Tevgera Şemiya Mor: Bêyî naskirina sûcên Talîbanê edalet pêk nayê

Tevgera Şemiya Mor, di daxuyaniya xwe ya di Roja Mafên Mirovan a Cîhanê de, diyar kir ku Efganistan ji bo jin, kêmnetew û komên lawaz veguherî welatekî ku ji mafên bingehîn bêpar û bang kir.

Navenda Nûçeyan – Tevgera Şemiya Mor, bi boneya 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê daxuyaniyek weşand. Tevgera Şemiya Mor, di daxuyaniya xwe de da zanîn welat ji bo jin, kêmnetew û komên lawaz veguherî erdnîgariyek ku ji mafên bingehîn bêpar.

Tevgerê, diyar kir ku polîtîkayên Talîbanê yên zexta zayendî, koçberkirina bi darê zorê, tepeserkirina azadiya ramanê û hedefgirtina parêzvanên mafên mirovan a di çar salên borî de, li Efganistanê bû sedema qeyrnaekî giran a mafên mirovan û destnîşan kir ku helwesta pasîf a civaka navneteweyî vê rewşê hêj zêdetir xeternaktir dike. Li gorî endamên tevgerê, "Polîtîkayên Talîbanê binpêkirinek eşkere ya Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan e û divê bibe mijara pêkanînên cidî yên navneteweyî û taqîbata hiqûqî.”

Tevgerê, destnîşan kir ku di bin navê "têkiliyê" de rewakirina kiryarên Talîbanê ya Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî, ji binpêkirinên mafên mirovan ên li Efganistanê xeternaktir e.

Bang

Tevgerê, bang li civaka navneteweyî û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bo bidawîanîna qeyrana siyasî û mafên mirovan li Efganistanê bikeve nava tevgerê. Di nava daxwazan de tawestandina demil dest a hemû têkiliyên bi Talîbanê re, naskirina zexta zayendî, sepandina pêkanînên girantir, darizandina lîderên Talîbanê, piştgirî dayîna berxwedana jinan û têkariya ji bo avakirina avahiyek siyasî ya nû, demokratîk û nenavendî, cih girt. Her wiha tevgerê, diyar kir ku "naskirina sûcên Talîbanê yên li dijî mirovahiyê, gava ewil a rasteqîn a ber bi destpêkirina edaletê ya ji bo jinan e.”