Sozdar Avesta: YJŞ li Rojhilata Navîn bûye sembola îrade û berxwedana jinan

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta, Şengalê wekî beşeke girîng a pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand û got: “Pêngava entegrasyonê ya li Şengalê gaveke girîng e. Ji bo gelê Êzidî tiştê herî girîng xweparastin e.”

Navenda Nûçeyan – Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta, di Bernameya Taybet a Stêrk TV de pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, pêngava entegrasyonê ya li Şengalê û bûyerên li Rojava nirxand.

‘Divê komîsyona çavdêriyê bê avakirin û sozên hatine dayîn bên bicîhanîn’

Sozdar Avesta, di destpêka nirxandinên xwe de di şexsê Bêrîtan Hêvî de tevahiya nemirên têkoşîna azadiyê, nemirên meha Cotmehê bi rêzdarî, bi hurmet, bi minet bi bîr anî û got: “Pêvajo heta niha gavên şênber ên ku gelê Kurd li bendê ye pêk neanîne. Tevgera Azadiyê tiştên ku ketibûn ser milê wê pêk aniye, lê niha divê dewleta Tirk bersiva vê bide û gavên pratîkî bavêje. Bi taybetî divê Rêber Apo di şertên azad de kar bike û wekî mîmar û koordînatorê pêvajoyê rola xwe bilîze. Her wiha divê komîsyona çavdêriyê bê avakirin û sozên hatine dayîn bên bicîhanîn. Tê gotin ku dewleta Tirk pêvajoyê li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî û hesabên hilbijartinê bipaş dixe. Tevgera Azadiyê jî diyar dike ku ew ê li bendewariyê nemîne û têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê bi rêbazên demokratîk bidomîne.

‘Ev pêngav ji bo hebûn, nasname û mafên civaka Êzidî girîng e’

Sozdar Avesta, derbarê entegrasyona YBŞ û YJŞ’ê ya bi arteşê Iraqê de jî wiha axivî: “Di 26’ê Cotmehê de, li lûtkeya Çiyayê Şengalê, encama berxwedan û têkoşîna 12 salan a civaka Êzidî û fedakariya 530 şehîdan gaveke girîng hate avêtin. Ev pêngav encama fikir û felsefeya Rêber Apo û ked û berxwedana civaka Êzidî ye. Entegrasyona YBŞ û YJŞ bi hêzên Iraqê wekî rûpelekî nû yê dîrokî tê nirxandin. Her wiha dewleta Iraqê soz da ku mafên civaka Êzidî biparêze û garantî bike. Ev pêngav ji bo hebûn, nasname û mafên civaka Êzidî girîng e. Lê serkeftina wê bi pêkanîna pratîkî ya sozên hatine dayîn ve girêdayî ye. Divê civaka Êzidî li ser axa xwe bi azadî bijî, xwe biparêze û têkoşîna xwe ya demokratîk bidomîne. Cîhgirtina YJŞ'ê di vê entegrasyonê de jî gaveke bi rûmet û girîng e.

Pêvajoya li Şengalê beşeke girîng a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li tevahiya Kurdistanê ye. Li gorî nirxandina Rêber Apo, êrîşa li ser civaka Êzidî êrîş li ser hemû gelê Kurd e. Ji ber vê yekê, di 12 salên dawî de bi perspektîfa Rêber Apo têkoşînek mezin hate meşandin da ku civaka Êzidî careke din xwe biparêze û li ser axa xwe bi azadî bijî.

Di vê pêvajoyê de civaka Êzidî ji aliyê fikrî, çandî, hunerî û xweparastinê ve îradeya xwe ava kir. Rêber Apo vê pêvajoyê wekî Ronesansa Êzidîxanê binav kir. Armanca sereke ew e ku civaka Êzidî rêxistinkirî be, xwe biparêze û careke din rastî fermanê neyê. Entegrasyona niha jî di vê çarçoveyê de tê nirxandin û wekî encama têkoşîna 12 salan û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tê şîrovekirin.”

‘YJŞ li Rojhilata Navîn bûye sembola îrade û berxwedana jinan’

Sozdar Avesta, da zanîn YJŞ li Rojhilata Navîn bûye sembola îrade û berxwedana jinan û axaftina xwe wiha domand: “Piştî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an û revandina bi hezaran jin û zarokên Êzidî, Tevgera Azadiya Jinê soz da ku tola jinên Êzidî bê stendin. Ev tol bi avakirina îradeya jinên Êzidî û hêza xweparastina wan hate pênasekirin. Bi pêşengiya şervanên YJA Starê û piştgiriya dayîkên Şengalê û TAJÊ, YJŞ wekî hêzeke parastinê hate avakirin. Pêngava Tolhildana Jinên Êzidî jî di sala 2016’an de dest pê kir. Îro cihgirtina YJŞ’ê di nava artêşa Iraqê de wekî gaveke dîrokî ji bo jinên Êzidî û hemû jinên Iraqê tê nirxandin. Lihevhatina li Şengalê girîng e, lê entegrasyona leşkerî bi tena serê xwe têra çareseriya pirsgirêkên civaka Êzidî nake. Ji ber ku pirsgirêka Êzidiyan ne tenê leşkerî, di heman demê de siyasî, civakî û çandî ye. Ji ber vê yekê, li kêleka entegrasyona leşkerî divê mafê rêveberiya herêmî, nasname, bawerî û çanda civaka Êzidî bê naskirin. Her wiha dibe ku ji bo misogerîkirina van mafan hin guhertinên yasayî jî pêwîst bin. Armanc ew e ku îradeya civaka Êzidî bê parastin û ew bikaribe li ser axa xwe bi azadî û ewlehî bijî.”

‘Li ser entegrasyona civaka Êzidî nêzîkatiyên dijminane, nijadperest û manîpulatîf heye’

Sozdar Avesta a got divê mafên civaka Êzidî û rola YBŞ û YJŞ bên parastin, wiha pê de çû: “Ji bo vê yekê, hevgirtin û piştgiriya hemû Êzidiyên li Şengalê û derveyî welat girîng e. Ev pêvajo divê nebe sedema sistbûnê; divê gavên hatine sozdan şopandin û di pratîkê de bên bicihanîn. Li ser entegrasyona civaka Êzidî hin derdor nêzîkatiyên dijminane, nijadperest û manîpulatîf nîşan didin. Bi taybetî mijara Êzidî Kurd in an na û çima bi Iraqê re entegrasyon kirine, wekî amûreke provokasyonê tê bikaranîn. Lê divê civaka Êzidî xwe bi îradeya xwe pênase bike û mafê kesî tune ye ku nasnameyekê li wê ferz bike. Entegrasyona leşkerî li gorî destûra Iraqê pêk hatiye, ji ber ku Şengal piştî 2003’an bê statû û bê rêveberiyeke diyar maye. Ji ber vê yekê divê li şûna provokasyon û nakokiyan, piştgirî li vê pêvajoyê bê dayîn. Girîng e ku civaka Êzidî yekîtiya xwe xurt bike, li dora maf û destkeftiyên xwe kom bibe û bi îradeya xwe pêşeroja xwe diyar bike.”

Sozdar Avesta, destnîşan kir ku civaka Êzidî li tevahiya Kurdistanê û gelek welatên derveyî welat belav bûye û wiha domand: “Ji ber vê yekê, ev pêvajo derfetek dîrokî ji bo avakirina yekîtiya civaka Êzidî ye. Her çend nêrînên siyasî cuda bin jî, divê hemû kes li dora nasname, hebûn û mafên civaka Êzidî bibin yek. Ji bo avakirina rêveberiyeke herêmî ya azad û demokratîk, yekîtiya siyasî û hevbeşiya di parastinê de girîng e. Her wiha divê mafê civaka Êzidî yê serdana cihên xwe yên pîroz, bi taybetî Laleşê û Çiyayê Şengalê, bê garantîkirin. Parastina Laleşê û hebûna civaka Êzidî bi hev ve girêdayî ne. Ji ber vê yekê, bang li hemû Êzidiyên li Kurdistanê û derveyî welat tê kirin ku piştgirî li vê pêvajoyê bikin, nakokiyên xwe bidin aliyekî û ji bo yekîtiya civakê bixebitin.”

Banga yekîtiyê

Sozdar Avesta, behsa entegrasyona Rojavayê Kurdistanê jî kir û got: “Êrişên nijadperest ên li ser gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê wekî provokasyon û manîpulasyona pêvajoya lihevhatinê tên nirxandin û bên şermezarkirin. Ev êrîş ne bûyerên munferît in, planeke ku dixwaze maf û îradeya gelê Kurd tine bike ye. Ji bo pêvajoya entegrasyona demokratîk bi ser bikeve, divê hikûmeta Şamê ewlehiya gelên vedigerin cih û warê xwe, bi taybetî li Efrîn, Kobanê, Hesekê, Serêkaniyê û Girê Spî, misoger bike û bi hêzên ewlehiyê yên Rojavayê Kurdistanê re hevahengî bike.”

Sozdar Avesta, bi van gotinan dawî li nirxandinên xwe anî: “Divê pêşî li êrîşên çeteyan bê girtin û gelê Kurd bê parastin. Entegrasyona demokratîk nayê wê wateyê ku têkoşîn û xweparastin raweste. Berovajî vê, parastina gel mafekî rewa û bingehîn e. Ji ber vê yekê, bang li hemû gelê Kurd û sazî û dezgehên Rojavayê Kurdistanê tê kirin ku li hemberî van êrişan yekîtî û helwestê nîşan bidin û erkên xwe pêk bînin.”