Talîban li Lagmanê çar rojnamevan û berpirsên radyoya herêmî girtin

Hêzên Talîbanê çar rojnamevanên jin û çend berpirsên radyoyek herêmî li parêzgeha Lagmanê ya Efganistanê binçav kir.

Navenda Nûçeyan – Hêzên Talîbanê çar rojnamevanên jin û hin karmendên radyoyê yên li radyoyek herêmî ya li parêzgeha Lagmanê ya Efganistanê dixebitîn binçav kir. Piştî sê saetên lêpirsînê, rojnamevan hatin berdan. Rojnamevan di dema ku bernameyek li ser rewşa aborî û zehmetiyên debara jinên rojnamevan de amade dikirin, hatin binçavkirin.

Li gorî nûçeyên medyaya Efgan, bûyer di 15’ê Mijdara 2026’an de, li ofîsa radyoyek herêmî ya li parêzgeha Lagmanê qewimî. Rojnamevan di pêvajoya amadekirin û tomarkirina bernameyek bi navê ‘Rewşa aborî ya rojnamevanên jin di medyayê de’ de bûn.

Piştî lêpirsînê hatin berdan

Li gorî nûçeyan, rayedarên ‘Wezareta Belavkirina Fazîlet û Pêşîlêgirtina Xerabiyê’ ya Talîbanê li dijî hebûna rojnamevanên jin û bernameya ku aamdekirin derketin û yên ku di hundir de bûn birin ofîsên wezaretê. Piştî lêpirsîna bi qasî sê saetan, dayîna sozan, ew hatin berdan.

Rêxistinek ku destekê dide medyaya Efgan, piştrast kir ku çar rojnamevanên jin û rayedarek ji radyoyeke herêmî bi demkî hatine girtin û diyar kir ku sedema girtina wan xebatên wan ên medyayî ne.

Rapor derbarê hejmara rastîn a kesên hatine binçavkirin de ji hev cuda ne. Hin çavkanî behsa 5 kesan dikin, hinên din jî behsa bi temamî 6 kesan dikin ku çar rojnamevanên jin û du xebatkarên medyayê ne.

Binçavkirina rojnamevanan di demek ku Talîban hîn jî sînordarkirinan li ser hebûna jinan di qada medyayê de li Efganistanê, beşdariya wan di hilberîna nûçeyan û bernameyên civakî yên têkildar de ferz dike de pêk hat.