Sunday Times: Îran di xwepêşandanan de 16 hezar û 500 kes qetilkir
Rojnameya Sunday Times, ragihand ku di xwepêşandanên li Îranê de 16 û hezar 500 kes hatine qetilkirin û 330 hezar kes jî birîndar bûne. Rojnameyê, piştrast kir ku dibe li seranserê Îranê zêdetirê 8 hezar xwepêşander kor bûne.
Navenda Nûçeyan – Rojnameya Sunday Times, di nûçeya xwe ya têkildarî xwepêşandanên seranserî li Îranê de, ragihand ku li gorî çavkanî û bijîşkên li hundirê Îranê, herî kêm 16 hezar û 500 û heta 18 hezar xwepêşander jiyana xwe ji dest dane û 330 hezar û heta 360 hezar kes jî birîndar bûne. Rojnameyê, piştrastkir ku dibe li seranserî welat zêdetirê 8 hezar xwepêşander kor bûne.
Li gorî vê raporê, tenê di şevekê de û tenê li Tehranê, zêdetirê 800 bûyerên birîndarbûna çavan hatine tomar kirin û tenê li Klînîka Çav a Nur a li Tehranê 7 hezar bûyerên birîndarbûna çavan hatin tomar kirin.