Mîhrîcana Sînemaya Xezayê Ji Bo Çîrokên Jinan Akademiyek Vedike

Mîhrîcana Navneteweyî ya Sînemaya Jinê ya Xezayê, bi armanca perwerdekirina jêhatiyên Filistînî û piştgiriya hilberîna fîlmên ku derfetê didin jinan çîrokên xwe vebêjin, Akademiya Sînemaya Xezayê vekir.

NEXEM KERACÊ

Filistîn – Mîhrîcana Navneteweyî ya Sînemaya Jinê ya Xezayê duh çalakiya gera xwe ya duyemîn bi dawî kir. Mîhrîcan bi dirûşma “Jin ji mirinê jiyanê diafirînin” hate lidarxistin û fîlmên serketî yên pêşbaziyên neteweyî û navneteweyî, her wiha xelatên taybet ên senaryoyê ragihandin.

Armanca vê gerê, pêşxistina ezmûnên jinên Filistînî di dema şer de, veguherandina çîrokên wan bo berhemên sînemayî û parastina bîranînan bû. Her wiha mîhrîcanê destek da jêhatiyên jinan û pêşxistina hilberîna sînemayê li Xezayê.

Di vê gerê de zêdetirî 73 fîlm ji 24 welatan hatin pêşandan. Fîlmên ku ji aliyê derhênerên jin ên ji Xezayê ve hatibûn çêkirin, bi taybetî bal kişandin ser mijarên koçberî, birçîbûn, windakirin û astengdariyê, her wiha rewşa jin û malbatên Filistînî ya di salên şer de.

Bi dawîbûna mîhrîcanê re, destpêkirina fermî ya Akademiya Sînemaya Xezayê jî hate ragihandin. Armanca akademiyê perwerdekirina jêhatiyên ciwan, alîkariya wan ji bo pêşxistina projeyên xwe û hilberîna fîlmên nû ye, ji bo ku li Xezayê çalakiyeke sînemayî ya domdar bê avakirin, di nav hewldanan de ne.

Jin çîrokên şer vedibêjin

Koordînatora meydanî ya mîhrîcanê Îsraa Ebû Cebab, diyar kir ku fîlmên jinên ji Xezayê girîngiyeke taybet hildigirin, ji ber ku ew ezmûnên wan ên şer, koçberî û birçîbûnê vedibêjin. Îsraa tekez kir ku jina Filistînî êdî ne tenê mijara fîlman e, her wiha bi zimanê sînemayê çîroka xwe ji cîhanê re vedibêje û di pîşesaziya sînemayê de roleke bingehîn dilîze.

Di nav filmên hatine pêşandan de, filmê “Kîsê Ardê” heye ku çîroka xortekî vedibêje. Xortek ku ji bo anîna xwarinê ji malbata xwe derdikeve, lê li qereqola alîkariyan dikeve hedefê. Fîlmên din jî dîmenên koçberî û birçîbûnê, windakirin û hewldanên domandina jiyanê tomar kirine.

Fîlmê “Dendene” jî çîroka jineke vedibêje ku 8 ji zarokên xwe winda kiriye. Wê berî şer stranbêjî dikir û piştî şer biryar da ku bi beşdariya zarokên xwe komeke hunerî ya gerok ava bike û di kampên koçberiyê de pêşandanên hunerî pêşkêş bike, da ku tirs û tengezariya zarok û malbatan kêm bike.

Ji perwerdehiyê heta hilberîna fîlman

Perwerdehiya 8 mehî yek ji taybetmendiyên herî girîng ên vê gerê bû. 25 perwerdevan beşdarî atolye û perwerdeyên pisporî yên wênekêşan, hilberîn, montaj, derhênerî û nivîsandina senaryoyê bûn û di dawiyê de fîlmên xwe çêkirin û pêşkêşî temaşevanan kirin.

Derhêner Melek Ebû Ewde got ku ev proje, yekem ezmûna wê ya di sînemayê de ye û wê bi riya çîroka xwe û xwişka xwe ya xwedî pêdiviyên taybet, jiyana kesên astengdar pêşkêş kiriye. Melek destnîşan kir ku sînema ji rojnamegeriyê wêdetir derfetê dide ku aliyên mirovî yên çîrokan kûrtir bêne vegotin.

Di ezmûneke din de, derhêner Hîba El-Ewer belgefîlmê xwe yê bi navê “Dengvedan” pêşkêş kir. Fîlm çîroka dayîkek nexweşiya pençeşêrê vedibêje ku kurê wê yê yekane, yê ku debara wê dikir û lê mêze dikir, miriye. Hîba got ku beşdarbûna wê di Akademiya Sînemaya Xezayê de derfet da ku çîrokeke mirovî pêşkêş bike û dixwaze ev çîrok bighîje temaşevanên cîhanê. Hîba destnîşan kir ku lehenga fîlmê tevî nexweşî û windakirina kurê xwe, hê jî bi jiyanê ve girêdayî ye û rojane li hember zehmetiyan berxwe dide.

Derhêner Mona Ebû Qes behsa beşdarbûna xwe ya bi fîlmê “Kîsê Ardê” kir ku bandorên birçîbûnê li ser jin û malbatên Filistînî, bi riya çîroka dayîkeke ku di şer de her du kurên xwe winda kirine û li benda vegera kurê xwe yê din e ku ji bo anîna ardê derketiye, vedibêje.

Mona got ku perwerdehiyê alîkariya wê kir ku şiyanên xwe di nivîsandina senaryoyê û çêkirina fîlman de nas bike. Mona wiha got: “Dema ku min dest bi nivîsandina senaryoyê kir, fêm kir ku dikarim çîrokên ku hêza jinên Filistînî nîşan didin, pêşkêşî cîhanê bikim û eşkere bikim ka ew çawa li hember şertên dijwar liberxwe didin û bi jiyanê ve girêdayî dimînin.”

Di dawiya mîhrîcanê de, belgeyên beşdarbûnê dan derhênerên jin ên beşdarî pêşbaziya neteweyî bûn. Her wiha çar fîlmên derhênerên jin ên ji Xezayê hatin pêşandan:

“Odeya Nûçeyan” a Melek Ebû Ewde.

“Pencere” ya Îlham Ebû Qes.

“Ya ji Rengê Mayî” ya Îman El-Ceberî.

“Ez Derketim da ku Vegerim” ya Ebîr El-Gisîn.

Piştî pêşandana filiman, encamên pêşbazanê hatin ragihandin û xelat hatin belavkirin.