‘Dûrxistina Ermeniyan ji hilbijartinan bandorê li pêvajoya siyasî û aramiya neteweyî dike’

Endama Ofîsa Siyasî ya Partiya Yekîtiya Ermen Sîlda Sîmon dûrxistina pêkhateya Ermen ji hilbijartinên Meclîsa Gel rexne kir û diyar kir ku Sûriyeya demokratîk bi hevkariya hemû pêkhateyan ava dibe.

SORGUL ŞÊXO

Til Temir – Hikûmeta Demkî pêkhateya Ermen ji hilbijartinên Meclîsa Gel li parêzgeha Hesekê dûr xist. Ev yek bû sedema nerazîbûnên pêkhateya Ermen.

Endama Ofîsa Siyasî ya Partiya Yekîtiya Ermen Sîlda Sîmon ji ajansa me re behsa hilbijartinan û daxwazên xwe yên sereke kir.

‘Dûrxistina Ermeniyan ji hilbijartinan bandoreke neyînî li pêvajoya siyasî û aramiya neteweyî dike

Sîlda Sîmon got ku ew pêşveçûna pêvajoya hilbijartinên Meclîsa Gel dişopînin û wiha berdewam kir: “Biryara hikûmetê ya hilbijartinê bû sedema dûrxistina pêkhateya Ermen ji nûnertiya Ermeniyan di parlemantoya Sûriyeyê de. Em wekî Ermeniyên Sûriyeyê beşek yekgirtî û bingehîn a tevna neteweyî ya Sûriyeyê ne. Derxistina pêkhateya Ermen ji Meclîsa Gel paşguhkirina rola me ya bingehîn di avakirina nasnameya Sûriyeyê de ye û bandoreke neyînî li ser pêvajoya siyasî û aramiya neteweyî dike.”

Daxwaz çi ne!

Sîlda diyar kir ku dengê Ermeniyan di parlamentoya Sûriyeyê de, ji bo yekîtiya neteweyî ye û di heman wextê de ji bo pirrengiya çandî û civakî ya Sûrîyeyê diyarker e. Sîlda wiha daxwazên xwe anî ziman: “Ji ber vê yekê, em daxwaz dikin ku rayedarên pêwendîdar û kesên berpirsyarên pêvajoya siyasî nûnertiyek dadwer û bi bandor ji bo civaka Ermenî di Meclîsa Gelê Sûriyeyê de misoger bikin da ku dengê Ermenî were bihîstin û mafên wan werin parastin. Her wiha em daxwaz dikin ku newekheviya di belavkirina kursiyên parlamentoyê de were rakirin da ku mafên siyasî yên tevahî ji hemû civakên xwecihî re werin dayin.”

‘Bila dawî li polîtîkayên dûrxistina siyasî were anîn’

Sîlda da xuyakirin ku ew daxwaz dikin dawî li polîtîkayên dûrxistina siyasî were û wiha sedema wê bilêv kir: “Misogerkirina serkeftina her pêvajoya siyasî di Sûriyeya pêşerojê de, pêwîstiya wê bi rêzgirtina li pirrengiya neteweyî, çandî û olî û misogerkirina mafên siyasî yên hemû pêkhateyan bê îstîsna heye. Ji ber ku avakirina Sûriyeya demokratîk beşdariya siyasî ya hemû pêkhateyan, ji bo avakirina paşeroja welat pêwîst e.”

‘Daxwaz kotayek ji bo jinan e’

Sîlda bi berdewamî qala xalek girîng ku heta niha tê paşguhkirin kir û got: “Em ji bo misogerkirina nûnertiya jinên Ermen û hemû jinan di Meclîsa Gel de kotayek ji bo jinan dixwazin.Ji ber ku Sûriye niha di qonaxeke dîrokî û girîng re derbas dibe ku ji me, wekî Ermeniyên Sûriyeyê û hemû civakên din tê xwestin em beşdarî avakirina pêşeroja Sûriyeyê bibin.”

Daxwaza beşdarbûna jinan di nivîsandina destûra Sûriyeyê de

Sîlda da payin ku erka wan ew e di hemû saziyên rêveberî û zagonsaziyê de beşdarî rêveberiya welat bibin.

Sîlda bi vê daxwazê dawî li axaftina xwe anî: “Em daxwaza beşdarbûna jinên Ermen di hemû saziyên hikûmetê û di nivîsandina destûra Sûriyeyê de dikin. Ji ber ku jinên Ermen di avakirina paşeroja Sûriyeyê de hevkarên bingehîn in.”