Laleş Çelîker li Tetwanê bi girseyî hat pêşwazîkirin

Laleş Çelîker, di destpêka meha Gulanê de ji gertîgehê derket. 30 sal di girtîgehên dewleta Tirk de ma. Dema çû bajarê xwe Tetwanê bi awayekê girseyî hat pêşwazîkirin.

Bîtlîs – Laleş Çeliker, girtiyekî nexweş ku di sala 1997'an de li Êlihê bi tohmeta "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û paşê li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Hejmar 2 ya Amedê hatibû darizandin, piştî 30 sal  di girtîgehê de ma di destpêka Gulanê de serbest hat berdan. 

Piştî 30 sal serbest hat berdan

Laleş Çelîker, di nava 30 salên girtinê de gelek caran hatiye sirgûnkirin, di dawiyê de ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Kocaliyê serbest hat berdan. Piştî 30 salan, Laleş Çelîker vegeriya bajarê xwe Tetwanê û bi girseyî hat pêşwazîkirin.

Çi bû?

Laleş Çelîker,  di sala 1997’an de li Êlihê hatibû girtin û li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Hejmar 2 ya Amedê (ku paşê hate girtin) hatibû darizandin, di 18’ê Nîsana sala 2000’an de bi “cezayê girtiîgehê yê heta hetayê” hatibû darizandin. Biryar ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate piştrastkirin. Parêzerê Laleş Çelîker li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) îtîraz li dijî mehkûmkirinê kir.

 Di serlêdana ji DMME’yê  de hate gotin ku ji ber hebûna dadwerekî leşkerî di panela Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê de darizandinek serbixwe û bêalî nehatiye kirin, ku ew ji qonaxên destpêkê yên lêpirsînê ve ji hêla parêzerekî ve nehatiye temsîlkirin û ji bilî daxuyaniya wê ya ku bi zorê hatiye girtin, ti delîl tune ku mehkûmkirinê misoger bike.

Piştî biryara DMME’yê, dadgeha herêmî (Dadgeha Cezayê Giran a Amed) daxwaza ji nû ve darizandinê qebûl kir. Li gel biryara ji nû ve darizandinê, daxwazên Laleş Çelîker ên ji bo rawestandina darvekirinê di girtîgehê de û tazmînata zirara madî û manewî hatin redkirin.

Laleş Çelîkler, dema ku di nav 30 salan de ji gelek girtîgehan re hatibû veguhastin, gelek pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî dikişand, di nav de kombûna şilavê di dil de, dîsk û pirsgirêkên gurçikê.