Tevgera ‘Jin Ji Bo Azadiyê’ mafên jinan nayên guftûgokirin’
Bi boneya cejna Newroz û Remezanê, Tevgera ‘Jin Ji Bo Azadiyê’ daxwaza rakirina qedexeyên li ser jinan û misogerkirina bê şert û merc a mafên bingehîn ên jin û keçan li Efganistanê kir.
Navenda Nûçeyan – Tevgera ‘Jin Ji Bo Azadiyê’, bi boneya cejna Newroz û Remezanê daxuyaniyek da û tê de tekezî li ser pêwîstiya misogerkirina mafên bingehîn ên jin û keçên li Efganistanê kir, her wiha daxwaza bidawîkirina sînor û qedexeyên li ser wan tên ferzkirin kir.
‘Divê jin û keçên ciwan ji mafên xwe yên bingehîn bêpar nemînin’
Tevgera ‘Jin Ji Bo Azadiyê’ di peyama xwe de, pêşnûmeya dûrxistina jinan ji perwerde, kar û beşdariya civakî û siyasî wekî binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan bi nav dike û tekezî li ser vegerandina van mafan kir. Her wiha, Tevgera ‘Jin Ji Bo Azadiyê’ destnîşankir û dibêje divê jin û keç ji azadiyên xwe yên herî bingehîn bêpar nemînin û pêdiviya vê rewşê bi bladariya lezgîn û rasterast ya civaka navneteweyî heye.
Di daxuyaniyê balê dikşîne li ser perwerdekirina jinan û dibêje ev mijar nayên gotûbêj kirin û wiha dibêje: “Mafê jinan ên perwerde, kar û beşdariya siyasî, civakî û aborî, nayên goftûgokirin û divê bê şert û merc werin misogerkirin.”
‘Li beramberî polîtîkayên dûrxistinê bê deng nemînin’
Tevgera ‘Jin Ji Bo Azadiyê’ her wiha di der barê polîtîkayên ku bûne sedema dûrxistina jinan ji qadên giştî şermezar kir û bang li saziyên navneteweyî û civaka cîhanî kir da ku li hember rewşa jinên Efganî bêdeng nemînin û gavên pratîkî ji bo parastina mafên wan bavêjin.
Daxuyaniya Tevgera ‘Jin Ji Bo Azadiyê’ balê dikşîne ser girîngiya hevgirtina jinên cîhanî û diyar kir ku têkoşîna jinên Efganî wekî beşek ji hewldanek berfirehtir ji bo bidestxistina edaletê li çar aliyê cîhanê ye.
Daxuyanî bi vê awayî dawî dibe: “Di salên dawî de ev kiryarên sînordarkirinên li ser keç û jinên Efganî zêdebûne. Lewra ji mafên xwe yên bingehîn bê par dimînin. Ji bo ji holê rakirina van astengiyan tevî hewldan û bangên tên kirin jî, rayedar îsrar dikin ku mafên welatiyan di çarçoveya şîrovekirina wan a qanûna îslamî de tê parastin.”