Spîde Qilyan a girtî: Pexşan Ezîzî sembola rûmeta mirovahiyê ye

Spîde Qilyan bi nameyek vekirî bertek nîşanî erêkirina cezayê darvekirinê ya li ser girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, da û got: “Ger îro em dengê xwe bilind nekin, wê sibê çîroka mirina kesek din were vegotin.”

Navenda Nûçeyan – Çalakvan Spîde Qilyan ku di Girtîgeha Evînê de girtî ye, bi nameyek nerazîbûna xwe li hemberî erêkirina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî nîşan da û bang li gel kir ku bi yekitî û piştgiriyê bibin dengê girtiyan. Spîde Qilyan got: “Ev ceza wê di wijdanê me de bibe birînek kûr.”

Di nameya Spîde Qilyan de wiha hat gotin: “Careke din em di bin siya şer de ne. Li pişt dîwarên bilind û têlên birandî yên vê girtîgehê, em her roj navê darvekirina kesek dibihîsin û pêşeroja xwe lêpirsîn dikin. Cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî, jina ku demek bû stargeha zarokên qurbaniyên şer, hat erêkirin. Ji niha û pê ve, di vê beşa me de jineke wisa heye, li ber darvekirinê ye. Ger ev yek pêk were dê bibe çîrokeke tal û birîneke kûr di wijdanê me û we de.

‘Ev ne tenê serpêhatiya kesek a me hemûyan e’

Pexşan, sembola mirovahiyê ye. Lê niha li ber mirinê ye, ew mirina ku ji kîn û tolhildanê çavkaniya xwe digre. Ew mirina ku Komara Îslamî ya Îranê bi hevkariya Beşar Esad li ser bi hezaran mirovên bêsûc ên Sûriyeyê sepand, niha jî ev kêra bi xwîn xistiye stûyê zarokên vê axê.

Ev ne tenê çîroka kesek e. Çîroka me hemûyan e. Çîroka Pexşanê girêdayî çîroka me hemûyan e, bi çîroka wan dayikên çavlirê ku xwîna zarokên wan li ser kolanan rijiya, bi çîroka wan kesan re ku ‘jiyan’ bûye daxwaza wan.

Komara Îslamî ya Îranê dixwaze me ji hev veqetîne, çîrokên me berbelav bike û me bixe bin tecrîdê. Lê em dizanin, hêvî di girêdana van çîrokan de ye, hêvî di avakirina zincîreke xurt de ye ji êş, berxwedan, hêstir û tolhildanê.

‘Em bêdeng namînin’

Ger îro em dengê xwe bilind nekin, sibê dora çîrokeke din e. Em dixwazin ev zincîr bihêztir bibe. Nehêlin çîroka Pexşanê bibe çîroka nîvçemayî ya hesret û bêdengiyê. Bibin deng û çîroka wê.

Divê bi ‘jiyanê’ şer bi ‘mirinê’ re bikin. Ji jiyanê zincîrek ava bikin, bila destên me bibe xelekeke din a vê zincîrê.”