Sûham Şengalî: Çarenûsa jinên Êzidî yên dîl rojeva esasî ya hevdîtinên me ye

Berdevka dîplomasiya TAJÊ Sûham Şengalî li ser kongreya NADA û hevdîtinên bi jinên 7 welatan re kirine axivî, da zanîn ku kongre ji bo naskirina jinên ji civakên cuda bûye derfetek û got ku çarenûsa jinên Êzidî yên dîl rojeva esasî ya hevdîtinên wan bûye.

HÊVÎDAR ŞENGALÎ

Şengal – Di navbera 15-17’ê Gulanê de li Silêmaniyê Hevgirtina Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA) Yekemîn Kongreya xwe li dar xist û ji 18 welatan jin tevlî kongreyê bûn. Li ser navê jinên Êzidî jî heyetek ji dîplomasiya TAJÊ pêk dihat tevlî kongreyê bû. Piştî kongreyê heyeta ji Şengalê li Silêmaniyê hevdîtin bi heyetên 7 welatan re pêk anîn. Di hevdîtinan de pirsgirêk, têkoşîn û tecrubeyên jinan bi berfirehî hatin nîqaşkirin.

Têkildarî kongreyê, atmosfer û moral, mijarên ku hatine nîqaşkirin, hevdîtinên bi jinên welatên cuda û eleqeyên jinan a li hember têkoşîna jinên êzidî û hwd. berdevka Komîteya Dîplomasiya TAJÊ Sûham Şengalî ji ajansa me re axivî. 

Sûham Şengalî diyar kir ku di asta Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê de ji 18 welatan jin tevlî kongreya NADA’yê bûne û wiha got: “Gelek pêkateyên cuda û baweriyên cuda di kongreyê de hebûn. Bi rastî bi tevlibûna ewqas jinan lidarxistina kongreyê gelek girîng bû. Me ji li ser navê TAJÊ cihê xwe di nav kongreyê de girt. Kongreyê sê rojan berdewam kir û di nava sê rojan de mijarên weke pirsgirêkên jinan, rewşa jinan û civakan bi berfirehî hatin nirxandin. Hem asta têkoşîna jinan hem jî asta êrîşên li ser jinan û li hemberî van têkoşîna çawa ji jinan tê xwestin, hatin nîqaşkirin. Ji hêla din ve wek jinên Êzidî cihgirtina di vê kongreyê de derfeteke mezin bû. Di kongreyê de derfeta naskirina jinên ji civak û baweriyên cuda çêbû. Hem di panelên hatin dayîn de hem jî di perspektîf û peyaman de têkoşîn, parastin û pirsgirêkên jinan bi berfirehî hatin nîqaşkirin. Bi sedan jin tevlî kongreyê bûn û moralek pir mezin hebû.”

‘Perspektîfên Rêber Apo mohra xwe li kongreyê xistin’

Sûham Şengalî destnîşan kir ku perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mohra xwe li kongreyê xistine û ev nirxandin kir: “Di kongreyê de nîqaş li ser hîmê felsefeya Jin-Jiyan-Azadî hatin meşandin ji ber ku ev felsefe li Rojava, Rojhilat û Şengalê di pratîkê de ye. Her wiha di kongreyê de hat dîtin ku li hemû welatan pirsgirêkan jinan yek in û derket holê ku sîstemên heyî yên dewletan ne mafên jinan ne jî mafên civakan diparêzin. Ji ber vê yekê jî di kongresê de hevgirtina jinan û têkoşîna wan hat nîqaşkirin, jinan tecrubeyên xwe yên têkoşîna vegotin. Ji ber vê kongre hem girîng hem jî dîrokî bû. Ji ewqas welatan hatina jinan û kombûna wan bi rastî jî serkeftineke mezin bû. Ji ber sîstema heyî naxwaze du jin li gel hev rûnên û pirsgirêkên xwe çareser bikin. Pergalek wisa ye ku dixwaze jinan û civakan ji hev qut bike. Li ser vê esasî kombûna jinan û di bin sîwana NADA’yê de xurtkirina yekitiyê girîng bû.”

‘Kongre ji bo naskirina ewqas jinan derfetek mezin bû’

Sûham Şengalî bal kişand ser hevdîtinên ku bi jinên welatên cuda re kirine û ragihand ku naskirina ewqas jinan û bi nîqaşên çêbûne, derfetek mezin çêbûye û wiha pêde çû: “Piştî kongreyê me bi jinên ji 7 welatan tevlî kongreyê bibûn re weke TAJÊ hevdîtin pêk anîn da ku em hev zêdetir nas bikin û bi hev re kar bidin meşandin. Hem di kongreyê de hem jî di hevdîtinan de me pirsgirêkên jinên Êzidî û jinên Iraqî anîn ziman. Weke jinên Êzidî me xwest bi jinên di kongreyê de amade bûn bidin famkirin ku jinên Êzidî di nava êşên pir mezin de xwe çawa birêxistin kirine. Ji ber em naxwazin tiştên jinên Êzidî dîtine jinên din bibînin. Me tecrubeyên têkoşîna xwe jî bi wan re parve kir.”

Naveroka hevdîtinan

Di domandina axaftina xwe de Sûham Şengalî îşaret bi naveroka hevdîtinan kir û van agahiyan parve kir: “Hevdîtinên çêbûn jî di asta danasînê de bûn. Ji ber gelek ji wan jinan jinên Êzidî, civaka Êzidî, çand û baweriya wê nas nedikirin. Gelek jinên ku me bi wan re hevdîtin kirin tenê fermanê dizanibûn, ji derveyî wê tu tişt nizanibûn. Bi kongreyê re derfetek wisa çêbû ku bi awayekî berfireh doza jinên Êzidî û civaka Êzidî em bi jinan bidin nasandin. Ev yek ji bo me cihê kêfxweşiyê bû. Di heman demê de me jî li wan guhdarî kir, pirsgirêkên jinên welatên ew lê dijîn çi ne û çareseriya hevpar çi ye, di qanûnên welatên wan de cihê jinan çi ye, jin çawa tevlî jiyanê dibin û hwd. Li ser van me nîqaş meşandin. Her wiha di hevdîtinên berê de jî û yên herî dawî de jî li ser jinên Êzidî meraqek mezin hebû. Bi taybetî rewşa civaka Êzidî, çand û baweriya civaka Êzidî gelek meraq dikirin, gelek ji wan cara yekem jinên Êzidî didîtin bêguman meraqa nasîna jinên civak û baweriyên cuda bi me re jî hebû. Ev kongre bû derfetek em ji nêz ve hev nas bikin. Jixwe ji bo serxistina doza civaka Êzidî pêwendî danîna bi van jinan re gelek girîng e. Yên ku herî zêde li hemberî talan, şer û wêrankirinê disekinin jin in. Di heman demê de ne tenê di warê siyasî û dîplomasiyê de ji hêla civakî, çand û baweriyê ve naskirina hev girîng e.”

‘Çarenûsa jinên Êzidî yên di destên DAIŞ’ê de bû rojeva esasî ya hevdîtinan’

Berdevka Komîteya Dîplomasiya TAJÊ Sûham Şengalî da zanîn ku hem di kongreyê de hem jî di hevdîtinan de mijara ku bûye rojev çarenûsa jinên Êzidî yên di destên DAIŞ’ê de û di asta Rojhilata Navîn de fermanê bi fermî wek jenosîd naskirin û wiha lê zêde kir: “Heta niha 14 welatan fermanê weke jenosîd bi fermî nas kirine lê di Rojhilata Navîn de tu dewletek fermanê weke jenosîd nas nekiriye. Heta Iraqê jî ku jenosaîd li ser axa wê hatiye kirin nas nekiriye. Ji hêla din ve jî gelek jinên Êzidî yên ku çarenûsa wan ne diyar e li welatên Rojhilata Navîn belav bûne. Di hevdîtinan de ji jinan hat xwestin ku li welatên xwe li ser jinên çarenûsa wan ne diyar lêkolîn bikin û ji bo dîtina wan kar û xebatan bidin meşandin. Jixwe ev pêşniyar ji bo destekdayîna têkoşîna jinan û civaka Êzidî weke xalek ket encamnameya kongreyê jî.”

‘Bang li hemû jinan dikim ku Rêber Apo bixwînin û xwe nas bikin’

Sûham Şengalî anî ziman ku banga esasî ya kongreyê li hemberî şer û talana heyî ku dixwaze jinan û civakan tune bike, têkoşîneke hevgirtî bûye û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Weke jinên Êzidî vê bangê dikin: Bi têkoşînek hevpar û bi yekitiyeke xurt li hemberî êrîş û şeran xwedî helwest bin. Ji aliyê din ve em bang li hemû jinan dikin ku ji bo serxistin şoreşa Jin-Jiyan-Azadî her yek ji aliyê xwe ve kar û xebat bidin meşandin. Di roja îro de Rêber Apo dibêje sedsala 21’emîn sedsala jinan e. Li ser vî esasî divê hemû jin Rêber Apo bixwînin, xwe nas bikin, ji bo hebûna xwe û hebûna civakan têkoşînê bidin meşandin.”