Li Sudanê êrişek pêkhat 13 zarok hatin kuştin

Ji hêla balevirek bê mirov ve êrişek li ser nexweşxaneya Sudanê pêkhat. Di encamê êrişê de 64 kes hatin kuştin di nav wan de 13 ji wan zarokin.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Tenduristiyê a Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî duh, şemiyê, ragihand ku di encama êrîşeke li ser nexweşxaneyekê li Sûdanê de 64 kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Êrîşa ku li ser nexweşxaneya ‘El-Dain’ ya ku dikeve Rojhilatê Darfûrê, pêk hatiye, herî kêm 64 kes, hatine kuştin di nav de 13 zarok, karmendên tendurustiyê û nexweş jî mirine; 8 karmendên tendurustiyê bi giştî 89 kes jî birîndar bûne.

Tîma ‘Parêzerên Awarte’ ya Sûdanî ya ku bi mafên mirovan re eleqedar dibe, hovîtiya şerê  di navbera artêşa Sûdanî û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de berdewam dike, belge dike. Tîma ‘Parêzerên Awarte’ diyar kir ku êrîş "bi dronên artêşê  pêkhatiye".

Êrîşa ku roja înî pêk hat bû sedema rawestandina xebatên li nexweşxaneyê, her wiha xizmetên tendurustiyê yên bingehîn li bajêr rawestiyan.