derdixin holê. Li Hama, Humus, Tartûs, Lazkiye û gelek wargehên din her roj li dijî civaka elewî komkujî tê kirin. Di dawiyê de ji raya giştî re hate eşkere kirin ku cenazeyên Reem Silêman, hevjînê wê Ahmed Jamul û kurê wan Fatar hatine dîtin. Jin, zarok û malbatên wan revandin û îdam kirin...

Banga hembêzkirina Rojava û Elewiyan

HTŞ’ê di dema ku li dijî civaka Elewî polîtîkaya qirkirinê dimeşîne, hikûmeta faşîst a AKP’ê ku bi dîplomasiya şer bi rê ve dibe, her roj li Tişrînê li dijî gelê Kurd êrîşan pêk tîne. Rojnamegerên ku berxwedanê nîşanî hemû cîhanê didin, li gel gelên ku li dijî êrîşan li ber xwe didin û mafê xwe yê herî bingehîn ê berxwedanê bi kar tînin, her roj ji aliyê balafirên şer ên dewletê ve tên qetilkirin. Yên ku şoreşa jinê ya Rojava û şoreşa gel a ku bi bedelên mezin ava kirine, paşguh dikin û qetlîamê li ser wan ferz dikin, bila zanibin ku paşguhkirina hemû nasnameyên cuda bi taybet civaka Elewî wê ji bo her kesî wêranî û kaosê bîne. Li dijî zîhniyetên paşverû yên serdest ên mêr ên ku jinan ji nedîtî ve tên û nasnameyên cuda bi dijminatî dikin, ji Kurdistanê heta Tirkiyeyê hemû komên demokratîk, sazî û rêxistinên navneteweyî û bi taybet jin; Em bang dikin ku ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û azad li şoreşa Rojava û civaka Elewî derkevin."