Jinên Efganî li dijî rêziknameyên nû yên Talîbanê serî rakirin
Parêzvanên mafên jinan ên ku li parêzgeha Takhar a Efganistanê kom bûn, li dijî rêziknameyên nû yên Talîbanê yên derbarê qanûna malbatê de, xwepêşandan lidar xistin.
Navenda Nûçeyan – Di xwepêşandanekê ku ji aliyê endamên Hevpeymaniya Tevgerên Xwepêşandanê yên Jinên Efgan ve li parêzgeha Taxar a Efganistanê hate lidarxistin de, polîtîkayên nû yên Talîbanê yên derbarê jin û jiyana malbatê de, hatin rexnekirin. Jinên beşdarî xwepêşandanê bûn, diyar kirin ku rêziknameyên nû yên derbarê "veqetandina jinan" de mafên mirovan, azadiya jinan û rûmeta mirovan binpê dikin.
Daxuyaniyek ku ji aliyê hevpeymaniyê ve hate weşandin nîşan da ku piştî dûrxistina jinan ji perwerde, kar û jiyana civakî, rejîma Talîbanê niha hewl dide ku kontrola tevahî li ser jiyana malbatî û biryarên kesane ava bike.
'Tundiya veşartî'
Daxuyaniyê tekez kir ku zewacên zarokan "tundiya rêxistinkirî" ne û diyar kir ku ev pêkanîn pêşeroj, mafê perwerdehiyê û tenduristiya derûnî ya keçan tehdît dikin. Jinan destnîşan kirin ku tu hikûmet an pergala baweriyê nikare rê bide ku zarok bibin qurbaniyên polîtîkayên tundrew.
Xwepêşandêran her wiha diyar kirin ku parêzvanên mafên jinan, rojnamevan û jinên ku daxwaza mafê perwerdê dikin, bi zextên wekî gef, girtin, îşkence û windakirina bi zorê re rû bi rû dimînin. Wan zêde kir ku pêkanînên Talîbanê êdî ne tenê bi qedexeyên li ser perwerde û kar ve sînordar in, di heman demê de sînorkirinên li ser azadiya tevger û jiyana rojane ya jinan jî dihewîne.
Ji bo rêxistinên Netewî
Jinan bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kirin ku zextê li ser Talîbanê zêde bikin û rewşa heyî wekî "qirkirina zayendî" û "sûcên li dijî mirovahiyê" binav kirin.
Piştî ku serokê Talîbanê Hîbatullah Axundzada rêziknameyek nû ya derbarê "veqetandina hevjînan" de pejirand û şand dadgehên Talîbanê, bertek zêde bûn. Ev rêzikname rêziknameyên nû yên derbarê pêvajoyên veqetîn û veqetandinê ji bo hem mêr û hem jî jinan vedihewîne.
Rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan û komên jinan rêzikname wekî hewldanek ji bo qanûnîkirina cudakariya li ser bingeha zayendî li Efganistanê dibînin, di heman demê de berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mucahîd diyar kir ku rexneyên navneteweyî ji bo wan "ne girîng" in û ev kiryar dê berdewam bikin.