TJA: Divê Fermana 74’an wek komkujî bê naskirin

TJA di daxuyaniya ji bo salvegera Fermana 74’an a Êzidiyan de got: “Divê komkujiya Şengalê wekî komkujî û qirkirina jinan û Êzidiyan were naskirin û divê berpirsiyar li ber mekanîzmayên sûc ên navneteweyî werin darizandin.”

Navenda Nûçeyan – Tevgera Jinên Azad (TJA) bi minasebeta 11’emîn salvegera Fermana 74’an ku ji aliyê DAIŞ'ê ve di 3'ê Tebaxa 2015'an de li dijî civaka Êzidî pêk hatiye, daxuyaniyek nivîskî bi zimanên Kurdî, Tirkî, Erebî û Îngilîzî weşand û kesên di qirkirinê de hatin qetilkirin bi bîr anî.

Daxuyaniya TJA'yê wiha ye: 

“Di 3’ê Tebaxa 2014’an de, ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve li Şengalê li dijî jinên Êzidî yên Kurd pêvajoya qirkirineke berfireh destpêkir. Di qetlîama ku di bin siya bêdengiya cîhanê de pêk hat, bi hezaran kes hatin qetilkirin, zêdetirî 6 hezar jin û zarok hatin revandin. Jin, li sûkên koleyan hatin firotin, hewl dan bi darê zorê bawerî û olên wan bi wan bidin guhertin, rastî îşkence, destdirêjiya zayendî û esareteke sîstematîk hatin. Li gel 11 salên borî, hêj jî ji hezaran jin û zarokan tu agahî nayê girtin.

Qetlîam û êrîşa ku li Şengalê pêk hat, ne tenê li dijî civaka Êzidî bû, di heman de yek ji perçeyên plana tunekirina xeta jina azad û têk birina têkoşîna wekhevî û azadiya gelên Rojhilata Navîn bû. Bi qetlîama ku li ser nasname û bedenê jinan hat meşandin ve armanc kirin ku hafizeya civakî tune bikin û têkoşîna azadiyê bifetisînin. 

Lê, jinên Êzidî çok neşkandin, serî netewandin. Jinên ku ji qetlîamê xwe rizgar kirin, bê deng neman û serhilindina xwe veguhestin berxwedaneke rêxistinkirî. Bi avakirina hêza xwe ya parastina cewherî, bûn pêşengên parastina Şengalê. Li pey şopên windayên xwe ketin, dev ji têkoşîna edaletê bernedan û bi perspektîfa Jina Azad ve ji nû ve Şengal ava kirin. Bi saya hevkariya navnetewî ya ku bi jinên Kurd re pêk hat, bi hezaran jinên dîl giltî gihiştin azadiya xwe. Û îro jî ev têkoşîn bi biryardariyeke mezin didome.

 ‘Aqûbeta kesên winda nehatine ronîkirin 

Jinên Êzidî, ne tenê parastina xwe, parastina îradeya civakî û hebûna gelan jî wek peywirekê girtin li ser milên xwe. Berxwenadana ku Şengalê meşiya, têkoşîna parastina rûmeta mirovahiyê ye. Li gel vê heqîqetê, sazî û dewletên navnetewî hêj jî ji kiryar û berpirsyarên vê qetlîamê pêvajoyeke darazê nexistine meriyetê, hêj jî gorên komî nehatine vekirin û aqûbeta kesên winda nehatine ronîkirin. Hêj jî gef û êrîşên li dijî Şengalê didomin. Hêj jî statuya Şengalê nehatiye naskirin û hewldanên ji bo astengkirina jiyana nû didomin.

 Berxwedana li dijî qirkirina jinan ne tenê berpirsiyariya gelekî ye, ev têkoşîn berpirsiyariya hevpar a mirovahiyê ye. Wek TJA, em banga xwe dûbare dikin.

 *Divê 3’ê Tebaxê wek roja Li Hember Qirkirina li Dijî Jinan Roja Çalakiya Navnetewî bê naskirin. 

*Divê qetlîama Şengalê wek qirkirina jinê û jenosîda Êzidiyan bê naskirin û divê tevî berpirsyarên vê jenosîdê yek bi yek bên darizandin.

 *Ji bo jin û zarokên winda, divê navendên lêkolînên xweser yên navnetewî bên avakirin. 

*Divê ji bo statuya gelê Êzidî û Şengalê gav bên avêtin û mafên siyasî, çandî û civakê yên gelê Êzidî bên naskirin. 

Berxwedana ku li Şengalê li dijî qirkirina jinan pêk hat, bi têkoşîna azadiya jinên Kurd ve îro li herêmê û qada jiyanê wek sekneke dijberî mezin dibe. Jinên Êzidî yên ku vê xetê esas digrin, parastina xwe ya cewherî ava kirine û îradeya xwe ya hesabpirsînê mezin bi hêz kirine. Ev têkoşîn, ne tenê ji bo hesabpirsîna paşerojê ye, di heman demê de li ser esasên azadiyê wek îdiaya avakirina pêşerojê didome. Li hember qirkirina jinan em ê berxwedana rêxistinkirî ya jinan mezin bikin û tu caran dev ji têkoşînê bernedin da ku kiryar û hevkarên vê qetlîamê hesab bidin.”