Ji bo nasandina Rêxistina Serbixwe ya Jinan civînek hat lidarxistin

Rêxistina Serbixwe ya Jinan, ji bo nasandina rêxistina xwe li bajarê Silêmanî bi amadebûna çalakvan, nivîskar û jinên azadîxwaz civînek li dar xist.

Silêmanî – Di 31’ê Gulanê de li ofîsa Rêxistina Azadbûn a li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê bi dirûşma ‘Ji hemû aliyan ve wekheviya jin û mêr’ Rêxistina Serbixwe ya Jinan ji bo nasandina rêxistina xwe civînek li dar xist. Di civînê de têkildarî hebûna rêxistinek têkoşer ku ji bo pirsgirêkên jinan li herêma Kurdistanê dixebite guftûgo hatin kirin.

Di civînê de berdevka Rêxistina Serbixwe ya Jinan Şine Elî bernameya karê rêxistinê xwend û tê de çarçoveya kar û planên rêxistinê bi berfirehî vegot. Diyar kir ku li hemû herêmên herêma Kurdistanê û Ewropayê endamên wan hene û hejmara wan 34 e, xwe weke berdewamiya tevgerên jinan dibînin û wiha got:

“Hejmarek jinên azadîxwaz vê rêxistinê ava kirin. Bernameya xebatê di nava xelkê de bi taybetî li gel jinan hewl dide tevgerên rasteqîn ava bikin. Ev tevger hewl dide li dijî her cure êrîş û kêmdîtina jinan têbikoşe. Rêxistina Serbixwe dikare guherînan di nava civaka Kurdistanê de çêbike. Valahî heye û sedema vê valahiyê tunebûna hêzeke civakî û siyasî ye li ser dika siyasî ya Kurdistanê.”

Endama desteya şêwermendan Bihar Munzir diyar kir ku Rêxistina Serbixwe ya Jinan yek ji wan rêxistinên ku nû hatiye ragihadin e û wiha got: “Her wiha di 12’ê Nîsana îsal de konferansek hat lidarxistin. Di vê konferansê de hejmarek berbiçav ji endam û avakerên rêxistinê amade bûn. Di konferansê de li ser kar û xebatan biryar hatin girtin.”

‘Em hewl didin xwe bigihîjînin gelek jinan’ 

Bihar Munzir têkildarî pirsa çima rêxistina serbixwe ya jinan heye ev tişt got: “Li gorî me li herêmê valahiyek hebû ji bo avakirina rêxistinek têkoşer ku bikaribe li ser pirsgirêkên jinan kar bike û dengekî bi hêz li ser asta Herêma Kurdistanê di nava jinan de derbixin. Armanca sereke ya rêxistinê ev e. Em nikarin bibêjin heman rêxistina serbixwe ya jinan e lê belê em dikarin bibêjin xwedî heman fikrên xebatê ye. Me dereng dest pê kir  diviyabû, me zûtir destpê bikira. Em dibînin li ser asta herêma Kurdistanê bi taybetî divan 5 salên dawî de rewşa jinan gelek xirab bûye û heta niha vê rewşê weke pirsgirêkeke giştî nehatiye dîtin. Belkî zêdetir di çarçoveyek elît û karê rêxistinê de maye. Ji ber wê armanca me ya sereke ya avakirina vê rêxistinê ew e ku em bikaribin pirsgirêkên giştî jinan bibînin. Bernameya me ew e ku bi awayek berfireh em bikaribin xwe bigihîjînin jinên li ser asta herêma Kurdistanê. Her wiha li bajar û bajarokên Kurdistanê li Hewlêr, Koye, Kelar, Silêmanî û Ranyayê endamên me hene.”