Ev 81 roje înternet nîne: Dorpêça dijîtal ji hundirê Îranê heta Tengava Hurmizê

Li Îranê qutbûna înternetê û pirsgirêkên xwegihandinê ket roja 81’an. Rejîma Îranê tenê qadên zext û sansurê giran nake, di heman demê de hewl dide bandorê li ser bînesaziyên peywendiyên herêmê û şîrketên mezin ên teknolojiya dinyayê bike.

Navenda Nûçeyan – NetBlocks, îro 19’ê Gulanê raporek nû weşand û diyar kir ku qutbûnên înternetê ya li Îranê û qedexeyên giran ên xwegihandinê 1920 saet li pey xwe hêla û ket roja 81’an. Ev rewş hejmarek zêde bikaranîna, aktivîstên civaka sivîl, rojnamevan, rêveberiyên onlîne û malbatan rû birûyî krîzên cidî yên peywendî, siyasî û aborî dihêle. 

Welatiyên Îranê, piştî atmosfera şer li dijî daketina cidî ya di leza înternetê de, pirsgirêkên wek sansura belav dibe, astengiyên xwegihandina platformên medyayê, VPN’yên bi malyetên zêde, tê jiyîn, têdikoşin. Rejîma Îranê di heman demê de hewl da kontrolê bibe sînorên derveyî welat. Li gorî raporê, rêveberiya Îranê, hedef dike ku li ser xetên peywendiyê û qabloyên li ser Tengava Hurmizê re derbas dibin hê zêdetir kontrolê pêkbîne. Ev guzergeha stratejîk, beşek girîng a herikîna daneyên navnetweweyî û peywendiyê dihilgire.

Tengava Hurmiz: Ji korîdora enerjiyê heta qada rekabeta dijîtal

Tengava Hurmiz ku wek yek ji xala derbasbûna enerjiyê ya herî hesas a dinyayê tê zanîn, êdî bûye saheyek nû ya rekabeta dijîtal a jeopolîtîk. Pispor hişyarî didin ku di mijara hewldana rejîma Îranê kontrolkirina bînesazî û qabloyên peywendiyê ne tenê Îranê, dê bandorê li ewlehiya naveneteweyî ji bike. 

Rêveberiya Îranê modelên girtî yê înternetê mînak digre û hewl dide pergalek a înternetê ya dikare were kontrolkirin, hatî bicihkirina balê dide ewlehiyê ava bike. Di vê modelê de gihandina agahiyan bi azadane, herku diçe cihê xwe ji tora sînorî ya girêdayî saziyên fermî û kontrola dewletê re dihêle.

Zexta li ser şîrketên teknolojiyê ya gerdûnî

Astek din a vê polîtîkayê jî, rejîma Îranê daxwaz dike ku şîrketên tekolojiyê yên mezin li gorî zagonên di nava welat de be. Di nava van daxwazan de, divê platformên navneteweyî li gorî quralên sansurê be, parvekirina daneyên bikarhêneran û naverokên wê di çarçoveya hikûmetê de were sînordarkirin cih digre.

Qebulkirina şîrketên teknolojîk ya vê daxwazê, dibe ku rê li ber rewakirina sansora derveyî sînor û zêdekirina zexta dijîtal veke. Bi îfadeyek din rejîma Îranê, hewl dide modela kontrola îneternetê ya di nava welat de pêktîne, bibe asta navneteweyî.

Aboriya dijîtal dibin zexta giran deye

Domandina qutbûnên înternetê, darbeyak mezin li aboriya dijîtal a Îranê da. Bi hezaran rêvebirin onlîne, bazara înternetê, xebatkarên serbest, ên ku naverokan dihilberînin û hewldan, di hefteyên dawî de rû birûyî windakirina debarê, windakirina muşteriyan û kêmaniyên xizmetê hatin. Dewamkirina vê rewşê, wê tenê reva sermayeyê û koçe hêza kar bi lez neke, di heman demê de dê kendala di nava aboriya gerdûnî ya Îranê de hê kûrtir bike.

Gelek rêveber, diyar dikin ku li Îranê, înternet êdî ji bînesaziyek domadar û bi ewle derketiye, bi hincetên ewlehî û siyasî dibe ku her kêlî were qedexekirin.

Îzolasyona dijîtal û nexweşiya civakî ya zêde bûye

Li gel giranbûna qedexeyan, fikarên derbarê ku welatiyên Îranê, berbi îzolasyona dijîtal ve hatine birin mezin dibe. Hertim qutbûnên înternetê û pirsgirêkên xwegihandinê, bandorek nerênî li peywendiyên malbatan, gihandina perwerdeyê, xizmetên tenduristiyê yên onlîne, medyaya serbixwe û herikîna agahiyan dike. Di heman demê de ji zexta zêde, binçavkirin û veşartina darvekirina ji raya giştî zemîn ava dike. Bi taybet li ser malbatên ku li edaletê digerin zextên cidî yên psîkolojîk û civakî dihêle. 

Di dinyaya roja meya îro de, înternet ne tenê amûrek a têkiliyane, wek parçeyek a mafê welatiya bingehîn tê dîtin. Li Îranê jî ev maf her diçe hîn zêdetir dikeve bin kontrola saziyên ewlehiyê.