Hêvî Silêman: Li pey xwe şopên têkoşeriyê hişt

Endama Koordînasyona Kongra Star Hêvî Silêman a ku beriya çend rojan jiyana xwe ji dest da, heta dawiya jiyana xwe tevî nexweşiyê xebatên xwe domand û li ser çareserkirina pirsgirêkên xebitî.

ŞÎRÎN MIHEMED
Heleb – Endama koordînasyona Kongra Star a Qamişloyê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêvî Silêman beriya ku xewna xwe ya vegera warê xwe Mabeta yê nêzî bajarê dagirkirî yê Efrînê pêk bîne, koça dawî kir. Hêvî Silêman, roja 28’ê Cotmehê çû ser dilovaniya xwe û li pey xwe şopên têkoşeriyê hişt.
Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hêvî Silêman bi gotinên ‘şehîda têkoşîna bênavber a ku 30 salan berdewam kir’ bi nav kirin.
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan bû
Hêvî Silêman di nava mamosteyên pêşîn ên li Heleba Sûriyeyê de bû ku di salên 2010 û 2011’an de zimanê Kurdî hîn kir. Wê her wiha Weqfa Zimanê Kurdî (SZK) damezirand û di Rêveberiya Xweser a Demokratîk de gelek erk girtin. Wekî Kurdek Elewî, endama Meclîsa Elewî ya li Efrînê bû. Ew her wiha endama damezirîner a Meclîsa Jinên Sûriyeyê, endama Meclîsa Damezirîner a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê û endama Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bû. Ew rasterast bi Komîteya Azadiya Fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re têkildar bû, beşdarî damezirandina Mala Gel bû. Hêvî her wiha endama Meclîsa Malbatên Şehîdan e.
Mamosteya zimanê Kurdî bû
Hêvî Silêman her wiha beşdarî hînkirina zimanê Kurdî ya ji bo zarokan û çandina hesta welatparêziyê ya di wan de kir. Hêvî, di têkoşîn, çand, lêkolîn û zanistê de bi beşdariyeke berfireh di qadên çandî, siyasî û çalakvaniyê de, bi taybetî di warê hêzkirin û piştgiriya jinan de modelek bû. Wê her dem ji bo rêxistinkirina jinên Elewî parêzvanî kir, ji ber ku ew yek ji wan kesan bû ku jiyana xwe ji bo mîsogerkirina ku tu jin li cîhanê bindest nemîne terxan kir. Wekî ku di daxuyaniya Kongreya Star de hatiye gotin, Hêvî Silêman dê wekî "Şehîda Kongreya Star" were bibîranîn.
Bandora wê li ser jiyanê eşkere ye
Reyhan Alo ku Koordînatora Kongreya Star a li Helebê ye, berî dagirkirina herêma Şahbayê 7 salan bi Hêvî Silêman re xebitiye. Reyhan Alo got: “Şehîd Hêvî bi taybetî li herêmên Efrîn û Şahbayê bi girîngî beşdarî azadiya jinan û civakê bû. Wê rê, raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan şopand û kş ser kesayetî û ramana wê bandor çêkiribû.”
‘Çend caran perwerdeyek berfireh ji Rêber Apo dît’
Reyhan Alo da zanîn ku Hêvî di salên 1990’î de tevlî xebata rêxistinî bûye û wiha pê de çû: “Di wan salan de, çend caran bi Rêber Abdullah Ocalan dît û perwerdeyek berfireh jê girt. Malbata wê bi doza Kurd ve girêdayî ye û ji bo rizgarkirina welat û parastina dozê gelek şehîd dane.”
Şiyana wê ya hevrêzkirin û rêxistinkirinê
Hêvî Silêman bandorek eşkere li ser azadiya jinan û beşdariya wan a di jiyana siyasî de kir. Ew bi tevahî haydar bû ku çawa karê xwe bi jiyana xwe ya wekî dayîka heft zarokan re hevrêz bike. Ew yek ji "Dayîkên Aştiyê" yên Şoreşa Rojava bû. Dema ku dagirkerên Tirk êrîşî Efrînê kirin, ew di pêşengiya têkoşînê de bû. Ev yek li herêma Şahbayê jî rast bû. Piştî ku ji Efrînê ber bi Şahbayê ve hat koçberkirin, ew ji bo ku bibe endama koordînasyona Kongra Star a herêma Bakur-rojhilatê Sûriyeyê, hat hilbijartin. Di dem û mercên herî dijwar de, dixwest piştgiriyê bide gel û bang li wan bike ku bi îsrar bisekinin û li ber xwe bidin.
Hêvî bi kenê xwe û giyanê xwe yê dilşad û enerjîk dihat nasîn
Bandoreke zelal û dengek xurt ê Hêvî li dijî hemû kiryarên zilmê yên ku jinan hedef digirtiin û azadiya wan tepeser dikirin hebû. Perwerdeya wê dewlemend û kûr bû, bandorek eşkere li ser kesayet û şêwaza wê ya dilşad kir. Hêvî bi kenê xwe û giyanê xwe yê dilşad û enerjîk dihat nasîn. Wê ji jinan, jiyanê, azadiyê û xwezayê hez dikir û her cihê ku diçû, kulîlk diçand. Wê ji karê xwe hez dikir û bi awayekî bê kêmasî li cihên ku serdest bû, alîkariya jinan dikir. Wê jinan di rêxistin, rêveberî û têkoşîna ji bo bidestxistina azadiya xwe ya ku demek dirêj li bendê bû de, perwerde dikir. Tevî teşxîsa penceşêrê jî moralê wê bilind ma û nexweşiyê nikaribû îradeya wê ya xurt bişkîne.
‘Daxwaza wê azadiya Efrînê jinan û Rêbertî bû’
Reyhan Alo bi gotinên; "Wê her dem ji min re digot, 'Ez ê ji vê nexweşiyê baş bibim, ez ê ji berê baştir vegerim û ez ê heta nefesa xwe ya dawî têkoşîna xwe bidomînim.' Daxwaza wê ew bû ku Kurdistan, bi taybetî bajarê Efrînê were azadkirin, Rêber Abdullah Ocalan were azadkirin da ku ew bikaribe wî bibîne û her jin bigihîje azadiya xwe."
Li Qada şehîdan merasîmek bîranînê ji bo Hêvî Silêman hat lidarxistin. Nûnerên hemû rêxistin û partiyên siyasî, sivîl û jinan her wiha niştecihên taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd beşdarî merasîmê bûn.