Qeyrana aborî ya li Îranê bêkariya jinan zêde dike û cudahiya zayendan kûrtir dike

Li gorî rapora Navenda Îstatîstîkê ya Îranê, zêdetirê 170 hezar jinên ku sala borî di sektora pîşesaziyê de dixebitin, karên xwe winda kirin. Ev hejmar nêzîkî sê qat ji rêjeya bêkariyê ya mêran zêdetir e.

Navenda Nûçeyan- Li Îranê qeyrana aborî û bi taybetî jî di sektora pîşesaziyê de bêkariya jinan, bi awayekî cidî zêde bû. Li gorî rapora Navenda Îstatîstîkê ya Îranê, sala borî zêdetirî 170 hezar jinan di sektora pîşesaziyê de karên xwe winda kirine. Ev hejmar nêzîkî sê qat ji hejmara mêr ên di heman sektorê de bêkar mane ye.

Bêçalakiya di qada aborî de nebûna veberhênanê û pêkanînên navneteweyî, peydakirina kar a jinan dijwartir dike. Rêjeya bêkariyê ya jinên ciwan gihîştiye rêjeyek pir bilind a mîna ji sedî 31.5. Berevajî vê yekê, rêjeya mêran ji sedî 10 e. Rêjeya beşdariya jinan a hêza kar tenê ji sedî 13 û rêjeya mêran jî ji sedî 68 e. Her wiha piraniya jinên bêlar mezûnên zanîngehê ne û rûxmê ku biperwerde ne jî an kar nabînin an jî neçar dibînin dev ji hêza kar berdin.

Pisporan, destnîşan dikin ji bilî zehmetiyên aborî, cudakariya qanûnî û astengiyên çandî jî cudakariya di nava zayendan de kûrtir dike. Ji kar derxistin û kêmveberhênan di karsaziyên piçûk û navîn de zêdetir tên jiyîn. Vederkirina jinan a hêza kar, ne tenê di aliyê aborî de, di heman demê di aliyê civakî de jî dibe sedema pirsgirêkên mezin. Xizanî zêde dibe, hêza kirîna malbatan kêm dibe û tevherên koçberiyê bi leztir dibe.

Pisporan, destnîşan dikin ku ji bo beşdariya tam a jinan a ji bo jiyana aborî, pêdivî bernameyên piştgiriyê, derfetên krediyê, perwerdehiya pîşeyî û sererastkirina qanûnên cudakar heye. Berovajî vê yekê, jin dê ji jiyana kar dûr bimînin.