Yekem pêşengeha hunera komîksê li Xezayê Ronahiyek di siyê de
Yekîtiya Giştî ya Navendên Çandî li Xezayê pêşangeha 'Ronahiyek di siyê de' li dar xist. Pêşangeh bi riya hunera komîksê tevî kêmbûna derfet û amûran, çîroka Filistînî û krîzên Xezayê vedibêje.
Filistîn – Yekîtiya Giştî ya Navendên Çandî, bi piştgiriya Weqfa Ebdulmuhsin El-Qettan, pêşangeha pêncemîn a 'Ronahiyek di siyê de' li çadira piştgiriya rojnamevanan a li Navenda Reşad El-Şewa, pêşkêş kir. Pêşangeh bi beşdariya 16 hunermendan hate lidarxistin. Ev yekem car e ku hunera komîksê bi vî awayî li Xezaya Filistînê tê pêşkêşkirin.
Hunermendên beşdarî pêşangehê bûn, bal kişandin ser şiyana hunera komîksê ya nîşandana vegera Filistînî û wênekirina krîzên li Xezayê. Hunermendan diyar kirin ku berdewamiya afirîneriyê li nêzî navendên wêrankirî, zindîbûna çanda Filistînî nîşan dide û hewlên tunekirina wê têk dibir.
'Hunera komîksê amûr û lêçûnên biha dixwaze'
Organîzatora pêşangehê hunermend Refîda Sehwel got ku komîks wêne û nivîsê ji bo vegotina çîrokan bi hev re tîne. Refîda diyar kir ku pêşangeh encama atolyeyên perwerdeyê ye û 16 hunermendên ciwan bi amûrên hêsan mijarên mirovî, neteweyî û civakî vedibêjin. Refîda wiha got: “Tevî kêmbûna derfet û amûran li Xezayê, hilbijartina cihê pêşangehê li nêzî Navenda Çandî ya Reşad El-Şewa ya wêrankirî peyameke girîng dide: çanda Filistînî hê zindî ye û ciwan dikarin tevî hewldanên tunekirinê afirîner bimînin.”
Tecrubeya yekem
Hunermend Besme Ewd da zanîn ku pêşangeh yekem tecrubeya wê ya di hunera komîksê de ye. Besme diyar kir ku ev huner derfetê dide ku mijarên berxwedana jinên Filistînî bi wêne û nivîsê, bi awayekî hêsan û rasterast, bê ravekirineke dirêj bêne pêşkêşkirin. Her wiha Besme destnîşan kir ku amadekirina komîksê plansaziyeke zêdetir dixwaze, lê dikare bibe amûreke girîng ji bo ragihandina dengê civaka Xezayê.
'Çavek ku tiştên din nabîne dibîne'
Hunermend Rîm El-Yazcî bi xebata xwe ya bi navê 'Çavek ku tiştên din nabîne dibîne' beşdarî pêşangehê bû. Tabloya wê rewşa ciwanên Xezayê vedibêje ku şer, tirs, wêranî û kêmbûna derfetan dîtine, lê tevî van şertan dixwazin xebatên baş pêşkêş bikin û dîmena reş a bajêr biguherînin.
Rîm El-Yazcî ji ber şiyana komîksê ya vegotina bûyeran bi rêzeke demî vê hunerê hilbijart. Rîm got ku peydakirina ramanê ji bo wê dijwar bû, ji ber ku xebata wê di destpêkê de tabloyeke asayî bû, lê piştgiriya malbat û hevalên wê alîkariya wê kir ku wê veguherîne komîksê.
'Ez bi du xebatan beşdar bûm'
Hunermend Merwe Şabit bi du xebatan beşdarî pêşangehê bû “Di hundirê min de ronahî heye” û “Ew tenê lîstikek bû”. Di xebata duyemîn de, Merwe çîroka guherîna kaxezê ku bi bayê difire ji lîstikeke zarokan bo metirsiyekê pêşkêş kir. Li gorî Merwe zarokên ku ji wan îtxalkirina lîstikan ji derveyî welatê wan hatiye qedexekirin, bi çenteyên naylonê lîstikên xwe çêdikin. Lê kêfxweşiya wan zû diçe û lîstik vediguherê tiştekî ku jiyana kesên li dora xwe dixe xeterê.
'Komîks rastiya rojane ya bajêr nîşan dide'
Mêvana pêşangehê Fatimê El-Zehra El-Şerqawî, got ku hunera komîksê jiyana rojane ya Xezayê û êşên gel bi awayekî çîrokî û hêsan vedibêje. Fatimê destnîşan kir ku hunermend bi xêzên reş û hinekî tinaz, zehmetiyên du salên dawî vedibêjin û di heman demê de kêmbûna derfetên hunerî li Xezayê nîşan didin.