Êrîşên li dijî bajarên Rojhilatê Kurdistanê
Navendên ewlehî û leşkerî li bajarê Mehabad û bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê bûn hedefa êrîşan. Di encama êrîşan de avahiya rêveberiya îstîxbaratê bi temamî hilweşiya, êrîşên li dijî Muhafizên Şoreşê û xalên polîsan dom kir.
Urmiye – Êrîşên Îsraîl û Emerîka li dijî Îranê wek yek ji operasyonên berfireh ên li dijî pergala parastina hewayê, navendên fermandariyê û tesîsên girêdayî rêveberiyên bilind ên Îranê, girtîgehan jî digre nava xwe tê nirxandin.
Roja 2’ê Adarê avahiya Rêveberiya Îstîxbaratê li bajarê Mehabadê di encama êrîşên Îsraîl-Emerîka de bi temamî wêran bû. Avahiya mijara xeberê wek navenda îşkence û îzolekirinê û sembola belavkirina polîtîkayên tepeserkirinê yên ji aliyê Komara Îslamê li herêmê têne meşandin dihat nasîn. Êrîş bi du qonaxan pêk hat, avahiyên derdor hejiyan û camên hejmarek zêde mal û cihên kar şikestin. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku av û kehrebe ji bo çend saetan qut bûn, ti ziyanên canî çênebû.
Her çend rayedaran ji ber sedemên ewlehiyê, lez kirin kavilên avahiyê rakin û qadê tije bikin jî, gel heta derengiya şevê ji herêmê neçûn.
Alozî belav bû
Êvara heman rojê, alozî belavî herêma Darlakê û baregehên Lîwaya Taybet a Koskhriz a nêzî bajêr bû. Herdu xal bû hedefa êrîşan, ev rewş nîşan da ku êrîşên li dijî xalên ewlehiyê li derdoram Mihabadê berfireh bûne.
Navenda Polîsan a Hejmar 13, ku li herêma Pûşt Tab a navçeya Şîlanê, bû hedefa êrîşên fuzeyan. Ji ber şikestina pencereyan hin avahiyî zirar dîtin û li herêmên kehrebe qut bû. Heta niha derbarê hejmara mirî û birîndarên van sê êrîşên dawî de ti daxiyaniyek fermî nehatiye dayîn.
Li gorî raporan, gelek hêzên Pasdarên Şoreşa Îranê yê bajar baregehên xwe bi cih hêalne û li avahiyên taybet bi cih bûne. Leşkerên ku bi neçarî leşkeriyê dikin di şertên zor de û bi neçarî erkê xwe didomînin.
Êrîş belavî bejaran bû
Hemwextî êrîşên hewayî yên li ser Mehabadê, bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê Sine, Dîwandere, Banê, Neqede, Urmiye, Pîranşar, Sayangla, Cewanro, Kirmaşan, Serpol Zehab, Îlam, Şabad, Pawe, Rewansar, Kamîran û Merîwan, hatin hedefgirtin.
Hate diyarkirin ku di êrîşên li dijî bajarê Neqede sivîlekê jiyana xwe ji dest daye. Li bajarê Ravansarê, di êrîşa li dijî baregeha Muhafizên Şoreşê de zarokek keçek a bi navê Hastî Muhammedî ya 17 jiyana xwe ji dest da.
Nexweşxane tijî leşkerên birîndar bûne
Li gorî agahiyên ji bajarê Sine hatin, li nexweşxaneyan bi dehan leşkerên birîndar hene û ji ber gelek nexweşan qebulkirina nexweşên sivîl hatiye sekinandi. Hate ragihandin ku leşkerên birîndar ji bajarên din sewq kirine. Dimenên di ajansa Javanru de hatin weşandin de baregah Muhafizên Şoreşê rasterast hatiye hedefgrtin û piştî êrîşî gel li wêderê kom bûye û dîsa êrîş hate pêkanîn. Heta niha têkildarî hejmara mirî û birîndaran de ti daxuyaniyek fermî nehate dayîn.
Rewşa li Pîranşarê gelek bi aloze. Nûçeyên ku şeva borî, piştî dengê teqînan, li nêzî navendên ewlehiyê û leşkerî pevçûn hatine jiyîn hatin weşandin. Li gelemperî bajar hêzên ewlehiyê hatin zêdekirin.
Piştî hedefgirtina xalên leşkerî, rêxistinên mafê mirovan û saziyên medyayê bang li sivîlan kirin ku nêzî van herêman nebin û ji cihên rên hedefgirtin dûr bikevin. Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan kirin ku ji bo parastina jiyana sivîlan bikevin nava tevgerê.