Tevgera Nifşê Z 212: Çalakger bi cezayên girtîgehê re rûbirû ne
Çalakiyên Nifşê Z 212 li tevahiya bajarên Mexribê li ser platformên medyaya dîjîtal her diçe belavtir dibin. Çalakger diyar dikin ku divê pêşî li gendeliyê were girtin û mekanîzmayên hesabdayînê bikevin meriyetê.
Mexrib – Li Mexribê bi hinceta ku tevlî tevgera “Nifşê Z 212” bûye, 2 hezar û 480 kes tên darizandin; ji wan ji hezar û 400’î zêdetir kes di bin çavan de ne. Tevgerê li welat, bi daxwaza perwerdeya giştî baştir bibe, xizmetên tendirustiyê zêdetir bibin û bi gendeliyan re têkoşîn hebe, çalakiyên protestoyî li dar xist.
Ceza li gelek çalakgeran hatin birîn
Çalakgerên protestoyî, yên li ser platformên medyaya dîjîtal, xwe bi rêxistin kirin, li bajarên cuda yên Mexribê çalakiyan li dar xistin û daxwazên xwe yên civakî anîn ziman. Her wiha ji bo azadiya ramanê û parastina mafê xwepêşandanê bang kirin.
Tenê di roja 27’ê Cotmehê de dadgehên Mexribê, ceza dan 411 kesan; di navbera wan de 76 zarok hebûn. Di hinek dozan de ceza hatin paşvexistin.
Her wiha hat xwestin ku di dema xwepêşandanên tevgerê roja şemiyê li dar xist de, hat xwestin ku hemû kes werin berdan. Li gelek bajarên weke Kazablanka, Rabat, Tanca, Marakeş, Mexrib, Wucda, Agadir, Tetvan, Meknes, Asfî, El Cezîre û Benî Melal, xwepêşandanên berfireh hatin lidarxistin. Hat xwestin ku rayedar hesab bidin, xizmetên tendirustî û perwerdeyê werin başkirin û têkoşîna bi gendeliyê re derketin pêş.
‘Ger mekanîzmayên hesapdayînê tune bin wateya van destkeftiyan tune ye’
Tevgera Z 212, di daxuyaniya li ser biryarên hikumetê de wiha got: “Bi saya çalakiyên ku ji bo daxwazên gelê Mexribê hatin lidarxistin, hinek gav hatin avêtin. Hinek saziyên tendirustî û perwerdeyê hatin vekirin, ji bo meşandina karên siyasî li gorî rêgezên etîk jî gav hatin avêtin lê van destkeftiyan, heta ku têkoşîna bi gendelî, pevçûnên ji bo pêşîgirtina berjewendiyan û di warê hesabdayîna berpirsan de mekanîzma tunebin bes nîn in. Heta ku hemû girtî neyên berdan û zoriyên malbat dikşînin bi dawî nebin dê wateya van destkeftiyan tunebe.”