TAJÊ daxwaza azadkirina dîlgirtiyan kir
Di semînera ku ji aliyê TAJÊ ve hat lidarxistin de daxwaza azadkirina dîlgirtiyên Êzidî hat kirin û wiha hat gotin: “Ji bo ku ev dîlgirtî vegerin ser axa xwe, kes nabe alîkar. Ne hikûmet dibe alîkar, ne hêzên navnetewî.”
Şengal – Di 26’ê mehê de TAJÊ li binesaziya komîna Dîgûrê bi tevlîbûna hemû komînên Şengalê, semînerek ji bo bîranîna fermanê û pengava ku bi şîara ‘Tu jî bibe dengê dîlgirtiyên fermanê’ hatiye destpêkirin, li dar xist.
‘Me ti car terka baweriya xwe nedaye’
Semînera ku bi rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê destpê kir, ji aliye Berdevka Dîplomasiya TAJÊ Riham Hico ve hat dayîn. Riham Hico diyar kir ku ev 12 sal in salvegera fermana 74’an her sal bi şewazeke bi bîr tînin û wiha got: “Di dîrokê de me 74 ferman jiyaye. Ev ferman ji ber nasnameya me ye, hebûna me ye, baweriya me ye û qewmiya me ye. Berî her tiştî ferman ji bo ku em Êzîdî ne tê serê me. Em welatê xwe bûn ferman hat serê me, em li Colemêrge bûn ferman hat serê me, em li Serhedê bûn ferman hat serê me... Em li kuderê bin li wir ferman hatiye serê me. Di esasê de çima ferman hat serê me? Ji ber baweriya me muxtelîfa hemû baweriya ye, çanda me muxtelifa hemû çandan e, nasnameya me muxtelîfa hemû nasnameyan e. Em ne baweriyeke ku ji dewletê re bûne yek, ne jî me ji bawerî û deshilatên din re serî tewandiye. Her tim me bi paqijiya xwe, bi çanda xwe, hebûna xwe û nasnameya xwe jiyan kiriye. Me 74 ferman jiyan kiriye lê me serê xwe daye me sirra xwe nedaye. Di encamê vê baweriyê de gelek caran em bûne qurban, me baz daye, me berçîbûn dîtiye, me serma û germa dîtiye. Lê me ti caran terka baweriya xwe nedaye.’’
‘Di civîna Ummanê de her tişt hatibû plankirin’
Riham Hico bal kişand ser rastiya ku DAIŞ ji kuderê derketiye, berê xwe çawa daye Şengalê û wiha nirxand: “Ev ferman dû aliyên xwe hebûn. DAIŞ bi xwînmijandina xwe bi gotinên ew kafir in em wan qetil bikin, jenosîd li ser me meşandin. Li Ummanê beriya fermanê civînek veşartî hat çêkirin. Di vê civînê de bêyî ku fermiyet were avakirin, di radestkirina Şengalê û teslîmkirina gelê Êzîdî de biryar hatine girtin. Kesên ku di we civînê de cihe xwe girtin û bîryara ku Şengal were valakirin dan, ew sûcdar in. DAIŞ di vir de qertek bû û ji bo li hemberî gelê Êzîdî şixulandin. Ji bo muhasebekirina DAIŞ’ê jî kes niha serê xwe naêşîn e. Ev hêzên ku cihe xwe di plansaziya jenosîda li ser Êzîdiyan de girtin Emerîka, PDK, Îsraîl, Irak û hezên selefî ne. Hem hêzên dualî hem hêzên iklîmî û hem hêzên herêmî cihe xwe di vê îttîfaqê de girtin û biryara teslîm girtina Şengalê dan. Hêz û qewet ji DAIŞ’ê re pêşkêş kirin.”
‘Yên li Şengalê liberxwe dane, diyar in’
Riham Hico destnîşan kir ku ya ku nehiştiye DAIŞ biser bikeve, civaka Êzîdî bi xwe bûye û wiha pê de çû: “Mirovên wek şehîd Xeyrî, şehîd Dilgeş, mirovên li Gerzerik heta sibehan li berxwedan û mirovên wek dayê Gulê û dayê Erzan li berxwedan û çavê DAIŞ’ê şikandin. Moralê DAIŞ’ê xistin. Di aliyê din de jî bi mudexalekirina hêzên YPG, YPJ û gerîlayên azadiye hebû. Gelê Êzîdî xwe bi van hêzan re kir yek û berxwedanî dan meşandin. Bi fikrê Apoyî re gel û hêzên YPG, YPJ û gerîlayên azadiyê DAIŞ li Şengalê hat şikandin. Piştî ku DAIŞ li Şengalê hat şikandin herkesî xwest hespê xwe li Şengalê bide bezandin. Yên li Şengalê liberxwe dane, diyar in. Ji 7 salî heta 70 salî li Şengalê were pirsîn kî we firot, wê bêjin peşmerge. Yên diyar û çav xuya dikirin, peşmerge bûn. Hun pirs bikin kî we xilas kir, we bêjin PKK’ê me xilas kir. Yên ku nikaribin bêjin jî ji tirsa nikarin bêjin. Ev 13 sal in tiştekî ku naye înkarkirin e. Ev tiştekî dîrokî ye. Di dîrokê de êdî cihe xwe girtiye, naye guhertin. PKK’ê Êzîdî xilas kirin, pêşmerge Êzîdî firotin.”
‘Dîlgirtiyên me dişînin derveyî welat, ev bi jenosîde ve girêdayî ye’
Berdevka Dîplomasiya TAJÊ Riham Hico bal kişand pengava ku li ser dîlgirtiyan dane destpêkirin û wiha got: “Aqûbeta dîlgirtiyên me hîn jî ne diyar e. Gelek dîlgirtiyên me bi malbata xwe re diaxivin lê cihê xwe nabêjin. Ji bo ku ev dîlgirtî vegerin ser axa xwe, kes nabe alîkar. Ne hikûmet dibe alîkar, ne hêzên navnetewî dibin alîkar. Lê li ser me û li ser dîlgirtiyan siyasetê dikin. Hikûmeta Iraqê ya ku em di nav de ne hîn jî jenosîda li ser Êzîdiyan qebûl nekiriye. Iraqê ji bo dîlgirtiyan ji destê DAIŞ’ê xilas bike û ji deverên din xilas bike, hîn jî qanûn ava nekiriye. Em wek civak mihtacî alîkariyekê ne. Li her cihî jin tên kuştin, em jî li vir têkoşîna we didomînin. Bi vî awayî dixwazin DAIŞ’ê pak bikin, Êzîdiyan gunehbar bikin. Ev jî şereke li hemberî Êzîdiyan didin meşandin e. Şerekî qirej li ser me didin meşandin. Ferman li ser Êzîdiyan hîn xilas nebûye didome. Ji aliyekî ve êrîşe me dikin, ji aliyekî ve dixwazin me tune bikin. Jinên Êzîdî piştî fermanê xwe bi rêxistina TAJÊ re rêxistin kirin. Kes nikare wek berê hespê xwe li Şengalê bide bezandin. Êdî Şengal ne ew Şengala berê ye û bîryara çarenûsa we bide. Em nahelin xwîna şehîdan were tinekirin, îrada gelê Êzîdî neyê naskirin.”
Semîner bi pêşkêşkirina dansa hebûne ya ku ji aliye Stiya Nexşa ve hatibû amadekirin, bidawî bû.