Kombûna Jinan a Zenûbiya ji bo bihêzkirin û pêşxistina jinan têdikoşe
Kombûna Jinan a Zenûbiya rêxistineke jinan a siyasî, civakî, aborî û jîngehî ye. Armanca wê li Sûriyeyê rêxistinkirin jinan û hevgirtina wan e. Rêxistin 4 sal in hewl dide jinan bi pêş bixe û bihêz bike.

SENA EL-ELÎ
Navenda Nûçeyan – Kongra Star di sala 2005'an de li Rojava hat damezrandin. Xebat û çalakiyên wê piştî şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an eşkare bûn. Deverên mezin ên Sûriyeyê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve di bihara sala 2019'an de bi tunekirina leşkerî ya DAIŞ'ê hatin rizgarkirin. Herêmên rizgarkirî Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrazor tevlî sîstema Rêveberiya Xweser a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn. Hewcedariya van herêmên rizgarkirî bi rêxistineke jinan ji bo jinên van herêman hebû.
Di 1'ê Hezîrana 2021'ê de bi riya kongreya xwe ya yekemîn ku 150 delege û nûnerên jin ên siyasî û leşkerî li herêmê beşdar bibûn li kantona Reqayê Kombûna Jinan a Zenûbiya damezrandina xwe îlan kir. Di kongreyê de sîstema hundirîn a meclisê hat nîqaşkirin û ji bo rêveberiya herêmên rizgarkirî hat erkdarkirin. Navenda Meclisê di 31'ê Adara 2022'an hat avakirin.
Navê meclisê ji pêşeng û şahbanûya Tedmur Zenûbiya (Zenobia) hatiye girtin. Ew di serdemên berê de gelek împaratorî vekiriye. Navenda meclisê ya sereke li kantona Reqayê ye. Armanca meclisê ji biryara damezrandinê bigre heya hilbiajrtina nav û cihê wê, diyar e.
Pênaseya Kombûna Jinan a Zenûbiya: Ew rêxistinek jinan a siyasî, civakî, aborî û jîngehî ye. Armanca wê rêxisitnkirina jinan li hemû deverên Sûriyeyê ye. Ji bo yekgirtin û rêxistinkirina enerjî û hewlên jinan ji bo pêşxisitn û bihêzkirina wan, dixebitin.
Serkeftinên ku bi dest ketine
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li herêmê bandorek mezin ava kir, beriya ku bibe cihê bi ewle ji jinan re, ew bi redkirina civakê ku zihniyeta baviksalar tê de serdest e rûbirû ma. Her wiha bandora DAIŞ’ê li ser helwesta civakê yên li hemberî jinan jî hebû. Redkirin gihîşt asta hedefgirtinê bi reşkirina navûdengê jinên ku di kombûnê de dixebitin an jî kesên ku bi awayê erênî bi kombûnê re têkilî danîne.
Dema ku kantona Minbicê hat dagirkirin, Qemar El-Sûd û Eyşe Ebdulqadir dema li ser karê xwe bûn, ji aliyê çeteyan ve hatin hedefgirtin. Ev heman zihniyet e ku endama Kombûnê Îman bi destê apê xwe hat kuştin û Kerem Şehab jî dema tevlî berxwedana Bendava Tişrînê bû ji aliyê çeteyên dagirkeiryê ve hate hedefgirtin.
Ji bo bihêzkirin û rêxistinkirina jinan Kombûna Jinan a Zenûbiya
Rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Xûd El-Îsa der barê şertên avakirina meclisê de wiha axivî: "Damezrandina meclisê di qonaxek girîng de ji bo hebûna tevgereke jinên azad pêk hat ku jinan di bin alek de dicivîne û ji bo armancên hevpar dixebite. Ji destpêka damezrandinê ve, me ji bo gihîştina hemû jinan, rêxistinkirina wan û yekkirina daxwazên wan dixebitin. Ji ber vê meclis ji jinên herêmê re bûye referans da ku mafên xwe bi dest bixin. Di hemû waran de destek da jinan da ku ew bi hêz bibin û bigihîjin cihên biryardayînê. Li hemberî zehmetiyan em bi ser ketin. Têkoşîna me dê bidome heta pêkanîna edalet û wekheviyê."
Rêvebera komîteya perwerdeyê Nûr El-Hefnî jî diyar kir ku dikaribûne bingehek jinan a agahdariyê biafirînin ji bo bandorê li civakê bikin, jinan bihêz bikin da ku civaka xwe bi rêve bibin.
Di pêvajoya ku Sûriye tê re derbas dibe de rola kombûnê
Xûd El-Îsa da zanîn ku bi riya çalakiyên xwe piştevanî û destek didin hemû jinan û got: "Me gelek çalakî ji bo piştevaniya bi jinên Rojhilata Navîn re li dar xistin. Di heman demê de kiryar û binpêkirinên li dijî jinên Elewî û Durzî, yên ku di girtîgehên herêmên dagirkirî de ne jî em napejirînin. Em plan dikin ku ofîsên xwe li deverên din ên Sûriyeyê vekin. Şoreşa ku jin tê de tunebe tu car bi ser nakeve."
Rêvebera Meclisa Kombûna jinan a Zenûbiya Buşra El-Mihemed tekez kir ku kombûn ji bo rêxistinakirina refên jinan û yekbûna wan dixebite. Her wiha hewl dide rola jinan di Destûra Sûriyeyê de bi pêş bixe da ku zagonan adil bikin.
'Zanebûna hiqûqî bingeha serkeftinê ye'
Nûr El-Hefnî jî bal kişand ser rola perwerdeyê di pêşxistina jinan de û wiha axivî: "Perwerde pêşeroja jinan misoger dike. Ji ber ku zanebûna hiqûqî bingeha serkeftinê ye. Guhertin divê di kesayeta jinan de dest pê bike da ku jiyana azad û demokratîk ava bikin. Di perwerdeyan de giranî didin şêwazên danûstandinê.”
Komîteyên ku hatine avakirin û erkên wan
Kombûna Jinan a Zenûbiya li ser 11 komîteyan ji bo xurtkirina xebatên xwe di warê rêxistinkirina jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, hatiye avakirin.
Komîteya Civakî
Erka komîteya civakî ew e ku çalakiyên perwerde û rêxistinî bi pêş bixe, da ku hişmendiya civakî di nava jinan û civakê de bilind bike. Ew plan û projeyên ji bo parastin û pêşxistina mafên mirovan di warên werzîş, olî, tenduristî, lênêrîna zarokan, birîndarên şer, mexdûrên koçberî û extiyaran de pêşkêş dike û ji bo kêmkirina îstîsmara zarokan û koçberiyê dixebite.
Komîteya Aborî
Erka wê ew e ku kooperatîfên jinan di çandinî, pîşesazî, hunerên destan û warên din de li dijî îstîsmar û yekdestdariya kapîtalîst bi pêş bixe. Amadekirina lêkolîn û projeyên aborî û pêşkêşkirina wan ji ajansên fînansekirinê re, pêşxistin û organîzekirina çalakiyên bazirganî û aborî yên salane.
Komîteya Dadweriya Civakî
Komîteya Dadweriya Civakî ji Komîteyên Lihevhatinê û Mala Jinan pêk tê. Xebatên wê di çarçoveya pêşxistin û sazûmankirina edaleta civakî ji bo perspektîfa jinan, danîna prensîba edaleta civakî di çareserkirina pirsgirêkên jinan û civakê de û dabînkirina lênêrîn û parastina jinan ji her cure tundiyê û cudakariyê ye. Her wiha binpêkirin û sûcên li dijî jinan belge dike û wan wek rapor ji rayedarên pêwendîdar re dişîne. Erka vê komîteyê ew e ku pirsgirêkên jinan di têkoşîna li dijî neheqiyê de çareser bike û piştgiriyê bide wan.
Komîteya Perwerde û Akademiyan
Ji bo bilindkirina statuya siyasî, rewşenbîrî û çandî ya jinan û civakê bernameyên perwerdeyê bi pêş dixe. Lêkolîn û weşanên girêdayî hişyarkirin û perwerdeyê amade dike. Bi riya waneyan xwendin û nivîsandinê teşwîq dike. Her wiha ji bo pêşxistina bernameyên hişyariyê ji bo guhertina zihniyeta mêran dixebite. Ji bo bidestxistina van armancan, akademî hatin damezrandin da ku jinan di hemû astan de bihêz bikin.
Komîteya Tendirustiyê
Ew di warê tendirustiyê de ji bo hemû niştecihên herêmê dixebite û xebata wê bi pêşkêşkirina bernameyên hişyariya tenduristiyê li ser tenduristiya jinan in. Her wiha rêxistinkirin û pêşxistina yekîneyên xebatê yên têkildarî tendirustiyê, ne tenê li bajaran, li deverên gundewar jî bi berfirehî digre ser milên xwe. Ji ber ku qada tendirustiyê mîna qadên din cudakariya zayendî dihewîne, komîte li dijî vê tundiya veşartî çalakiyên têkildarî qadê li dar dixe.
Komîteya Çand û Hunerê
Komîteya Çand û Hunerê ji bo pêşxistina çanda gelên ku li herêmê û Sûriyeyê bi giştî dijîn, bi riya piştgirîkirin û pêşxistina çalakiyên ku beşdarî parastin û pêşxistina çand, ziman, huner û wêjeyê dibin, dixebite. Her wiha ji bo parastina çand û reseniya civakê ji tunebûn û planên asîmîlasyona çandî komên hunerî dixebite.
Komîteya Parastinê
Bê parastin destkeftî nayên bidestxistin. Ger hewldanên hişyarkirinê û hewldanên ji bo guhertina zihniyeta hin mêran bêbandor bin divê gaveke duyemîn were avêtin: parastina jinan ji hemû cureyên tundiyê. Ne tenê yên ku rastî îstîsmarê tên, di heman demê de nirx û exlaqê civakê jî hewceyî parastinê ne.
Komîteyên din
Komîteya Medyayê xebata Kombûna Jinan a Zenobiya dişopîne û armanc dike ku wêneyê stereotîpîk ê jinan di medyayê û civakê de biguherîne. Her wiha ew bi saziyên medyayê yên curbecur re hevkariyê dike da ku xizmeta armancên jinan bike. Komîteya Têkiliyan ji bo pêşxistina diyalog û têkiliyan bi rêxistinên jinan ên ku ji bo aştî û bidawîkirina şeran parêzvaniyê dikin re dixebite. Komîteya Malbatên Şehîdan piştgiriya darayî û exlaqî dide malbatên mexdûrên şer.