‘Em ê nehêlin ku kiryarên terorî yên dewleta Tirk di tarîtiyê de bimîne’

Rojnamevanên Wargeha Penaberan a Mexmûrê, qetilkirina rojnameger Ezîz Koyluoglu şermezar kirin û gotin: “Em ê nehêlin ku kiryarên terorî yên dewleta Tirk di taritiyê de bimîne û em ê tucaran kamera û pênûsa wan li erdê nehêlin.”

Mexmûr – Rojnamevanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekî bertek nîşanî qetilkirina Rojnameger Ezîz Koyluoglu ya ji aliyê dewleta Tirk ve dan. Daxuyanî bi tevlibûna xebatkarên çapemeniya azad û şeniyên Mexmûrê li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştî rêzgirtinê rojnamevan Weysî Tallî axivî.

Weysî Tallî, di destpêka axaftina xwe de qetilkirina Rojnameger Ezîz Koyluoglu şermezar kir û wiha axivî: “Di pêvajoya şoreşê de çapemeniya azad a wek çavekî seyemîn a heqîqetê cih digre û rolekî gelek mezin dilîze. Hemû rastiyên heyî ji raya giştî ya cîhanê re radigihîne. Hevpîşeyên me li kudere dibe bila bibe heta kêliya dawî erka xwe ya çapemeniya azad bicîhtînin. Xebatkarên çapemeniya azad li seranserê Kurdistanê dibin hedefên êrişên dewleta Tirk a dagirker.”

‘Hedefgirtina rojnamegeran sûcek mirovahiyê ye’

Weysî Tallî, di berdewamiya axaftina xwe de balkişand li ser êrişên dewleta Tirk ên li ser endamên  Çapemeniya Azad û wiha got: “Li Bakurê Kurdistanê rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn, li Rojavayê Kurdistanê Cîhan Bilgîn û Nazim Daştan û herî dawî jî kedkarê çapemeniya azad Ezîz Koyluoglu ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Di pîvan û hiqûqa navneteweyî de hedefgirtina rojnamegeran sûcek mirovahiyê ye. Dewleta Tirk dehan caran bi balafirên xwe hevreyên me hedef digre. Êdî divê çapemeniya giştî ya cihanê û hiqûqnas êrişên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd û kesên azadîxwaz bibînin û helwest nîşan bidin.”

‘Em ê kamera û pênûsa wan li erdê nehêlin’

Weysî Tallî, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em wekî xebatkarên çapemeniya azad heta dawî di rêya hevpîşeyên xwe de bimeşîn û nîşandana heqîqetê û rastiyê bidomînin. Em ê nehêlin ku kiryarên terorî yên dewleta Tirk di taritiyê de bimîne. Em ê mîrateya wan a şopandina heqîqet û rastiyê ji xwe bikin pîvanên rêya azadiyê. Em ê kamera û pênûsa wan li erdê nehêlin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.