Ji DMME’ê biryara Aysel Tugluk: Xalên AÎHS’ê hatin binpêkirin
DMME têkildarî biryara girtina Aysel Tugluk, diyar kir ku girtina wê xwe naspêre gumana maqûl a têrker, biryar da ku xala 18’an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropa (AİHS) hatiye binpêkirin.

Navenda Nûçeyan – Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê doza girtina Aysel Tugluk a ji ber xebatên xwe yên dema Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de, biryar da. DMME’yê aşkera kir ku Tirkiyeyê xalên 5/1, 5/3, 10 û 18 yên Hevpeymana Mafên Mirovan a Ewropayê (AİHS) binpê kiriye.
Dadgehê, diyar kir ku girtina Aysel Tugluk li ser ‘gumanek maqûl’ nehatiye avakirin. Dadgehê aşkera kir ku dadgehên herêmî, li ser bingeha sedemên neberbiçav ên wek ‘cewherê sûc’, ‘rewşa delîlan’ û ‘metirsiya revê’ bêyî ku nirxandinek kesane bikin, fermanên girtinê derxistine.
Divê di çarçoveya ‘azadiya îfadeyê’ de hatiba nirxandin
Her çiqas hatibe gotin ku axaftin û çalakiyên Aysel Tugluk di çarçoveya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de divê di çarçoveya azadiya îfadeyê de li gorî xala 10'emîn a AÎHS'yê werin nirxandin jî, DMME'yê destnîşan kir ku girtina wê ya 15 mehan ji ber van axaftinan binpêkirinek eşkere ya azadiya îfadeyê ye. Dadgehê dît ku girtina Aysel Tugluk armanca veşartî ya ‘tepeserkirina muxalefeta siyasî û sînordarkirina pirrengiya demokratîk’ ku xala 18'emîn a AÎHS'ê binpê dike. DMME'yê biryar da ku îstismarkirina di dema rewşa awarte (OHAL) de nikare van binpêkirinan rewa bike.
Kêmbûna belgeyên şênber
Dadgehê biryar da ku divê Tirkiye 16 hezar Euro tazmînata madî û hezar û 500 Euro jî mesrefên hiqûqî bide Aysel Tugluk.
Dadgehê her wiha bi bîr xist ku cezayê 10 sal girtîgehê yê Aysel Tugluk ji ber ‘endamtiya rêxistinê’ di sala 2018'an de li ser îtîrazê hatibû birîn. Dadgehê diyar kir ku girtina wê ji bo armancên siyasî û bêdengkirina nîqaşa demokratîk pêk hatiye.
Ev biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yek ji tesbîtên herî giran ên binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê di salên dawî de tê dîtin.
Di hiqûqa DMME’yê de binpêkirina Xala 18’an weke biryarek ku kêm tê dîtin e.