Îranê kujerê Îlahe Huseyînnejad darve kir

Medyaya dadwerî ragihand ku kujerê Îlahe Huseyînnejad a ji aliyê ajokarê otomobîlek ve hatibû revandin û kuştin, hatiye darvekirin. Kuştina Îlahe, li Îranê bû sedema bertekan û jinan carek din mijara ewlehiyê û tundiya li dijî wan, anîbû rojevê.

Navenda Nûçeyan – Ajansa Nûçeyan a Mîzanê ku girêdayî dezgeha dadweriya Komara Îslamî ye, têkildarî mijarê daxuyaniyek da. Ajansê ragihand ku cezayê darvekirinê yê Bahman Ferzane ku gumanbarê sereke yê doza kuştina Îlahe Huseyînnejad e, vê sibê bicîh anîne. Li gorî raporê, piştî ku ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatiye pejirandin, ev ceza li girtîgeha Qezl-Hesarê pêk hatiye.

‘Îlahe ji aliyê ajokarê otomobîlê ve bi kêrê hat kuştin’

Îlahe Huseyînnejad, jineke ciwan ya 24 salî ye û nişteciha Îslamşehrê ye. Di 24’ê Hezîrana 2025’an de, piştî ku li Meydana Azadiyê li Tehranê siwarî otomobîlekê bû, winda bû. Piştî  çend rojan rayedarên dadweriyê ragihandin ku ajokarê otomobîlê ew revandiye, bi kêrê kuştiye û cenazeyê wê avêtiye çolên derdora Tehranê û li wir hiştiye.

Doza Îlahe Huseyînnejad li Şaxa Taybet a Dadgeha Cezayê ya Parêzgeha Tehranê hate vekirin û rûniştina dadgehê di 26’ê Tebaxa 2025’an de pêk hat. Dadweriyê sûcdar bi “hevkariya kuştina bi zanebûn bi rêya lêdana bi kêrê, veşartina term û wêrankirina bi zanebûn a milkên kesane ku  di nav de telefona desta, cizdana wê, nasnameya neteweyî û ehliyeta ajotinê hene” tawanbar kiribû.

Di dawiyê de, Dadgeha Cezayê ya Parêzgeha Tehranê cezayê darvekirinê da sûcdar. Ev ceza piştî pêvajoyên dadwerî ji aliyê Dadgeha Bilind ve jî hate piştrastkirin.

Dozek ku raya giştî hejand

Kuştina Îlahe Huseyînnejad di wê demê de li ser medyaya civakî û raya giştî rastî gelek bertekên berfireh hat. Gelek bikarhêner, çalakvanên civakî û parêzvanên mafên jinan doz wekî sembola bêewlehiya zêde ya jinan a li deverên bajarî û nebûna mekanîzmayên parastinê yên bi bandor ji bo ewlehiya welatiyan bi nav kirin.

Agahî û nûçeya windabûna jina ciwan û paşê dîtina cenazeyê wê, pêleke hêrs û fikarên berfireh ji aliyê raya giştî ve derxist holê û careke din mijara bikaranîna otomobîlên derbasbûyî ji aliyê jinan ve, nebûna binesaziya veguhestina ewle û zêdebûna tundiya li ser bingeha zayendî, anî rojevê.

Darvekirin dawiya dozê an berdewamiya tundiyê?

Darvekirina sûcdarê vê dozê, hemwextî nîqaşa li ser bandora cezayê darvekirinê ya di kêmkirina sûcên tundiyê yên berdewam dikin de tê. Di salên dawî de, rêxistinên mafên mirovan bi berdewamî hişyarî li ser zêdebûna meyla darvekirinê li Îranê dan, ji ber ku mijarek her gav di civakê de bi reaksiyonên tevlihev re rû bi rû mayî ye.

 Malbata Îlahe Huseyînnejad û beşek ji raya giştî, bicîhanîna cezayê wekî bidawîhatina yek ji dozên herî dijwar ên salên dawî hesibandin. Dozek ku navê Îlahe Huseyînnejad veguherand sembola tundiya kujer a li dijî jinan a li Îranê.