Di nava şer de zarokên li navedên xizmetên civakî didin malbatên parêzvan
Rêxistina Xizmetên Civakê û Refahê ya Îranê ragihand ku di şertên şer de dest bi dayîna zarokan ji bo malbatên parazvan kirine. Her wiha nûçeyên ku hinek mekanîzmayên xizmeta civakê ziyan dîtine û beşek jê hatine tehliyekirin hatin weşandin.
Navenda Nûçeyan – Rêxistina Xizmetên Civakê û Refahê ya Îranê ragihand ku piştî destpêkirina şer, dest bi pêkanîna lezgîn û berfirehtir a plana ‘Mêvaniyên taybet ji bo lênêrîna demkî ya zarokan’ ku li navendên xizmetên civakî dimînin kirine.
Ev plan, di çarçoveya Qanûna Parastina Zarokên ku pêwistiya wan bi alîkariyê heye, di sala 2023’an de hat qebûlkirin, hatibû behskirin. Di çarçoveya planê de plan dikin ku malbatên di lêkolînên ewlehî û guncawbûnê de derbas bûne, bi awayekî demkî zarokan radest bikin û wan ji bandorên rasterast ên şer biparêzin.
Sedema bingehîn a pêkanîna planê, bi taybetî li herêmên weke Tehranê ku metirsiya pevçûnan lê heye zoriyên xwarin û lênêrînên ku li navendan hene, kêmaniya personelan û bi taybetî ji ber metirsiya êrîşên fuzeyan, zarokan derbixin.
Alîgirê Wezîrê Tenduristiya Civakî û Refahê yê Parêzgeha Tehranê, Elîreza Mihemedî, ji medyaya herêmî re got: “Heta niha, zêdeyî 300 zarok li gel 23 saziyan şandine cihên bi ewle. Her wiha ji bo 150 zarokan xebatên parastin û bicihkirinê dane meşandin.”
Hinek çavkanî diyar dikin ku ji Sibatê ve hinek navenên Refahê yên li Îranê tên nasîn hatine tehliyekirin an jî ziyan dîtine.
Li gorî agahiyên di nûçeyan de cih girtin; navendên ku ziyan dîtine û hatine valakirin wiha ne; Baxçeyê Zarokan ê Ameneh ku li Navçeya 3’yemîn a Tehranê ye, Navenda Xizmetguzariya Hor ku li rojhilatê Tehranê ye, Avahiya Ofîsa Xizmetguzariya Şemîrnat, Navenda Rehabîlîtasyona Heyva Sor li Tehranê, Baxçeyê Zarokan ê Şebbîr û kampanyaya ‘Selam Mahalleh.’