Tevgera Şemiya Binefşî: Divê berjewendiyên gel esas bên girtin

Tevgera Şemiya Binefşî, têkildarî konferansa ku bi tevlêbûna muxalifên Talîban û rayedarên hikûmeta Pakistanê bê lidarxistin daxuyanî da û bang kir ku divê di konferansê de berjewendiyên gelê Efgan esas bê girtin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî nûçeya Efganistan International; Tevgera Şemiya Binefşî, têkildarî konferansa ku dê di 25-26’ê Tebaxê de bi sernava “Yekitî û ber bi Ewlehiyê ve” bê lidarxistin û rayedarên Pakistan û partiyên muxalif ên Talîban lê bicivin da daxuyanî weşand. 

Tevgerê, rave kir ku ev konferans ji bo piştgiriya Efganan û tundiya li dijî Talîban firsend e. Tevgerê di daxuyaniya xwe de helwesta zayendperest a li dijî jinan rexne kir û diyar kir ku divê civînên wiha xwe li ser esasê berjewendiya neteweyî ya Efganistanê be, biryarên li dijî berjwendiya gel neyên girtin.

Her wiha di daxuyaniyê da hate destnîşankirin ku divê dijmintiya dîrokî ya di navbera Efganistan û Pakistanê bi dawî be û bang li hikûmeta Pakistanê kir ku dawî li piştgiriya xwe ya Talîbanê bîne.