SOHR: Li Suriyeyê ji destpêka salê ve hezar û 749 kes hatine qetilkirin
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku ji destpêka sala 2026’an heta 17’ê Hezîranê, hezar û 749 kes li deverên cuda yên Suriyeyê hatine qetilkirin. Ev dane bi belgeyan hatin tespîtkirin.
Navenda Nûçeyan — Her ku dem derbas dibe, li bajarên Suriyeyê rewşa ewlehiyê zêdetir ber bi xirabûnê ve diçe. Nîjadperestî, netewperestî û olperestî zêdetir gur dikin û bi vê ferasetê qirkirin, tirs û aloziyan kûrtir dikin.
Hejmara kesên li Sûriyeyê tên kuştin û qetilkirin, di seranserê sala 2026’an de, ber bi zêdebûnê ve diçe. Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku ji destpêka sala 2026’an heta 17’ê Hezîranê, hezar û 749 kes li deverên cuda yên Suriyeyê hatine qetilkirin. SOHR’ê ev agahî ragihandin:
“Tundî û nearamiya ewlehiyê li bajarên cuda yên welêt, bi bûyer û operasyonên leşkerî yên berdewam re, zêde dibe. Amarên mehane, guherînên di hejmara kesên hatine kuştin û qetilkirin de rastiya li Suriyeyê tê jiyîn, radixe berçavan.
*Di meha Çileyê de, 289 kes hatin kuştin, di nav wan de 33 jin û 39 zarok hebûn.
*Di meha Sibatê de, ev hejmar gihîşt 582’an, ku ev jî hejmara herî bilind a mirinên mehane yên salê ye.
*Di meha Adarê de 238 kes hatin kuştin, di nav wan de 7 jin û 21 zarok hebûn.
*Di meha Nîsanê de, 246 kesan jiyana xwe ji dest dan, di nav wan de 9 jin û 34 zarok hebûn.
*Di meha Gulanê de, bi tevahî 287 kes hatin kuştin, di nav wan de 175 mêr/ciwan, 15 jin û 40 zarok hebûn.
*Ji destpêka Hezîranê heta 17’ê Hezîranê, 107 mirin hatine belgekirin, di nav wan de 4 jin û 9 zarok hebûne.
Ev hejmar bêaramiya ewlehiyê ya berdewam a li Sûriyeyê nîşan dide. Kesên sivîl, jin û zarok herî zêde bêewlehî û aloziya heyî bandor dibin.”