Têkoşîna jineke Kirmaşanî ya bi felca mejîpişt re
Serpêhatiya Lale nîşan dide ku jin heta ku dikarin xizmetê bikin, li ba civakê bi nirx in loma jî di jiyanê de her dem têdikoşin.

NASIM AHMEDÎ
Kirmaşan – Laleya ji Kirmaşanê di erdheja di sala 2017’an de li Kirmaşanê çêbû de, felsa mejîpiştê derbas kir û 8 sal in nikare bimeşe, bi serê xwe hereket bike.
Lale bi gotinên; “Piştî demek, tevgereke biçûk jî bi te re dexesiyê çêdike. Ne hewce ye zindî be; her tevgera ku ji ber azadiyê çêdibe, te dide fikirandin. Perdeyên li malê yên li ber bayê dihejin jî…” rewşa xwe vedivêje.
Lale wiha dibêje: “Min êdî rêveçûnê ji bîr kir. Nayê bîra min herî dawî min kengê bi serê xwe tiştek kiribû. Gelek caran difikirim, dibêjim xwezî ez xilas bibûma lewre ji ber ku dayika min neçar e her roj li min binêre pir diqeherim. Li cihê destek bidim bavê xwe bûme bar. Mesrefên min pir zêde ne.”
Jinên ku ji bo parastina zarokên xwe bedel didin
Daneyên zelal tune ne ka li Kirmaşanê çend kesan felca mejîpiştê derbas kirine lê beriya sansurê li gorî hinek agahiyên hatine weşandin nîşan didin ku nêzî 100 kes di erdhejê de felc bûne. Van daneyan her çendî li gorî zayendê neyên cudakirin jî zêdetir kesên felca mejîpiştê derbas kirine jin in lewre gelek ji wan ji bo zarokên xwe rizgar bikin bedena xwe kirine sîper.
Zarok hat rizgarkirin mêjîpişt şikest
Laleya 35 salî di roja erdhejê de ji bo zaroka xwe rizgar bike vegeriya mala xwe lê dîwarê ku ket, pişta wê û navtenga wê eciqand. Dema ku ji bin xirbeyê hat derxistin, ji ber mudaxeleya bi nezanîn, mejîpiştê wê zirar dît.
Dayika wê wiha dibêje: “Em nikarin Lale teslîmê navendên lênêrînê bikin. Li wan deran baş bi wan re eleqedar nabin. Ji ber wê em li malê lê dinêrin. Di erdhejê de zaroka wê mir, dûre felç bû, dûre jî hevjînê wê ji veqetiya. Niha tenê em lê dinêrin. Xwedîkirina wê gelek demê digre. Ji bo ku ji ber razanê birîn di bedena wê de çênebin, gelek krem û derman em bi kar tînin. Divê heftane biçe tedawiya fizîkê. Mehane mesrefa wê ji 10 milyon Tumenî zêdetir e lê saziya xizmeten civakî alîkariyek pir kêm dide.”
Jinên ku li bajar ji welatîbûnê hatine derxistin
Ji bo kesên felca mejîpiştê derbas kirine, mercên guncaw tunene ev yek jî dibe sedema pirsgirêkek mezin. Navendên tendirustiyê, alîkariyên dewletê, derfetên perwerdeyê û nêrîna giştî ya civakê, ji bo wan kesan pir nebaş in. Ev merc dibin sedem ku asta tevlîbûna wan a civakî tune bibe. Pergala heyî bi cudakariya di warê xizmetê de û bi zagonan van kesan bi temamî ji nava civakê veder kiriye. Saziya Refaha Civakî ya Îranê divê ji bo van kesan piştgiriya bê pere bide lê gelek kes ji xizmeta tê kirin memnûn nîn in.
Xizanî jibîrkirin û darizandin
Dayîka Lale wiha didomîne: “Divê di hefteyê de herî kêm du car em biçin tedawiya fizîkê, ev jî nêzî milyonek Tumen e. Gelek derman, ji derveyî sîgortayê ne. Malzemeyên paqijiyê, mînak ji bo berhemên weke Easylîfe mehane em 5 milyon Tumen xerc dikin lê sazî tenê nêzî 2 milyon Tumen alîkarî dide. Ji bo keça min zêdetir êşê nekişîne em van barên giran dikşînin lê êşa herî mezin ew e ku cîranên min ji Lale re dibêjin ‘xwezî tu bimriyayî wiha nebûyayî’ ‘xwezila tu mêr bûyayî me jinek bidîta, dayîka te ewqas mijûl nebûya’ ev yek jî pir li zorê keça min diçe.”
Dema tu jin bî di warê êşê de jî cudakarî tê kirin
Lale dibêje ku tevî van hemû pirsgirêkan ji ber ku jin e zextan dibîne û wiha dibêje: “Piştî ku diyar bû ez ê baş nebim, hevjînê min terka min kir. Bêguman ev tercîha wî bû lê tişta min aciz dike nêrîna civakê ya li vê rewşê ye. Ger mêrek felç bibe divê jin heta dawî lê binêre lê dema ku tiştek bi jinê dibe, mêr wê diterikîne ev yek mafdar tê dîtin. Di civakê de mêrek kêmendam felc bibe, yan jî dûre bikeve rewşeke wisa jî ji bo wê jinek tê dîtin. Min ji gelek kesan bihîst. Dibêjin ‘ji bo kurê xwe keçek bibînin, qet nebe dê lê binêre.’ Qet ferq nake mêr kêmendam an jî bekar be, teqez jin lê dinêre lewre jin ji bo mêr xizmetkar e û her mêr xwedî wî mafî ye ku di her rewşê de bibe xwedî jinek.”
Civakek ku jinbûnê kêm dibîne
Her zoriya di civakê de, li ser esasê zayendiyê yan dijwartir dibe yan jî sivik dibe. Di encamê de jî yên ji vê rewşê zêde zirarê dibînin jin in. Desthilatdariya bi feraseta mêr her ku derfetê dibîne zêdetir zextê li jinan dike. Lale jî yek ji wan mînakan e.