Suweyda di bin agir de ye: Şahid binpêkirinan eşkere dikin
Jinên Suweydayê bombebaran, kuştin û koçberiyê vedibêjin û binpêkirinên li dijî gel ji aliyê HTŞ’ê ya cîhadîst ve tê kirin aşkere dikin.

ROŞÊL CONYOR
Suweyda – Li bajarê Suweydaya yê Sûriyeyê şerekî xwînî yê bêhempa diqewime. Gund vediguherin qadên şer û cihên îbadetê jî vediguherin stargehên qurbaniyên komkujiyan. Her çend daxuyaniyên fermî tenê hejmara qurbanî û koçberan rêz dikin jî, dengên jinan ên ku ji dilê pevçûnê radibin çîrokek ji van hejmaran pir tirsnaktir vedibêjin. Bajarê Suweyda yê Sûriyeyê di rojên dawî de bûye qada pevçûnên dijwar ên di navbera komên Durzî yên herêmî û komên çekdar ên girêdayî Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) a cîhadîst de. Rapor eşkere dikin ku çeyetên girêdayî HTŞ’ê li zeviyan darvekirin pêk anîne, bi awayekî sîstematîk mal û dikan talan kirine û şewitandine.
‘Me nikarîbû cenazeyan jî nas bikin’
Samia El-Yûsuf a ji gundê Samî ye, wiha behsa revîna di bin agir de kir: “Em neçar man ku bi rêya rêyeke din a di bin agir de birevin. Wan bi tank û çekên giran êrîşî gund kirin, mirovan perçiqandin û li kolanan bi awayek bêrehmî kuştin. Me nikarîbû cenazeyan jî nas bikin. Xanî hatibûn şewitandin û talankirin û hovîtiya wan nayê wesifandin." Gotinên Samia El-Yûsuf mezinahiya trajediya ku gundê wê dîtiye nîşan didin. Bi hêrs dibêje ku "Tiştê ku bi serê me de hat meriv nikare nikare bi tiştên ku Mongol an Tataran kirin re bîne ber hev. Tiştê ku em pê re rûbirû dimînin ne karê dewletek e, yê rêxistineke sûcdar e ku hemû mirovahiyê tehdît dike. Her kesê ku piştgiriyê dide wan, hevkar e. Ew cinawir in ku bi xwînsarî dikujin, di medyayê de derewan dikin û paşê mirovan dikujin da ku cîhanê îqna bikin ku ew aştîxwaz in."
‘Ji bo ku li ewlehiyê bigerin em ji malekê ber bi maleke din ve çûn’
Samia destnîşan kir ku hin alî ji bo êrîşî Suweydayê bikin, ji endamên eşîran sûd werdigirin û wiha got: "Wan ew xapandin, bi teşwîqkirina wan ku nearamiyê biafirînin da ku di bin dirûşmeya mîsogerkirina ewlehî û aramiyê de hincetek ji bo destwerdanê biafirînin. Lê gava ku ketin hundir, mezhebperestiyê di kiryarên wan de xwe nîşan da.” Derbarê qebûlkirina xelkê Suweydayê ya ji aliyê koçberên ji herêmên din de jî Samia got, "Me deriyên xwe ji xelkê Hauran re vekirin. Me bi awayekî mirovî pêşwaziya wan kir û mal û xwarina xwe bi wan re parve kir. Lê belê, wan bi dizî û êrîşê bersiva nêzîkatiya me ya dilovan dan. Em bêmal mane. Em her roj ji bo dîtina xwarinê têdikoşin. Em li tirba Ayn el-Zeman dimînin, ku bi dehan malbat li wir di bin yek banî de dicivin. Em ji malekê ber bi maleke din ve çûn, ji bo ku li ewlehiyê bigerin, lê me ew nedît."
‘Kesek xwedî wijdan dê li hemebrî van sûcan bêdeng nemîne’
Sumeyya el-Yûsuf di berdewama axaftina xwe de bang li cîhanê kir û got: "Tiştê ku diqewime êrişên çeteyan e ku xwe di pişt dirûşmeyên derewîn de vedişêrin. Heta Sunniyên nerm jî dê nikaribin ji hovîtiya wan birevin. Kesek xwedî wijdan û ehlaq, dê li hember van sûcan bêdeng nemîne. Ew kesî nahêlin û di dawiyê de hevdu tune dikin."
Zarokên di dilê şer de
Jude Rabah a ji gundê Samiyê ye jî, êşa ku gundî û deverên derdorê kişandine bi van gotinan anî ziman: “Bêyî îstîsna, em hemû bandor bûn û ji bilî revîna ji bombebaranê ti bijarteyek din li ber me tunebû. Me xwe li malekî li Suwêdayê, paşê li avahiyek din a apartmanê girt, lê bi teqînên li dora me û zarokên biçûk ên ku ji temenê biçûk ve di nav tirsê de dijiyan, ewlehî hîn jî ne gengaz bû. Xanî hatin talankirin, gund hatin şewitandin, tirs û xofa ku me jiya di bîra me de ma, bi awayekî nejibîrkirî di bîra me de ma.”
‘Zêdetirî 300 kes li gund hatin qetilkirin’
Naziha Malak a ji gundê El-Tha'la ye, hûrguliyên trajediya ku gundê wan wêran kiriye wiha vegot: "Gundê me dorpêç kirin, dû re agir avêtin û her tiştî şewitandin. Em ji malên xwe hatin derxistin û bi sedan kes bi awayek hovane hatin kuştin. Heta darên zeytûnê ku sembolên berxwedanê ne jî, nehatin xilaskirin. Zêdetirî 350 kes, ji zarokan bigre heya kal û pîran, dema ku bi tank û çekên giran êrîşî gund kirin û kes li pey xwe nehiştin, bi awayek hovane hatin kuştin. Em bi tenê bi tevî cilên li ser pişta xwe, bi tenê bi tirs, reviyan û gule li dû me ketin. Îro, her çend gund ji terorê hatibe rizgarkirin jî, lê nayê jiyîn. Gund ji ser rûyê erdê hatiye paqijkirin.”