Li Efganistanê herî kêm 10 jin û 6 zarok hatin qetilkirin
Di meha Îlon û Cotmehê de li Efganistanê herî kêm 10 jin û 6 zarok hatin qetilkirin û mirina bi guman a du jinan weke xwe kuştine derbasî qeydan bû. Ev tenê beşek eşkere ya tundûtûjiyê ye û gelek bûyerên wekhev ên wek wê veşartî mane.
Efganistan – Li Efganistanê qetilkirina jinan û rêbazên neçarkirina mirovan a ji bo xwekuştinê bi giranî bi şiklê tundûtûjiya navmalî, zewacên bi zorê, destdirêjiya domdar, gefên bêrûmetiyê û cudakariya civakî tên dîtin. Gelek keç û jinên ciwan, ji ber sînordarkirinên li ser mafê wan ê hilbijartinê û azadiya kesane, ji hêla malbat an civakê ve têne zextkirin û carinan ji bo ku ji vê rewşê birevin, xwe dikujin. Ev doz dikarin wekî cureyek kuştina nerasterast werin hesibandin. Ji ber ku mexdûr ji ber zorê ji derve û ne li ser bingeha xwesteka xwe ya rastîn jiyana xwe diqedîne.
Gelek doz bê encam dimînin
Ji perspektîfek qanûnî ve, her çiqas qanûna Efganî kuştina bi zanebûn wekî sûcek giran dibîne jî, di tespîtkirin, darizandin û cezakirina sûcdarên xwekuştina bi zorê de qelsiyên cidî hene. Nebûna mekanîzmayên piştgiriyê ji bo jin û ciwanên bêparastin, nebûna karîgeriya di pergala dadweriyê de û zextên çandî û kevneşopî, bûne sedem ku gelek ji van dozan bê encam bimînin. Bêdengiya malbatan ji ber tirsa bêrûmetiyê û bêbaweriya raya giştî ya li hember saziyên dadwerî, gihîştina edalet û hesabpirsînê sînordar dike.
10 jin û 6 zarok hatine kuştin
Ji ber vê yekê, kuştin û xwekuştina bi zorê li Efganistanê diyardeyek piralî ye. Ji bilî zext û zordariya ku ji hêla rejîma Talîbanê ve tê çêkirin, di sînordarkirina jiyana jinan de civak û avahiyên malbatî yên baviksalar roleke girîng dilîzin. Amarên weşandî nîşan didin ku di du mehên borî de, 10 jin û 6 zarok hatine kuştin û du jin bi awayekê guman mirine, lê beşek mezin ji vê tundûtûjiyê nayê zanîn û veşartî dimîne.
*Roja 17’ê Îlonê, li mala Mohammad Jan a li navçeya Balabuluk a parêzgeha Farahê, teqînek çêbû. Hevjîna wî, du keç û du kurên wî di encama teqînê de mirin.
*Roja18’ê Îlonê, li navçeya Nawbahar, parêzgeha Zabulê keçek 21 salî, nedixwest zewaca bi zorê bike, bi guman jiyana xwe ji dest da.
*Roja 22’ê Îlonê, jinek ciwan ji aliyê birayê xwe ve li navçeya Khwaja Sabzposh a, parêzgeha Faryab hat gulebarankirin.
*Di 28’ê Îlonê de, li bajarê Mitralam a parêzgeha Laghmanê, zilamek hevjîna xwe gulebaran kir û wê qetil kir.
*Di 29’ê Îlonê de, cenazeyên sê keçên ku 20 roj winda bûn, di bîrekê de hatin dîtin.
*Di 1’ê Îlonê de, dayîkek û kurê wê yê 15 salî li navçeya Balxê, di mala xwe de ji aliyê kesên nenas ve hatin kuştin.
*Di 22’yê Cotmehê de, jina bi navê Aqila, li paytexta parêzgeha Xost ji aliyê birayê wê yê ku sê roj berê ji girtîgehê hatibû berdan ve, hat kuştin.
*Di 10’ê Cotmehê de, zilamek li navçeya Shîn Baghê, dayîk û du xwişkên xwe gulebaran kir û kuştin.
*Di 11’ê Cotmehê de, li bajarê Celalabad a parêzgeha Nangarharê, jineke 28 salî ji aliyê hevjînê xwişka xwe ve bi kêrê hat kuştin.
*Di 12’ê Cotmehê de, li navçeya Sançarak a parêzgeha Sar-e-Pulê, Safiya 17 salî piştî ku birayê wê hevalê wê kuşt, bi guman jiyana xwe ji dest da.
*Di 22’yê Cotmehê de, li navçeya Kohband a parêzgeha Kapisayê jinek, ji ber ku wesayîteke Talîbanê lê qelibî, mir.