Li Koye ji bo piştevaniya Rojava pêşandana şano
Li navçeya Koye xwendevanên amadeyî ji bo piştgiriya şervanên Rojavayê Kurdistanê û şervanên jin şanoyek nîşan dan.
ŞIYA KOYE
Koye – Êrîşên çeteyên DAIŞ, HTŞ û dewleta Tirk a dagirker yên li ser Rojavayê Kurdistanê dewam dikin. Li Başûrê Kurdistanê piştevaniya ji bo şervanên Kurd her ku diçe berfirehtir dibe.
Divê çarçoveyê de li kolana Hacî Qadir ya di nava navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê de, xwendevan û mamostayan, bi armanca piştgiri bidin Rojavayê Kurdistanê şanoyek pêşkêş kirin.
Armanca şanoyê ew ku bu piştgiriyê bidin şervanên jin ên Rojavayê Kurdistanê ku ji bo parastina axa Kurdistanê şehîd dibin. Şano rastî eleqeyek mezin hat.
‘Em piştevaniya Rojava dikin’
Mamosta û şanoger Semîre Yasîn wiha got: “Cihê kêfxweşiyê ye me îro rola şervanên xwe dît. Armanca me ya vê şanoyê, piştevaniya ji bo Rovayê Kurdistanê ye. Mixabin hinek gotarên ji aliyê hinek melayan ve em dibînin ku dibêjin nave jin şer bikin, divê di malê de bin û xizmetê bikin, ez li dijî va gotinanim. Em mirovin û mil bi milê mêran didin meşandin û bê tirs daxwaza mafê xwe dikin.”