Çalakvanên Tûnisî bertek nîşanî girtina saziyên jinan dan

Çalakvanên jin ên Tûnisî bertek nîşanî girtina saziyên jinan dan û gotin: “Mafên mîna azadiya derbirînê, rêxistinbûnê û xwepêşandanê yên hatine bidestxistin jî di xetereyê de ne.”

ZIHÛR EL-MEŞREQÎ

Tûnis – Di nava hefteyek de xebatên Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê û Foruma Mafên Civakî û Aborî ya Tûnisê, bi hinceta çavdêriya malî û pêşkêşkirina hemû belgeyan hate rawestandin.

Komeleyên ku bertek nîşanî biryarê dan, vî gavê niheq, mîna gavek li dijî biryarnameya Hejmar 88 a di sala 2011’an de hat derxistin û sektorê sererast dike, binav kirin. Li aliyê din hinek rayedar bawer dikin ku li welat di pêvajoyek awarte tê jiyîn û di vê pêvajoya hesas de çavderîkirina çavkaniyên darayî pêwîstiyek e. Rayedarên Tûnisê, diyar dikin ku ev çavderîkirin gavek pêwîst e, kesên bê guman dê xebatên xwe bidomînin û rawestandina xebatan mîna tacîzek li dijî civaka sivîl nabînin.

‘Armanc veşartina qirêjiyê û pirsgirêkên bingehîn e’

Aktîvîstên li Tûnisê, fikarên xwe yên li ser sînordarkirinên zêde yên li dijî civaka sivîl û komeleyan tînin ziman. Aktîvîst, diyar dikin ku ev gav armanc dike ku saziyên navbeynkar ên muxalifên polîtîkayên hikûmetê yên heyî ne ji holê rakin, bi xwepêşandanên dawî yên li Gabes ve girêdayî ne. Aktîvîst dibêjin ku ev biryar armanc dike bala raya giştî ji qeyrana qirêjiyê û pirsgirêkên bingehîn ên mîna pirsgirêka aborî û kêmbûna hêza kirînê dûr bixe.
Komeleya Jinên Demokrat a Tûnisê ji salên 1980’an û vir ve xebat dimeşîne û Foruma Mafên Civakî û Aborî jî di sala 2011’an de hate damezrandin. Ev komele, beşek xebatên xwe ji bo pirsgirêkên koçberên jin ên ji Efrîkaya Başûrê Sahrayê û edaleta jîngehê ya li Tûnisê, vediqetîne.

‘Rakirina saziyên makezagonî li dijî demokrasiyê derbek e’

Têkoşînvan û endama rêxistina Misawarê Delîla Mahfouz, diyar kir ku Tûnis di demên dawî de rastî binpêkirinên zêde yên mafên siyasî û sivîlan tê. Delîla da zanîn ku azadiyên derbirînê, afirînerî, komelebûn, sendîkal û azadiyên siyasî, bi rêbazên cûrbecûr ên zextker tên sînordarkirin û bi biryarnameya Hejmar 54 tên hedefgirtin. Delîla, destnîşan kir ku azadiyên hatine bidestxistin îro tên tasfiyekirin û pêla zextê ji aktîvîstan ber bi partiyên siyasî, ji komeleyan, ber bi sendîkayan, daraz, medya, parêzeran, rojnamevanan, civaka sivîl û rewşenbîran ve berfirehtir dibe.”

‘Rakirina saziyên makezagonî û rêziknameyî demokrasiyê qels dike’

Delîla Mahfouz, diyar kir ku rakirina saziyên makezagonî û rêziknameyî demokrasiyê qels dike, dadweriyê bindest dike (Biryarnameya Hejmar 35) û îradeyê dikin bin kontrolê (biryarnameya hejmar 96) û got: “Çalakiyên rexnegir û siyasî yên muxalefetê ya bi çavdêriya dadwerî, tacîz, girtinên keyfî û darizandinên niheq tên astengkirin. Xwepêşandanên civakî tên tepeserkirin, beşdar tên darizandin, bikarhênerên medyayê û medyaya dîjîtal tên hedefgirtin û zexta li ser rêxistinên civaka sivîl bi bingeha dijminatiya li hemberî "saziyên navber" tê meşandin. Herî dawî jî Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisê û Foruma Tunisê ya Mafên Aborî û Civakî yên xebatên wan bi hinceta çavderiya malî hate rawestandin.”

‘Destkeftiyên şoreşgerî di xetereyê de ye’

Delîla, da zanîn ku wek rêxistina Misawat bi Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê re di nava hevgirtinê de ne û daxwaz dike ku rayedar li gorî Biryarnameya Hejmara 88 a 2011’an tevbigerin û rawestandina li ser komeleyê rakin. Delîla Mahfouz, diyar kir ev pêla zextê armanc dike ku bi hedefgirtina komeleyên bi qanûnî dixebitin, qada giştî ya li Tûnisê bi tevahî bike bin kontrola xwe û destnîşan kir ku destkeftiyên şoreşgerî di xeterê de ne.
Beriya niha xebatên komeleya "Aswat Nissa" ji bo mehekî hatibûn rawestandin û piştre jî xebatên komeleya "Manamti" ya bi koçberên Efrîkaya Başûrê Sahrayê eleqeder dibû hatibû rawestandin. Rêvebera komeleyê Sadîa Mesbah jî, bi sûcdariya xeteriya ewlehiya dewletê, şopandina pereyan û sûcdariyên din ên cidî, tê ragirtin.

Delîla Mahfouz, diyar kir armanca îro tasfiyekirina destkeftiyên şoreşgerî ye, mafên mîna azadiya derbirînê, rêxistinbûnê û xwepêşandanê yên hatine bidestxistin jî di xetereyê de ne û gel û hêzên demokratîk jî ji bo parastina van destkeftiyan bi biryardariyek mezin têdikoşîn.

‘Ji bo mexdûrên tundiyê piştgiriya derûnî, hiqûqî û civakî dide’

Parêzvana mafên mirovan û jinan Jinîn Telîlî, da zanîn kampanyaya ku komeleyên parastina azadî û mafan dike hedef digre demek dirêj e didome û ev komele mîsogerkirina ewlehiyê yên demokrasiyê ne. Jinîn Telîlî, piştî têkoşîna 36 salan rawestandina xebatên Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê mîna rewşek cidî bi nav kir û got ku komele navendên guhdarîkirin û şêwirmendiyê yên ji bo mexdûrên tundî piştgiriya derûnî, hiqûqî û civakî dide, birêve dibe.
Jinîn Telîlî, diyar kir wê rawestandina xebatan a ji bo mehek mexdûran li kolanan bihêle û serlêdana saziyên fermî jî wê ji ber zêdebûnê wext bigre. Jinîn Telîlî, bibîr xist ku Wezareta Malbat û Karûbarên Jinan carna mexdûran dişîne van komeleyan.

‘Komele dê xebata xwe nesekinînin’

Jinîn Telîlî, destnîşan kir ku rawestandina çalakiyan gaveke siyasî ye ku armanc dike komeleyan ji ber helwestên wan ên siyasî yên rexnegir ceza bike û got: “Dê komele xebata xwe nesekinînin û dê piştgiriyê bidin mexdûrên tundiyê. Foruma Mafên Aborî û Civakî ya Tûnisê jî ji ber heman sedemê xebatên wê ji bo mehek hate rawestandin.”

Ev rawestandin, mehek beriya destpêkirina Roja Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya li ser Jinan a Neteweyên Yekbûyî pêk hat. Komele her sal di vê heyamê de bernameyek berfireh dimeşîne; lê li gorî raporên herêmî, li Tunisê ewlehiya jinan roj bi roj kêmtir dibe û tundî û kuştinên jinan zêde dibe.