SOHR: Li Suweyda 248 kesan jiyana xwe ji dest dane

SOHR'ê diyarkir ku hejmara kesên di pevçûnên li Suweydayê de jiyana xwe ji dest dane, giha 248'an.

Navenda Nûçeyan – Mala çavdêriya mafê mirovan a Suriye (SOHR) bi daxuyaniyekê diyarkir ku di pevçûnên li bajarê Suweydayê yê Sûriyeyê de ku ji roja yekşemê heta niha didomin de, 248 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 64 şervanên Durzî û 28 durziyên sivîl hatine qetilkirin û ji van sivîlan 21 jê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine înfazkirin. 

Her wiha ji hêzên ewlehiyê yên girêdayî hikûmeta demkî jî 138 kes û 18 kesên bedewî yên bi wan re ketine bajêr mirine.